Halil Dalkılıç: Tirkiye ê kengê ji Rojava derkeve?

Şerê li Îdlib a Sûriyê her diçe gurtir dibe. Çend roj berê hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê bi dehan leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan kuştin.

Di pevçûnan de gelek leşkerên Sûriyeyî jî hatine kuştin. Tirkiye li ser vê yekê ji NATOyê alîkarî xwest û wekî firsendekî ku dipa ku barê xwe siviktir bike; bi awayekî dijhiqûqî û dijînsanî bi dehhezaran penabêrên Sûriyeyî bi otobûs, bot û keştiyan ber bi Ewropayê ve bi rê kir. Ev çend roj in çapemeniya cîhanî vê dramayê radixe ber çavan.

Dewletên rojavayî (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) jî demildest piştgiriya xwe ya bi Tirkiyê re aşkere kirin. NATOyê ji Sûriyê xwest ku operasyonan bide sekinandin. Rûsyayê hewl da xwe ji meseleyê pak bike û daxuyand ku leşkerên Tirk ji hêla hêzên Sûrîyê ve hatine kuştin. Didanê xwe ji Tirkiyê re zêde tûj nekir, nerazîbûna xwe bi daxuyaniyên hevkêş anî zimên û nexwest xwe wek aliyekî şer nîşan bide…

Piştî ewqas daxuyaniyên ezop ên dîplomatîk hişê xelkê tevlîhev e. Kî ê bi kê re çi bike û kîjan gavan biavêje, zêde nayê fam kirin. Amerîka ê fuzeyên Patrîotê bişîne an na? Çi li serê fuzeyên S400 ên ku bi 2 mîlyar dolarî ji Rûsyayê hatibû kirrîn, hat?

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê çima cîhadîstan û dagirkeriya Tirkiyê diparêzin? Gelo Îdlib ne axa Sûriyê ye, arteşa Tirk li Sûriyê çi digere? Erdogan çima meseleyê bi Kurdan re elaqedar dike û hwd…

Ji ber ku rûdan û daxuyaniyên siyasî zêde nakeve serê xelkê, vê carê wekî dema dagirkirina Efrînê, piştgiriyeke berbiçav ji rejîma Erdogan re nayê nîşandan. Hikûmeta Tirk û Erdogan civakê bi çavtirsandinê bêdeng û bêtevger dihêle.

Helbet raya giştî ya Kurdî dixwaze arteşa Tirk û cîhadîstên girêdayî wan ên rojavayê Kurdistanê û bakurrojavayê Sûriyê dagirkirine, paşve bikişin. Hebûna arteşa Tirk û cîhadîstan a li herêmê xelkan diêşîne, pirsgirêkan zêdetir dike, jiyan û aramiyê ji holê radike û helbet ew ji herêmê bêne derxistin, belkî pirsgirêkên herêmê ê hê hêsantir bêne çareserkirin.

Lê tenê libendêmayîneke wisa ne realîst û rastîbîn e: Rûsya û Sûriye, îro nebe jî sibê, ê arteşa Tirk û cîhadîstan ji herêmê derêxin û Efrîn û navçeyên din ên Rojava ê bişûnde ji Kurdan re bimînin, xelkê herêmê ê vegere malên xwe û li herêmê aramî ê pêk bê…

Wer xuya ye ku hewldanên Tirkiyê bi giştî ji bo xwe mayîndekirina li ser axa Sûriyê ye.

Belkî tevahiya herêma Îdlibê û kontrola rêyên stratejîk M4 û M5ê nebe jî, li bakurrojavayê Sûriyê gund û navçeyên qasî 30 km nêzî sînorê dixwaze dagir bike, demografiyê biguherîne, bi taybetî Kurdan ji herêmê derxîne û civakên Tirk û cîhadîst li wan deran bicî bike, destketiyên Kurdan hilweşîne, rêveberî û saziyên wan deran gorî berjewendiyên xwe ava bike û di nava xirecira dîplomasiya navdewletî de bi dek û dolaban defacto hinek herêmên Rojava girêdayî xwe bike…

Eger gorî berjewendiyên wan be; ne Amerîka, ne Yekîtiya Ewropayê ne jî Rûsya ê li dijî dagirkeriya Tirkan derkevin. Ji xwe li ber çavan e; Amerîka û Yekîtiya Ewropayê hê jî Tirkiyê û cîhadîstan motîve dikin ku êrîş û dagirkeriya li axa Sûriyê û Rojava dewam bikin. Ji ber vê yekê; gereke Kurd nekevin dûv xewn û xeyalan.

Bi siyaseteke ji bo yekîtiyê û dîplomasiyekî xurt ê bi her hêza navnetewî re, lê bêyî tenê libendêmayîneke ji Amerîka an jî ji Rûsyayê, têkoşîna xwe bi hêza xwe û ji bo pêkanîna armancên xwe her dewam bikin. Divê neyê jibîrkirin ku ên ku ji bo dagirkirina Rojava pêşiya Tirkiyêvekirin, ên niha pozbilindiya wê dişkînin û ên ku hê jî pişta wê mist didin ku ew şer geş bike heman hêz in…

 

İlginizi çekebilir