Halil Dalkılıç: Ziman kilîta azadiya kurdan e!..

Li bakurê Kurdistanê tundî û zordestiya li ser kurdan bênavber dewam bike jî, potansîyela civakî ya ji bo bidestxistina mafên civakî tim zindî ye. Di mijarên mafên civakî û kulturî da civaka kurd ji rêxistinên siyasî yên kurd hişyartir e. Rewşeke wer li dar e; ku xebatên rêxistinên civakî, hêzên siyasî jî neçar dihêle, ku ji bo mafên civakî helwestekî berbiçav nîşan bidin. Di dehan salên vê dawiyê da xemsariya hêzên siyasî di motîvekirina civakê ya ji bo mafên civakî da motîvasyoneke neyînî derxist holê. Bandora xemsariya siyasetê di civakê de jî xemsariyek û libendêmayînek peyda kir. Ji ber ku her maf bi bidestxistina mafên siyasî ve hatiye girêdan, qadê civakî ji bo parastin û bikaranîna mafan û jiyandina kurdewariyê di helwestekî libendêmayînê da hatiye asêkirin. 

Potansîyela civakê ji bo zindîkirina kurdewariyê û jiyana civakî bi têra xwe neket nava liv û tevgerê. Mamosteyê zimanê kurdî Selahattîn Çam ê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîye, ev rewş wiha vegotiye: “Di derbarê kurdî da em bi xwe, xwe asîmîle dikin. Nivîskarên me ji ber ku kurdî zêde nayê xwendin, dîsa bi tirkî dinivîsin. Malbatên me bi zarokên xwe ra tirkî deng dikin. Berî her tiştî divê em bi xwe xwedî li zimanê xwe derkevin. Şûjinê di pêşiyê da di xwe ra, paşê di xelkê ra kin…

Di encama vî helwestî da têkoşîna ji bo parastina zimanê kurdî jî lewaz û bêbandor ma. Serî vê salê kampanyayeke berfireh ji hêla saziyên sivîl ve hatibû lidarxistin. Lê gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji bo dersên zimanê kurdî bi tenê ji bo 20 hezar zarokan serîlêdan hatiye kirin. Encama xemsariya ku bahsa wê tê kirin ev e! Di çalakiyên siyasî û yên ji bo mafên civakî de bi sedhezaran kurd daxwazên xwe biqîrin jî, mixabin ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî xemsariyeke berbiçav lidar e.

Van rojan jî li bakurê Kurdistanê û li hinek bajarên Tirkiyê kurdan ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî gelek çalakî lidarxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi çalakiyên bi slogana “li dijî asîmîlasyonê perwerdeya bi zimanê dayikê” bang li hikûmeta tirk kir, ku ji bo perwerdeya bi kurdî gavan biavêje. Di çalakiyan da daxwaziya perwerdeya bi zimanê kurdî ya ji pêşdibistanê heta zanîngehê hate kirin. Di çalakiyên îsal de ne tenê dersên bi kurdî, perwerdeya bi giştî bi kurdî hate kirin. Helbet ev armanceke rast e.

Pirsgirêka parastin û bipêşxistina zimanê kurdî ne meseleyek wisa ye, ku tenê di rojên destpêkirina perwerdeyê da bê bîra mirov û di salê da tenê rojekê banga wê bê kirin e. Ew mijareke wisa ye; ku dema mirov radeya asîmîlasyonê û hewldanên dewleta tirk bîne ber çavan, divê her rojên salê ew di rojeva kurdan da be.

Eger rengên kurdewariyê bên çilmisandin, yanî ziman û kultura kurdî di jiyana civakî da hindik an jî qet neyên bikaranîn û jiyandin; wê çaxê barê siyaseta kurdî jî ê hê girantir be û gîhiştina maf û armancên siyasî jî dê hê zehmettir be. Eger civaka kurdî bi deng û rengên xwe xemilandî, şidandî û rêxistinî be; wê çaxê bingeha ji bo bidestxistina mafên siyasî jî dê hê saxlemtir bibe. Li hemberî siyaseta dewletê ya kurdkuj û kurdîkujê him siyasî û him jî civakî xweparastina herî bibandor helwesta xwebûnê ye…

Doza kurdî mijareke siyaseta navdewletî ye û çareserî qasî bi têkoşîna kurdan, herwiha bi siyaseta navdewletî ve girêdayî ye. Lê di jiyana civakî da nirxên kurdî yên kulturî û civakî çiqas zindî û jîndar bin, bandora siyaseta kurdî jî ê di siyaseta navdewletî da ewqas zêde be. Ji ber vê yekê; di têkoşîna ji bo perwerde û bipêşxistina zimanê kurdî da pêwîstî heye, ku siyaset û civaka kurd di vê meseleyê da xwedî helwestekî hê hestyartir be…  

İlginizi çekebilir