Halil Dalkılıç: Vîrûsê koronayê, kapîtalîzm, karesat, hêvî…

Vîrûsê koronayê (Covîd-19) di nava du mehan de bû mijara sereke ya rojeva cîhanî. Ji Asyayê heta Amerîkayê, ji Ewropayê heta Afrîkayê her kes bahsa vê belayê dike.

Dema ev nivîs dihate nivîsîn, li seranserê cîhanê ji ber vî vîrûsî hejmara nexweşan ji 155 hezarî zedetir bûbû, hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê jî gihîştîbû 6 hezarî. 

Niqaş û analîzên ku têne kirin, tenê di nava sînorên mijara tenduristiyê de namînin. Herwiha bandora vê nexweşiyê û encamên pêkan ên di qadê siyasî û civakî de jî roj bi roj zêdetir tê analîzkirin. 

Siyatmedar, aborîzan, civaknas, dîrokzan ji bijîşk û pisporên tenduristiyê zêdetir diaxivin.

Li hêlekê, di nava çend rojan de tedbîrên li dijî nexweşiyê, girtina sînoran, sekinandina perwerde, çalakî û civînan, îlankirina rewşa awarte û karantînayên li bajaran û xebatên ji bo peydakirina dermanekî kêl bi kêl, saet bi saet tên jinûvekirin.

Li hêla din jî daxuyanî, nivîs û analîzên li ser bêçaretiya kapîtalîzmê û hêviya pêşketina sîstemeke wekhevîxwaz têne kirin. Ji analîzên çînî bigire heta ên li ser çarenûsa kapîtalîzmê û pêkaniya guherîna helwestên civakî û pêşketina helwestên piştgirî û hevkariya civakî têne kirin. 

Civaknasê Sloven ê bi navdar Slavoj Zîzek di derbarê encamên karesata Covîd-19ê de dixwaze moral û hêviyê bide mirovahiyê:

“Ev vîrûsê Covîd-19ê ê ku roj bi roj li seranserê cîhanê belav dibe, di heman demê de di qadê civakî de pêşiya vîrûsên îdeolojîk ên ji teqandinê re amade ne, vekir… Em dikanin hêvî bikin ku belkî vîrûsekî din ê îdeolojîk ê bifêde belav bibe û em jî pêkevin; vîrûsê xewna civakeke alternatîf, vîrûsê civakeke ji netew-dewletê wêdetir, a ku bi piştgirî û alîkariya gerdûnî pêk bê… Covîd-19 ê di heman demê de me neçar bihêle ku em jinû ve sîstemeke komînîst a li ser bingeha civak û zanîstê bibawer keşif bikin.“ (terrabayt.com) 

Bi navê tedbîrên li dijî vîrûsê hinek bi girtina sînoran û astengkirina têkiliyên mirovan, bixwazin bi nexweşiyên xwe yên îdeolojîk ên dijînsanî, ji hiş û rastiyê dûr û nijadperest verêşin jî, belkî xelkê Îtalyayê yê ku ji ber karantînayê di malên xwe de ase mane, lê derdikevin balkonên xwe bi moralekî mezin ber bi kolanên vala strana Çiao Bella distrin, hêviya kesên wekî  Zîzekî difikirin, bilindtir dikin.

Hinek jî her çiqas mîna Zîzekî hêvî bikin jî, rewş û mercên heyî ji bo pêşketineke mirovhez, wekhevîxwaz û piştgirîxwaz têrker nabînin. Evren Balta di nivîsa xwe ya birikimdergisi.com’ê de reşbînîya xwe ya di derbarê mijarê de wiha tîne zimên: “Cîhan di demeke bêşansiyê de bi vê krîzê re rû bi rû ma. Ev demeke ku siyasetmedar gorî seriyê xwe, bêyî guhdana daxwazên civakê tevdigerin, rastî tê darizîn, giramiya zanîstiyê tê niqaşkirin, demeke ku têkiliya siyasetê bi berpirsiyariyê re nemaye û demeke ku hevgirtin û piştgiriya gerdûnî pir kêm bûye ye..”. 

Kapîtalîzm di krîzekê de be jî û helbet gereke meriv ji bo sîstemeke însanî û wekhevîxwaz tim bi hêvî be. Lê ji bo pêşbîniyeke wekî ku ji ber karesata Covîd-19ê kapîtalîzm ê têk biçe û hilweşe, hê pir zû ye. Ji bo pêşbîniyên teqez ên wisa hê bi têra xwe dane li holê tune ne. 

Hêvî ev e ku di demeke kurt de dermanê vê belayê bê peydakirin û mirovahî jê xilas be. 

Eger pêşiya belavbûna Covîd-19ê nema bê girtin, mirovahî pirtir zirarê ji vî vîrûsî bigire û karesat hemû mirovahiyê hilgire bin bandora xwe, helbet ji bo mirovahiyê rewşeke nû ê rû bide. Meriv ji tecrûbeya dîrokî dikane hinek pêşbîniyan bîne zimên.

Lê her krîz bi xwe re nêrîn, merc, îmkan û helwestên nû tîne. Rewşên nû ê hêviyên nû bi xwe re bînin û mirovahî ji bo sîstemeke adil tu caran bêhêvî namîne…

 

İlginizi çekebilir