Roja 2’ê Avrêlê hesabê Parêzvanên Şoreşa Îranê “Ala Sor a Tolhildanê” weşand. Roja 3’ê Avrêlê dewleta dagirker a Tirk biryar da çûn û hatina balefirgeha Silêmanî were rawestandin. Roja 4’ê Avrêlê #Nirxandin hişyariyek ji bo Silêmanî û Hewlêrê weşand û got guman heye Îran êrîşekê li balefirgehan bike. Piştî sê rojan, Roja 7’ê Avrêlê balefireke bêmirov li balefirgeha Silêmanî êrîşî qonvoya General Mezlûm Kobanî kir. Pêşî rayedarên Rojava û hemû çapemeniya girêdayî gotin êrîşek li balefirgehê çênebûye, paşê gotin General Mezlûm ne li Başûr bû. Lê CENTCOM’ê nikaribû tu tişt veşarta. Lîstika ku tê lîstin bi zarokan re nayê lîstin, li hemberî DYE’yê Îran, Ûrisya û Çîn hene, hêzên super hene.
Helîqoptêrên Rojava jî di meha Adarê de ketibûn xefikek bi vî rengî. Firtone û tofan ji bo ew siwîqast were veşartin hatibû hilbijartin. Bûyerên xwezayî di dîrokê de ji bo bincilkirina siwîqastan tişta herî bikêr e. Îran, Îraq, Sûrî, Turkî, Ûrisya û Çîn li herêmê bi teknîk û mirovên xwe li qadê ne û rewş li gor wan di astek pir cidî de ye. Lê mixabin Kurd wekî wan bi cidiyet li mijarê nanihêrin. Îran di nav Êzdiyan de kurk ketiye, ciwanên wan her roj li dijî Tevgera Apoîst perwerde dike. Îran, Ûrisya û Sûrî li Rojava ciwanên Ereb, Asûrî û Kurd dixin xefika xwe. Rojava nêzîkî 100 salî ye mêtingeha Sûrî ye û Mixaberata Sûrî ji xwe bi hezaran kes bi kar dianî. Hizbilaha Kurd jî van salên dawî daket Dihok, Helebçe, Kirkûk û Silêmanîyê û bi milîsên Îranê re li dijî Tevgera Apoîst torek taybet ava kirine. Ku tiştek bi General Mezlûm bihata dê PKK’ê derketa DYE, CENTCOM û PDK tawanbar bikira û bigota çima DYE bersiva van êrîşan nade, çima herêmê li dijî balefirên dewleta dagirker a Tirk nagire, çima PDK asteng nake û hwd. Dibû DYE û CENTCOM wekî aliyekî xayin ê van êrîşan jî binirxanda. Dibû derfeta Qowalisyon li Rojava bimîne ji holê rabûya. Ev aşkere dê wekî darbeya Bloqa Rojhilat li dijî Bloqa Rojava bihata nirxandin.
Gotinek dîrokî heye, “dar di destê kê de be, Mûsa ew e”. Darê me Kurdan Hêzên Apoîst e û Mûsayê me yê hemdem jî birêz Öcalan e. Pêdiviyek mezin a Bloqa Rojhilat bi darbeyek wiha heye, lê divê bingehek jê re çêbibe. NATO û Cîhan li Ûqreyna jî li dijî Ûrisya şer nake. Ûqreyna dewletek serbixwe ye, alîgirê NATO ye, Ewropa ji Ûrisyayê diparêze û bi Brîtanya, D.Y. Emerîqa û Polonya re peymana wê ya parastina leşkerî jî heye. Lê dîsa jî balefirên Ûrisya bêrawestan li ser axa Ûqreynayê difirin. Hinek dikarin bêjin “Cîhana Rojava çekên parastinê dide Ûqreyna”, rast e, lê dide Rojava jî. Rojava îro ne ji tunebûna çekan nikare bersiva balefirên Turkî bide, rastî ev e ku şerek derkeve Turkî ne bi serê xwe ye, Rojava jî ne dewletek qedîm a xwedî artêşek perwerdekirî ye. Rojava hîn nizane Fermandarê Hêzên Taybet û Serkanê Artêşê biparêze û wan dişîne cihê ku Îran û Turkî herî pir lê xurt in û tu pîvan lê tune. CENTCOM jî çawa şaşiyek wiha dike, nizanim.
Rojava ne dewlet e û ne rêxistin e jî. Kesên xwestin Fermandarê Hêzên Taybet bi helîqoptêrê here li herêmek ku Îran, Îraq û Turkî lê çirifîtan diavêjein kî bûn? Çi hesab dan? Ji ber ku Rojava bêxwedî ye û kes ne mecbûr e hesabê tu tiştî bide, General Mezlûm jî di nava ew qas agahiyên 2, 3 û 4’ê Avrêlê de bû armanca êrîşên heman hêzan.
Roja 3’ê Avrêlê dema dewleta dagirker a Tirk ew biryar derxist û roja 4’ê Avrêlê dema #Nirxandin ew hişyarî kir dihat zanîn ku roja 2’ê Avrêlê IRGC dê êrîşekê bike û qrubaniyên herî erzan Kurd in. Îranê di çav xwe de tola Qasim Silêmanî dîsa li balefirgehekê distand û bersiv dida Kurdên qûntazî û qûna wan li holê xuya dike û doza dewletan dikin. Ev bêrêxistinî dê hîn gelek qurbaniyan bide. Dewlet jî, partî jî, şirîket jî dema pergala wê ya sûc û ceza tune be bêsînor berdêlan dide. Darizandin, yasadanîn û rêveberî dema li derekê ne serbixwe bin (ku birêz Öcalan serxwebûna wan dixwaze) tu kes nikare di rojnameyekê de doza darizandina kesekî bike, dê mirovên herî vala jî bibin nehîtên mêran û derkevin hemberî te. Loma jî ev bêrêxistinbûn e. Ev ne Modernîteya Demoqratîk e, ev dûmahîka Sovyetê, Qoreya Bakur, Çîn û yên wekî wan e.
Îro 8’ê Avrêla 2023’an e. Dibû îro Serokomarê Turkî R.T. Erdoxan derketa weşana zindî û bigota me General Mezlûm kuşt û fort li DYE’yê bikira. Kiliçdaroxlî yê ku hınek Kurd dibêje “em dê wî destek bikin” jî dê serkeftina dewleta xwe ya dagirker pîroz bikira. ……..
D.Y.Emerîqayê dê çi bikira? Nikare tu tiştî bike. Belkî hinek pêkariyên aborî. Belkî DYE kuştina leşkerên xwe jî veşarta. Ji ber ku bersiv û tolhildan ne karê dilîniyan e, karê qonjiktirê ye. Tu dewlet ji bo kuştina sê leşkerên xwe nakevin şerê hin hêz û dewletên din. Ma DYE’yê heta niha li Ûqreynayê kîjan balefira Ûrisya xistiye? Kes nikare bêje heta niha kesekî endamê NATO, Brîtanya û DYE li Ûqreyna nehatine kuştin. Ûqreyna dewletek qedîm e, xwedî artêşek mezin e, di dîrokê de berxwedana herî mezin li dijî Hîtler daye. Ûqreyna dewleteke wiha ye ku balefira herî mezin a cîhanê çêkiriye. Ûqreyna tangan, topan, fuzeyan û Amûrên Hewayî yên Bêmirov (AHB) çêdike. NATO ji 2016’an ve Artêşa Ûqreynayê ji bo van rojan perwerde dike. Ma Kurd dikarin ji DYE’yê re bêjin tişta tu ji bo Ûqreyna dikî ji me re jî bike?
Ka ew hêza te ya ku dikare li dijî 9 dewletan şer bike? Ma tu nizanî 9 dewlet bi hev re li dijî te di şer de ne? Ma tu nizanî ku tu û ew di nav hev de ne, tu nizanî ku çi qasî di nav te de ne? Bi qasî, ku ji 2’ê Avrêlê ve bernameya te ya Silêmaniyê dizanibûn.
Ma ev e birêxistinbûn? Na, ev têkbirina rêxistinbûnê ye. Ev bêxwedîtî ye, bêsermiyantî ye, ku xuya ye kes tune bêje “bes” e û dawiyê lê bîne.
Wekî zîhniyet hinek di zîhniyeta Qoreya Bakur û Sovyetê de israr dikin. Li gor vê zihniyetê dema tu bêjî General Mezlûm ne li Başûr bû û dema tu qedexe bikî ku kes rastiyan biaxive temam e. Ji bo kes hesabê tu tiştî nexwaze ev qas bes e. General Mezlûm û Rêveberiya Rojava divê kumê xwe dayne ber xwe û bifikire. Başûr ne cihê hûn lê bigerin. Heke kes êrîşî YNK’ê û PDK’ê nakin, sedemek wê heye, hûn nikarin xwe bikin wekî wan. Bi hevkarên xwe re li ser riyên herî ewle li hev bikin, yekî şaşiyek kir bila yê din jî berpirsiyar be.
Kesên dibêjin tiştek bi General Mezlûm were em dê dinyayê bi ser Turkî de hilweşînin derewan dikin. Wa ye Serokê Tevgera Apoîst 24 sal e li Îmraliyê ye. Tişta tu ji bo wî nakî çi ye? Hêzek te ya şer hebe ji xwe berî generalên te şehîd bikevin tu dê şerê xwe bikî. ………
Her kes divê aqilê xwe bide serê xwe. DYE jî dizane ku Turkî ne bi serê xwe ye, Turkî û hevalbendên xwe ji tişta herî xirab re amade ne. Yên vê fam nakin dê serê wan li kevirekî bikeve, lê ew kevir ne kevirê aqil û baqiliyê ye, ew kevirê gornê ye, jê re dibêjin “kêl”. Kesên ji xwe ji mirinê re amade ne, nafikirin, direvin û diçin wê kêliyê, wê demê.
Di hilbijartinê de îxlalkirina Riya Sêyem şaş e. Dawiya wê tune. Îro tiştek bi General Mezlûm hatibûya her kesî dê aşkere bidîta ku ferqa Kiliçdaroxlî, Erdoxan, Aqşener û Baxçelî ji hev tune. Ev qasî girîng dîtina hilbijartina dewleta dagirker a Tirk jî şaş e. Ev hilbijartin di şertên demoqratîk de pêk nayê, dikare ji bo Erdoxan bibe zemîna meşrûyetê jî. Ev jî rîskek e. Kesên vê rîskê nebînin jî avê dikişînin ser vî aşî.
Her wisa Erdoxan jî wekî Trump hewildana darbeyekê bike û tiştekî bîne serê CHP’ê, dê alîgirên Tevgera Apoîst ên qada legal zirara herî mezin bibînin.
Dibe CHP bi ser bikeve, dibe Erdoxan îqtîdarê radestî CHP’ê neke û hingê dibe encama hilbijartinê ji bo midaxaleyekê bibe bingehek meşrû. Ji bo îhtîmalek bi vî rengî ne lazim e mirov girseya xwe û gelê xwe têxe rîskê. Piştî berdêla me di şerê bajaran de da, dê berdêlek bi vî rengî welêt têxe tariyek mezin.
Kî dibe bila be, kesên di vî warî de Riya Sêyem îxlal dikin berpirsiyar in. Asta wan çi dibe bila be, hemû rayedarên Kurd ên ne li Turkî û Bakur dijîn dema der barê vê hilbijartinê de diaxivin, xwe dikin alî û gelê Tirk ber bi Bloqa Erdoxan û MHP’ê ve qonsolîde dikin. Ev jî diyalektîka gelên dagirker e. Sedem û encam e. Ev çirava wan e, ku nikarin xwe jê rizgar bikin. Alîgirên CHP’ê jî ji daxuyaniyên Tevgera Apoîst aciz in û wekî zirardayin dibînin, wekî qomplo dinirxînin. Ev qas tevlihevî ne lazim e, ne karê aqilan e jî. Lê heyf e ku Tevgera Apoîst di vî warî de ne ji nezanî, lê ji bêqontrolî nikare pêşiya van şaşiyan bigire.