Berê di pirsgirêkên navdewletî, ên dîrekt bi Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ve girêdayî yanî ên bi dewletên Kurdistan dagirkirine re elaqeder de tim zirara herî mezin dihat serê kurdan. Îro dîrekt di nav pirsgirêkê de nebin jî, ev dewletana her pêşketina navdewletî jî wekî firsendekî bikartînin û zilm û zordariya li ser kurdan zêdetir dikin. Belkî piştî zirara herî mezin a şerê li Ûkraynayê dîsa kurd dibînin…
Li hêlekê Tirkiye, li hêla din Îran û Iraq bi êrîşên heman demî di nava hewildanên bêhêzkirina destê kurdan de ne. Çavê raya giştî ya cîhanî li ser şerê Rûsyayê ê li Ûkraynayê ye. Lê Tirkiye êrîşên xwe yên li ser kurdan ên li Rojava û li Başûr bênavber dewam dike. Îranê du hefte berê bi moşekan êrîşî Hewlêrê kiribû û roja 28.03.21ê jî hêzên girêdayî Îranê Haşdî Şeîbî li Bexdayê êrîşî buroya PDKê kirin. Ji xwe rewşa Rojava li ber çavan e û dewletên serdest bo vî parçeyî hê jî bahsa statûyekî siyasî nakin…
Şerê li Ûkraynayê ê di navbera Rûsya û NATOyê de, wekî eniyeke din, li Kurdistanê di nava Tirkiye û Îranê de, lê li dijî kurdan tê kirin; bombeyên wan di serê kurdan de diteqin û wekî her carê, dîsa tenê kurd dimirin.
Bi şerê Ûkraynayê re otokratekî mîna R.T. Erdogan û rejîma tirk a nedemokratîk û dijî mafê mirovan dikanin xwe wekî navbeynkarê agirbest û aştiyê bifiroşin û bidin qebûlkirin. Cîhana rojava li hemberî bi rojane bombekirina kurdên Rojava û Başûr heta niha qet dengê xwe nekirine.
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê hesabên xwe li ser dirêjkirina şerê li Ûkraynayê bikin jî xuya ye ku aliyên şer, dixwazin vî şerî dirêjtir nekin û her du jî bi formûlekî ku pê kanibin xwe wek serkeftî bidin diyarkirin, ji tawizdayînê re amade ne. Ji xwe nûnerên Ukrayna û Rûsyayê li Stenbolê hatin cem hev (29.3.22) û belkî herdu aliyan bo cara yekê ji bo sekinandina şer bahsa gavavêtinê kirin.
Ji ber siyaseta Tirkiyê û a Îranê a dijkurd li Başûr siyaseta kurdî roj bi roj lewaztir dibe û dahatuya destkeftinên kurdan şêlûtir dibe. Li hemberî siyaseta van dewletan siyaseta kurdî parçe parçe ye û ew bi metirsiya windakirina statûyê siyasî û destkeftinên din re rû bi rû ne. Helbet kurd jî bi siyaseta xwe ya bêperspektîf, marjînal û belavele zemînê ji êrîşên Tirkiyê û Îranê re amade dikin û meydanê ji lîstikên wan re wek bêxwedî dihêlin.

Bi giştî; siyaseta şer a dewletan a li herêmê herî zêde serê kurdan diêşîne. Heta ku li Sûriyê û Iraqê û helbet li Ûkraynayê bêaramî û şer dewam bike, kurd jî tu rihetiyê nabînin.
Kî bi kê re şer bike, wekî her carê dîsa serê kurdan diêşe û kurd dibin hedefa êrîşên Tirkiye û Îranê. Ev herwiha tê wê wateyê ku rewşa kurdan û a Kurdistanê bi pêşketinên navnetewî ve dîrekt girêdayî ye. Helbet ev jî tê wê wateyê ku rewşa kurdan bi rewşa xelkên din ve û siyaseta kurdan bi siyaseta navnetewî ve girêdayî ye.
Ev rastî eger bi siyaseteke rast a netewî bihata pêşwazîkirin, diviyabû ku kurd wê wekî firsendekî bikarbînin û destkeftinên xwe berfirehtir bikin. Lê eger, wekî ya îroyîn, bi siyaseteke lewaz û pûç bê pêşwazîkirin, helbet ew ê bibe wekî sedemê perçiqandina di bin lingê fîlan de jî. Yanî di rewşeke aloz de serkeftin, bi amadebûnê li beriya wî tê bidestxistin…
Di rewşeke wisa de; pêwîstiya kurdan bi siyaseteke rêk û pêk, bixwebawer, demokratîk û xwedî perspektîfeke saxlem a civakî heye. Eger siyaseta kurdan xwedî perspektîf û pratîkeke rast û netewî bibûya; Tirkiye û Îran nedikanî her pêşketina navdewletî wekî firsendekî êrîşbirina ser kurdan bikar bîne. Berovajî vê yekê, her peşketina herêmî û navnetewî ê bibûya sedemê bihêzkirina rolê kurdan û pê re statû û destkeftinên kurdan ê hê saxlemtir bûna…