Halil Dalkılıç: Serê xwe bi xwe bixurin!

Çarenûsa xelkên li Pêşasya, Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji mêj ve ye, ku ne di destê wan de ye. Qey wan di dîrokê de jiyana xwe bi vîna xwe bi rêve birine an na; zêde ne diyar e. Him desthilatdarên wan ên paşverû û despotîk û him jî dewletên mezin ên rojavayî qedereke wisa a wekî li ser xeta jiyan û mirinê ji wan re rewa dîtine û dibînin. Ji xwe xelkên cîhana rojavayî jî li pêrîşaniya xelkên rojhilatî wekî ku ew dîmen û çîrokên dem û çaxên cûda ên li cîhaneke cûda ne, guhdar û temaşe dikin…

Êdî ev demek e, heman ewrên reş ên kaos, tevlîhevî û bêhêviyê li ezmanê Ewropayê jî digerin. Pandemiya coronayê bixwebaweriya ‘mirovahiya pêşketî’ şikenand. Şerê Rûsya û NATOyê ê li Ûkraynayê bêçaretiya mirovahiyê raxist pêş çavan û niha di ser van de bi bilindbûna bayê popûlîzmê û a desthilatdarên despot û nijadperest xelkên cîhana rojavayî ketine nava tirs û xemê. Roj bi roj rêwşa Ewropayê ya 80 sal berê, a dema Hîtler û Nazîyan tê bîra mirovan.

Mirovahî di vî çaxî dîjîtalîzasyonê de ketiye xema aramî û hebûna xwe. 

Nûnerên dewletên mezin ên rojavayî ku ji ber şerê li Ûkraynayê nikanin gotineke ku mirov pê bawer  û îkna bibe, bikin, niha li hemberî bilindbûn û mayîndebûna siyaseta popûlîst a nijadperest kerr, kor û lal in.   

Di bin siya şerê Ûkraynayê de li Macarîstanê hilbijartina parlamentoyê hate kirin. Li hemberî Serokwezîrê popûlîst Vîktor Orban 6 partiyên opozîsyonê bûne yek, lê nikanîn li wî bikin. Partiya Orban Fidesz (Yekîtiya Hemwelatîyên Macar) bi Partiya Gel a Xrîstiyan Demokrat (KDNP) ji opozîsyonê ji sedî 18 zêde deng bi dest xist û bi ji sedî 53yê dengan cara pêncan bû desthilatdar. 

Helbet Macarîstan û Tirkiyê xwediyê dînamîkên cûda ên aborî, siyasî û cografî ne. Lê meriv dikane wer bêje, ku Orban, Erdoganê Macarîstanê ye. Wekî Erdoganî Tirkiyê, li Macarîstanê Orban jî hemû hêza saziyên dewletê tenê ji bo siyaseta xwe bikar tîne û ji sedî 80ê yê medyayê di destê wî de ye û tenê ji bo wî propagandayê dikin. Di siyasetê de jî Orban wekî Erdogan popûlîst û pragmatîk e; di nava Rûsya û Ewropayê de diçe û tê û ji herduyan sûdê werdigirie. Civakê parçeyî dike û bi tirsê pirştgiriya ji bo xwe tim zindî dihêle. 

Ji hêla Tirkiyê ve, ne tenê desthilat, herwiha muhalefet jî dişibe a Macarîstanê. Li her du welatan muhaletef tenê siyaseteke wekî berteknîşandana li hemberî gotinên serok an serokwezîr dike û nikane bernameyeke ku bandorereke erênî li jiyana civakî bike, pêşkêş bike. 

Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy encamên hilbijartina Macarîstanê û lêçûnîyên siyaseta her du welatan wiha analîz dike û ew jî balê dikişîne ser rewşa muhalefeta Tirkiyê: “Derket holê; ku tenê dijderketina li Orban ji bo serketina hilbijartinê têrê nekir. Niha muhalefeta Tirkiyê bahsa şûnde avakirina sîstema parlamenteriyê dike, lê heta niha xeynî guftûgoyan tu projeyekî berbiçav daneanîne pêşiya civakê. Di civakê de daxwaziyeke mezin a ji bo guherînê heye, lê muhalefetekî ku tercûmaniya vê daxwaziyê bike tune ye. Eger muhalefet ji bo aştiya civakî bi israr û bibîryar bi projeyên cidî dernekeve pêşiya civakê, encam jî ê wekî rewşa muhalefeta Macarîstanê bibe…

Yanî li Tirkiyê di hilbijartina ku bê kirin de garantiyeke hilweşîna rejîma Erdogan û avabûna rejîmeke demokratîk tune ye. Li Tirkiyê belkî partiyên muhalîf hene, lê mixabin siyaseteke muhalîf tune ye…

Îro wijdanekî navnetewî ê xwedîhêz ê ku ji birînên xelkên di bin rejîmên zordest de dijîn re bibe derman jî tune ye. Bêaramî û tirs li seranserê cîhanê belav dibe û li hemberî vê yekê hêzeke ku xwe wek çare bide pêş xuya nake. Herkes muhalîfên xwe bi şîdet û şerkirinê ditirsîne. Lîderên wekî Pûtîn, Orban û Erdogan bi qedera xelkan dilîzin û li hemberî wan ên din carina pişta wan germ dikin, carina jî tenê qîreqîrê li wan dikin. Lê kirinên despotan ji wan re dimîne…

Yanî divê herkes serê xwe bi xwe bixure. Helbet kurd jî…

İlginizi çekebilir