Halil Dalkılıç: #Status4Rojava

Ev dora salekê ye, ku li rojavayê Kurdistanê xeynî çend bûyerên rojane, tenê êrîşên bênavber ên arteşa Tirkiyê û çeteyên cîhadîst ên girêdayî wan tansiyonê bilind dikin. 

Di vê demê de li qadê navnetewî bûyera herî bibandor a ku bandor li pêşketinên li herêmê kir, hilbijartina serokatiya Amerîkayê û wek serokê nû, hilbijartina Joe Biden bû. 

Kaos, pevçûn û şerê bênavber ê di dema Donald Trump de gur bûbû, piştî hilbijartina Joe Biden şûna xwe ji libendêmayînekê re hişt. Her aktorên bi şerê li Sûriyê re elaqedar bala xwe dan helwesta rêveberiya nû a Amerîkayê. 

Rêveberiy Bidenî, tim ‘hevkari’ya xwe bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HDS) re aşkere bike jî, hê jî ji bo aramiya herêmê û xwedîstatûbûna Kurdên Rojava nîşaneyeke berbiçav aşkere nekiriye. Bi hatina Biden re her çiqas Tirkiye planên xwe yên dagirkirina tevahiya Rojava betal kiribe jî, heta niha bertekeke Amerîkayê a li dijî êrîşên daîmî ên arteşa Tirk û çeteyên cîhadîst ên li dijî Kurdan nehate bîhistin. 

Xuya ye; ku Amerîka ji hêlekê ve naxwaze bi Tirkiyeyê re (ku du endamên NATOyê ne) dijhev rû bi rû bimîne û wekî astengekê li pêşiya her êrîşên wê ên dijî Kurdan bisekine û li hêla din jî hêviya Kurdan tim bi xwe re girêdayî dihêle. Ev helwesta Amerîkayê helbet Kurdan îkna nake, diêşîne û rewş û pêşeroja wan tim şêlû dihêle.

Di vê meseleyê de eger meriv xwe tenê bi helwesta Amerîkayê ve girêdayî bihêle, wê çaxê ê xwe bi xwe bixapîne û qedera xwe bike qurbaniyê helwesta wan. Helbet jiber Kurd xwedîhêz in ku Amerîka hevkariyê bi wan re dike. Di vê hevkariyê de metirsî ev e, ku ew tim di çarçoveyekî ‘leşkerî’ de dimîne.

Li hêlekê êrîşên daîmî ên Tirkiyê û çeteyên cîhadîst-selefîst ên girêdayî wan, li hêlekê bêdengmayîna raya giştî ya cîhanî a li hemberî êrîşên Tirkiyê, li hêlekê israra dewleta Sûrî a nenaskirina statûyekî siyasî ê Kurdî û bi provokasyonan bilindkirina tansiyona li Rojava, li hêlekê helwesta Rûsya a metirsîdar û tehdîdkar û li hêlekê jî rewşa navmalî a Kurdan a tevlîhev, ji yekîtiyê dûr û şêlû…  

Di bin vê atmosfera siyasî de, di têkîliyên bi Amerîkayê re de her tişt gorî dilê Kurdan nebe jî, ev hevkariya ‘leşkerî’ a ku nûnerên Amerîkayê tim bahsê dikin û pesna wê didin ji bo Kurdan destkeftiyeke siyasî û dîplomatîk e jî…

Kurd êdî xwedî tecrûbeyeke pir mezin in. Ji ber rewşa herêmî û a navdewletî belkî heta îro tenê kanîn dengê xwe bi berxwedana çekdarî bidin bîhistin. Helbet ew ê xwe tim bi her awayî û bi her alet û amûrê biparêzin. Lê êdî dîrok û ewqas bedel û fedakarî Kurdan neçarî statûyekî, an jî li her parçeyan statûyên siyasî dike…

Ji bo vê yekê jî; divê herî kêm qasî dengê ‘leşkeri’, dengê ‘siyaset û dîplomasi’ya Kurdî jî bilind derkeve. Êdî dem ew dem e, ku ne tenê hevkarên ‘leşkerî’, herwiha gereke hevkarên Kurdan ên ‘siyasî û dîplomatîk’ jî hebin. 

Wer xuya ye; ku Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dixwaze rewşa heyî a şêlû hinekî zelaltir bike, dengê xwe di siyaset û dîplasiyê de jî bilindtir bike. Bi banga Rêveberiya Xweser, di salvegera Şoreşa Rojava (19.07.21) de bi rêya medya civakî çalakiyeke bi heştekên #Status4NorthAndEastSyria û #Status4Rojava hat lidarxistin û dora 200 hezar kesî piştgirî da wê. 

Piştgiriya ji çalakiyên wisa ên siyasî re potansiyela Kurdan a siyaset û dîplomasiyê jî radixe ber çavan. 

Divê hêza Kurdan a siyasî û dîplomatîk hê zêdetir û hê bibandor were nîşandan ku êdî ‘hevkarên siyasî’ jî derkevin holê û di maseya dîplomasiyê de kursiyek ji Kurdan re jî bê amadekirin. Wê çaxê statû jî, azadî û aramî jî ê hê baştir bê parastin û di sifra guran de qedera Kurdan nabe êmê dagirker û xêrnexwazan…

İlginizi çekebilir