Hasbey Köksal: Baxçeyê Heywanen

Bi mereq çavên xwe li hundirê qefesê gerand. Serê pêşî ferq nekir. Dû ra, li paş goncekî qalind û dirêj da ew dît. Tenê guh û tûmikê serê wî xuya dikir. Bi lez cihê xwe guhert û çû li pêşberî şêr sekinî. Bi şaşwazî lê sêrkir. Gelo ew şêr ev şêr e!? Ew şêrê ku qralê ajalên daristan   û çolistanan e.? Ew şêrê ku bi hirmijîna xwe tirs û xofê berdîde erd û ezman.

Heger ev ne ew şêr be, çima li ser tabelaya qefesê ewqas “hişyarî” nivîsandine. ” ji kereme xwe, ji bo ewlehiya canê xwe nêzikî qefesê nebin.” Na, heger ev şêr, ew şêrê navdar be, çima di vî halî da ye? Şêr ji şêrîtiyê derketibû, bûbû wek pisîngê ber kuçikê. Ji alîyekî va di hişê xwe da li ser rewşa şêr dihizirî, Ji alîyekî va jî bi çavên dilşewat li şêr temaşe dikir. Şêr, li paş gonca qelew û dirêj, li ser kêleka xwe mexelkî; bixem, li derdora xwe guhnedêr û  bêpêywend, bostek zimanê xwe derkistibû û dikir helkehelk.

Mêşan gor jê girtibû. Mêşên çavbirçî û bêar, ji ser çavekê şêr radibûn û diçûn ser çavê din  dihêwirîyan. Şêr, ji qedera xwe razî, radestbûyî; ji cihê xwe nedilivî û ne jî dileqiyan, wek nîvmirî çavên xwe dida hevdû. Taqet tê da nemabû ku xwe ji mêşan biparêze. Zêde li ber qefesa şêr nesekinî û derbasî ber qefesa din bû. Li ser tabelayê bi Tirkî û Latînî piling (kaplan, tîger) nivîsandîbû. Li bin vê tabelaya nasnameyê jî, tabelaya hişarîyê  hebû; “ji kerema xwe, ji bo ewlehiyê ……”  dev ji xwendinê berda.


Du piling, li ser pîyan, li ber devê şikefta çêker bûn. Herduyan jî serê xwe ber bi jor va bilind dikirin û bi awayekî kûr û dûr bêhna hewayê dikişandin pozên xwe. Te digot qey bê hewa û bêhilm mane. Yan jî bêhna tiştekî girtinê. Gelek lewaz bûn. Di bin post û pirçan da parxanên wan dihatin jimartin. Pêqên wan ên reqele û lerzok, di bin laşên wan ên sivik da veditewşiyan. Rewşa pilingan jî, ji ya şêr ne çêtir bû. Bi gavên fireh, ber bi qefesa din va meşîya.


Li hember dîtbariyên xwe matmayî ma! Nedikaribû çavên xwe ji ser hirçê bigire. Hirç, li derdora dara çêker a bêtonî û bi boyaxan şibandibûn dareka hişk û bê gûlî; di yek tempoyekê da û bê bêhnvedan, poza xwe li erdê, serê xwe dihejand û dimeşîya. Zemîna çerxgehê, ji ber lep û lingên hirçê, sîqal girêdabû û dibiriqîya. Hirç, ji derdora xwe bêhes û bêhayî, di derûnîya xwe da bû. Wak kesek hîpnozbûyî li hirçê  temaşe dikir. Dikir ku hejmara çerxan bijmêre. Qorek,  du qor, sê qor, çar qor, pênç qor… yanzdeh qor… diwazndeh qor… sêzdeh qor…bîst û çar qor… sî û şeş qor, çil û heft qor… pênce û heşt qor… şêşt qor… heftê… heştê…  nod… Di  hişê xwe da, bi hirçe ra li dora dara çêker û boyaxkirî zivirîya û zivirîya. Sed qor… sed û yek qor… Hişê wî tevlihevbû, hejmaran tevlihev kir. Dev ji  hejmartîna qoran berda. Bi çavên şermende li dora xwe nihêrîya, bê ka kes bi rewşa wî hesîya, yan ne hesîya. Di heman demê da jî, di ber xwe da got; ‘Lawo te aqilê xwe winda kirîye, tu bi hirçê ra di dora darê da dizivirî..!?’ Bi gavên giran ji ber qefesa hirçê dûrket.


Hê xwe ji bin bandora rewşa hirçê xilas nekiribû, rewşa rovî bi serda hat. Rovîyê fiqare jî hişê xwe wanda kiribû. Di hundirê qefesê da, boçik di nava şeqan da, poz ber bi jor, ziman li der, di ber têla qefesê da, bi gavên bezbezikî, diçû wî serê qefesê û vediçerixîya vî serê qefesê. Bi yek tempo û bênavber, wek mehkûmê miebet, bi tevgerên derhişî, bi tevgerên xweger û xwemeş diçû û dihat. Zemîna binê lingên rovî jî sîqal girêdabû û dibiriqîya. Ew biriqîna rûzemîna bêtonê, nîşaneya bi salan a meşa rovî bû. Ji ber ew dîmenên xirab û dilêşdar, ewqas pir li ber qefesên gur, wawik, werşeq û ajalên binemala pisîkên din û ajalên goştxur, leppençe û diranpîj nesekiniya. A wer çavên xwe li hundirê qefesan gerand û ber bi cihên xijendeyan ve çû.


Di derîyê avahîyê ya beşa xijendeyan da kete hundur. Salon nîvtarî, fireh û gelek dirêj bû. Li dawîya salonê, derîyê derketinê hebû. Herdu alîyê salonê, pêşî bi camekan, sê alî bi kevir, çavî bi çavî mezelên çêker rêzkirîbûn. Ronîkirina mezelan, salonê ronayî dikir. Di hin mezelan da, hinek mar bi tena serê xwe, di hin mezelan da jî bi komî hatibûn bicihkirin. Her cure mar hebûn. Tûlemar, pîton, marên xişxişok, tîremar, koremar, marê avî, marmasî, marê şîlanê û hwd. Marên stûr, zirav, dirêj û kin; marên gewr, reş, zer, sor, kesk, birdobelek û bi rengên din; marên biaxû û neaxû di mezelên xwe da tevizî û nîvtevizî, fetlokî û kilor, xwe lihevdu pêçayî û girêkî, li ser û bin hev ra  dilewitiyan, dikişîyan û xwe xije vir û wir dikirin. Serê xwe yê sêgoşe û çargoşe bi hewa da radikirin, zimanê xwe yê çetel derdixistin der û vedikişandin.

Li ser camê camekanê ve laşê xwe giran giran ber bi jor ve kaş dikirin, bi qasî nêzikî nav qama xwe dimeşîyan, bê hêz diman û bê taqet xwe berdidan binê mezelê xwe. Di reşikê çavên spî, reş û sor da rewneqên melûl, tirsê dikirin dilê merivan. Li hember ew dîmenî, mûçirengê laşê wî lê dikişîya. Ji maran pir ditirsîya. Lê dîsan jî herî zêde bi  maran ra mijûl bû. Ji ber bayê mereqa xwe, li ber her mezelekî sekinî û tevgera wî marî, yan jî tevgera ew maran bi baldarî û newêrek sêrkir. Dem çawa rawiriya, çer hatibû dawîya salona dirêj fam nekir. Li ber mezelên famîlyeya gumgumokan zêde neskiniya. Hema wîsa çavek li cureyên gumgukan gerand û di derîyê derketinê va derkete der. Bi hewayê paqêj piçekî hiş hate serê wî. Xwe ji bin bandora maran nedikarîya derbixîne.

Dimeşîya û difikirîya. Di ber xwe da digot; ‘ çima însan ji maran ewqas ditirse û dijminatî dike.!? Hov û tirsehêza dûpişkê ji maran kêmtire? Yan jî, ji kêzikên bijehr û ajalên dirinde…? Bê guman ew tirs,  ji hayidarbûna  çîrvanok,  efsane  û  gotarên olî  tê. Adem û Hewa û sêv û filan bêvan. Ka di Kûrdî da gotinekî heye; ” guran rê birîye, navê rovî derketîye” bûye ew bazar. Halbûkî mar, nîzamdarên xwezayê ne. Bê wan, pergala tabîetê ser û bin dibê. Bi Êzdayî, ku mar tunê bibin mişk çavên me derdixînin.’ Difikirîya û bi gavên fireh dimeşîya. Bi wîtwîtina teyran, hayî ji xwe bû. Dev ji hizirînê berda. Hatibû kolana ku qefesên balindeyan lê hebûn.


Wek kesekî aware û toranî, li ber qefesên çûkên wîçwîçokan, famîleyên kevokan, famîleyên mirîşk, tûtî û firindeyên goştxur û  kelexan va derbazê qada heywanên giyaxur bû.
Rasteya qadê, dişibiya zozanên ku sewal lê diçerîyan. Hema hema ji her cûre binemalên ajal û sewalên giyaxur, kavêj, yeksim û dusim, kojek û hetanî roja îro heywanên ku nav  nebîhîstîbû û binemalên wan nedizanîya; di cîgehên xwe yên dor têlçeper da dijîyan. Cîgehiyê, gora taybetîya her sewal û ajalan rêk û pêk kiribûn. Cadeya derdora qadê, bi darên qaj, çinar, spîndar, asindar, kelem, darcêwî, sinc, nexil, selwî û bi darên wiha xemilîbû. Wer xuya dikir ku sewal û ajalên vê cîgehê, ji halên xwe gelek razî  bûn. Ji halên xwe yên herî razîdar û kêfxweş jî, kerên xeytbelek, yanê zebra bûn.

Alifên ku dabûn ber wan dixwarin û zîqezîq li pêy hev diketin. Stuyê hev gezdikirin. Xwe tûlva dikirin û zîtik diavitine hev. Di cihê xwe da zîq dibûn, guhên xwe vît dikirin, pêş û paş ve dileqandin û dizirrîyan. Dengê zirrînê di baxçeyê mezin da olan dida, di guhên şêr, piling û guran da vedimirîya. Demeke dirêj, li coş û şahîya kerên zebra temaşe kir. Bi gavên betilî çû li ser rûnişteka pêşberî cîgehên fîl, gagirdan û zurafeyan rûnişt. Çavên  wî  nedibirîya ku here beşa meymûnan. Nedixwest têkeve nav kelebelixa jin û mêr û zar û zêç an. Kêm zêde di derheqê baxçe û hal û ehwalên heywanan vî baxçeyî da agahdar bû.


Hêdika ji ser rûniştekê rabû, di kolana ku ber bi derîyê baxçe ve dirêj dibû û herdu alîyên peyarêyê seranser her cûre gûl û kulîlk çandibûn  da giran giran meşîya. Firehîya rê, hêşinatîya çîm û koma dar û daristanokan, dengê çûçikên azad dilê meriv şah dikir. Li hember ev firehî û rindîyê, rewşa ajalên qefesê ji bîra wî çûbû. Bala xwe dabû reng û rûyên gul û çîçekan. Di derîyê mezin û bilind da ji  baxçe derket.


Ji derîyê baxçe sî, sî û bênc pêngav dûr va, vegerîya li tabelaya ser derîyê baxçê mêze kir. Li ser tabelaya dirêj, bi tîpên girdek “BAXÇEYÊ HEYWANAN” nivîsandîbû. Li ser, bin û nava her tîpan  bi resmên çûçik, perperok, xalxalok, mişkê malan, tirtûl û bi kêzikên hwd xemilî bû. Li çepê tabeleya “Baxçeyê Heywanan”,  resmekê hirçê çêkirîbû. Hirç li ser pîyan, du kudikên wê li ber lingên wê, çepil vekirî, mistên destan ber bi jêr ve, di çavan da çirûskên bextewarî, bi rûyekî ken ji derdora xwe ra dibişirîya. Li alîyê rastê tabelayê da jî, di yek çarçoveyê da resmên şêr û pilingê hebû. Herdû leppençe, ber bi çiyayekî dûr û sertar biberf ve diçûn. Navbera wan û çiyayê sertar biberf da deştekî xwelî boz û nîv şînkayî dirêj dibû. Herdû ajalên dirinde, wek ji bo bibîranînê ber bi makîneya fotografê poz didin, serê xwe vegerandibûn paş xwe ve û bi rûyekî giran poz dabûn. Dûvdirêj li resman nihêrîya û lê hûr bû. Dirûva şêr û piling, hirç û rovî û ajalên din ên  ku  di qefesê da êsîr bûn hate berçavên wî. Herdû dirûvan da ber hev. 

Beşûşekî bi jan li rûyê wî qelibî. Bi hêrs di ber xweda got; ‘Însan!.. însan ha!.. Zindewarên herî hov e însan! Ji bo berjewendîya xwe, ji bo bazirganîya xwe, li ser vê dinyayê çi heye dika amûrên armanca xwe. Wer jî zirav dike amûrê berjewendîya xwe kû, qet tû pê nahesî. Yek jî, ji xwe ra payek pîvaye, “eşref î mahlûq”. “Eşref”tîya  te di ev baxçe da diyar e!…’ Her ku diçû hêrs lê zêde dibû. Xwe ragirt. Bi gavên hêrsok ber bi rawestgeha otobûsa şaredarîyê va meşîya.  

İlginizi çekebilir