Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- F-

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Rêzenivîs: 8                                                                       

Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV

                                      F

Fend û fût

Fend:1. Fêl, xap, xapandin.

  1. Binekarî, pergal, lîstik.

Fût:1. Fen, hîle, fêl, xap, cambazî.

Mane: Hîle, desîse, xapîn.

Dek û dolab

Mînak: Fend û fûtên nîlebazan naqedin.

 

Fend û ben

 Fend:1. Fêl, xap, xapandin.

  1. Binekarî, pergal, lîstik.

Ben:1.Dezî, bizîng, weris û tiştên din. Kindir. ta, hevda.

Mane: Lîstik, hîle, xapîn, hîlekarî.

Mînak: Hevalê min, bi ber bayê fend û benê ti kesî nekeve!

 

Fend û fesal

Fend:1. Fêl, xap, xapandin.

  1. Binekarî, pergal, lîstik.

 Fesal:1.Şêwe, şêwaz, stîl.

 2.Derfet, mecal, devîl.

  1. Bi hêdîka, bi giran. ( Fesalê ra bû û çû.)

Mane: Şikl û derfeta xapînê yan jî xapandinê.

 Hîle, desîse, lîstik.

Mînak:Kes nizane bê ka, bi çi Fend û feselê wê serwetê bi dest xistin e.

 

Fend û fol = Fêl û fend.

Fend û fêl = Fêl û fend. 

Fehl û fît

Fehl:1. Remîl, fal, xêfzank.

  1. Ê tov, ê toxim. (mîn: Hespê fehl. Berxê fehlan- bo beranîyê). Ajalên nêr yê  nexesandî.

Fît:1. Fîtik, fîkîn.

  1. Wakhev, razemendî, ji hev razî bûn.
  2. Kişkirin, pelişandin, sîqilandin, provoke kirin.
  3. Behn, nefes, him.
  4. Mêrê girtole û xurt.
  5. Pîvanga dirêjîyê. 

Mane: Lîstik, desîse, xap.

Kişkirin û lihevdan.

Mînak: Di sîyaseta dinê da fehl û fît kêm nabin.

 

Fer û tab

Fer:1. Mecal, tab, taqet, pertav.

  1. Ronahîya çavan.
  2. Hêkdank.
  3. Yek ji çotekê, yek ji du tiştan. (mîn: Yek ji fêra lepikên min winda ye.)
  4. Tenê yek, ne çot, ne zo. Tekane, yekane.
  5. Fera, ferek û fol.                                                                                                                                                                                                               Tab:1.Westabûn.
  1. Diltengî, tengasî.
  2. Dîyaxkirin, berxwedan.

Mane: Hêz, taqet, mecal, pertav.

Mînak: Fer û taba tevgera me her roj pêş ve diçe.

 

Fer û zo

Fer:1. Mecal, tab, taqet, pertav.

  1. Ronahîya çavan.
  2. Hêkdank.
  3. Yek ji cotekê, yek ji du tiştan. (mîn: Yek ji fêra lepikên min winda ye.)
  4. Tenê yek, ne çot, ne zo. Tekane, yekane.
  5. Fera, ferek û fol.

Zo:1. Cot, du tiştên bi hev ra,  du tiştên ku hev temam dikin.

Mînak: Yêk û cot.

Tek û cot.

Yêkane û du tîştên ku hev temam dikin.

Mîan: Zarok li ser banê bi gûzan Fer û zo dilîstin.

 

Fere û fol

Fere:1. Fireq, firak, firax.

  1. Tiştên xwarinê ku tê da têne çêkirin.
  2. Her tiştên ku (av an xwarin) tê da tê parastin.

Fol:1. Yasemîn (Jasmînûm).

  1. Tiştên ku ji vê darê hatîye çêkirin.
  2. “fol” peyvekî muhmel,  bi  serê xwe  bêwate ye.

Mane:  Amûrên ku tê de  xwarin û vexwarin têne  çêkirin. 

Amûrên xwarin û vexwarinê.

Tiştên ku tê de xwarin û vexwarin pê tê parastin.

Mînak: Qey wa hê ja Fere û fol  neşûştî  ye?

 

Feryad û fîxan

Feryad:1. Qîrîn, hewar, gazî, qîjîn, fîzar.

Fîxan:1. Feryad, qîrîn, gazî, hewar.

Mane: Hewar.

Qîrîn û gazîn.

Mînak:Dengbêj Mihemed Arif Cizîrî, di kilamên xwe da tim feryad û fîxana dilê xwe lorandî ye. 

 

Fêl û fend

Fêl:1.Dekûdolab, fen, xapandin.

2.Fîîl, kiryar, kirin, xebat.

Fend:1. Fêl, xap, xapandin.

  1. Binekarî, pergal, lîstik.

Mane: Hîle, desîse, lîstik, xapîn.

Mînak: Aqilê meriv fêl û fendê wana nagire.

 

Fêl û finyaz = Fêl û fend. 

 

Fêl û Emel

Fêl:1.Dekûdolab, fen, xapandin.

2.Fîîl, kiryar, kirin, xebat.

Emel:1. Kar, îş, ked,şuxul, xebat, erk, çalakî. Tiştê ku mirov dike.

  1. Hêvî, daxwaz.

Mane: Xebat û armanç.

Mînak:Hemû fêl û emel  ji bo berjewendîyê ne.

 

 Fên û lîstik

Fên: 1. Fêl, fût, hîle, cambazî,

Lîstik:1. Tevgerên ji bo şabûnê.

  1. Xumar, qumar.
  2. Rola şanoyê.
  3. Spor. Hereketa ji bo bedenparêzîyê.
  4. Fen, dek û dolab.

Mane: Hîle, desîse, bi cambazî.

Dek û dolab.

Mînak: Di fên û lîstikên xwe da fetisiya. 

 

 Filan û bêvan

 Filan: 1. Bêvan, fîstan, kesên yan tiştên ku navên wan nayê gotin, an jî di wê demê de nehatîye bîra meriv.

Bêvan:1. Filan, fîstan, kesên yan tiştên ku navê wan nayê gotin, an jî di wê demê da nehatîye bîra meriv.

Mane: Ew yan jî wan kesan.

Bûyerek, gotinek yan jî tiştek negirîngdîtin û sivikbarîkirin.

Mîmak: Kesên ku navê wan nayên gotin, ji wan re “filan û bêvan” tê gotin.

 

Filan û fîstan

Filan: 1. Bêvan, fîstan, kesên yan tiştên ku navên wan nayê gotin, an jî di wê demê de nehatîye bîra meriv.

Fîstan:1.Bêvan, filan, kesên yan tiştên ku navê wan nayê gotin.

2.Serkiras. Kincên ku jinên kurd li ser kirasan da li xwe dikin.

Mane: Bûyerek, gotinek yan jî tiştek negirîngdîtin û sivikbarîkirin.

Mînak: Tiştên ku nayên binavkirin, ji wan re “filan û fîstan” tê gotin.

 

Fisq û fêsadî

Fisq:1. Lîstik, fend, xap, fêl.

Fêsadî:1. Fêtbazî, ewanî. 

  1. Diltengî, litevdan, fîtnekarî, alozkarî, lihevdan.
  2. Navberxirakirin. 

Mane: Berhevdan, ewan.

Fesadê dijwar.     

Mînak: Kesên xêrnexwaz dev ji fisk û fêsadîyê bernadin.

 

İlginizi çekebilir