Halil Dalkılıç: ‘Şaristaniya kujende’ û xweparastin

Di medya cîhanî de car caran wêneyên leşkerên zarok an jî zarokên çekdar ên ji xelkên feqîr ên başûrê Asya, Pêşasya, Rojhilata Navîn û Afrîkayê têne weşandin û dîmenên wisa wekî nîşana paşdemayîn û ji bêparmayîna ji şaristaniyê ya xelkên van herêman tên pêşkêş kirin. Helbet ew çekên di bazarên van xelkên ‘paşdemayîn’ de bi hêsanî tên kirrîn û firotin jî yên ew dewletên ‘medenî’ ne.

Di vî çaxî de her nirx û hestên mirovî ji bo berjewendiyên dewletên mezin ên rojavayî tên manîpûlekirin û wek navgînên bazara mirovkujiyê tên bikaranîn. Ev bazar bi gotinên wekî ‘aştî, mafên mirovan, aramî û demokrasiyê’ tê geşkirin!..

Çend roj berê li Florîda ya Amerîkayê zarokekî 2 salî bi çeka ku pê dilîst, bavê xwe kuştiye. Êdî wer lê bûye, ku li Amerîkayê çek bûne wekî lîstokên zarokan. Meha çûyî (gulan 2022) jî dîsa li Amerîkayê ciwanekî 18 salî di dibistanekê de 18 zarok û 3 mamoste kuştibû. Bûyerên wisa êdî wekî nûçeyên ketûber û jirêzê tên pêşwazîkirin.

Mirovahî gav bi gav ber bi şaristaniyeke nû a ‘kujende’ ve dimeşe…

Sosyologê Amerîkî Immanuel Wallerstein (1930-2019) krîza sîstema kapîtalîst wiha analîz dike; “ji ber lewazbûna hêza hegemonîk a Amerîkayê û krîza aborîya kapîtalîst, piştî sala 1990î di qadê navnetewî de her çiqas hevkarî û tîfaqên nû pêş bikevin jî, heta sala 2050yan li seranserê cîhanê kêmahiya aştî, îstîqrar, aramî û rewabûnê ê bê jiyîn…” (Piştî Lîberalîzmê, 1998)

Wer aşkere ye, ku pêşbîniyên Wallersteinî pêk tên û îro ‘îstîqrareke mîlîtarîst’ a navnetewî li dar e.

Li seranserê cîhanê siyaset û jiyana civakî di bin bandora şer û mîlîtarîzmê de ye. Ji ber siyaseta dewletên serdest, bi taybetî jî ên rojavayî, di bin sloganên “parastina rejîmên demokratîk û pêşxistina aramiya cîhanî” de li başûr û pêş Asya, Rojhilata Naverast û Afrîkayê şer tu caran kêm nebûye û li van herêman hejmara rejîmên otorîter û dîktatorî hê zêdetir bûne. Û di dawiyê de îro şer êdî gîhiştiye axa Ewropayê jî…

Mixabin şerê dawî ê ku Rûsyayê bi dagirkirina axa Ûkraynayê da destpêkirin jî, siyaset û dîplomasîya navnetewî bi giştî daxist radeya qîreqîra bazara çekan. Şerê li Ûkraynayê, herwiha şerên din ên li Asya, Rojhilata Naverast û Afrîkayê wekî firsendê biçekbûn û çek firotinê tên bikar anîn.

Rûsyayê ji bo astengkirina berfirehtirbûna hevkariya NATOyê Ûkrayna dagir kir. Lê NATO piştî pêngava Rûsyayê ya dagirkirina Ûkraynayê, sînorên xwe hê berfirehtir dike û Swêd û Fînlandê jî, ku ev dewletana di ‘dema şerê sar’ de jî bêalî mabûn, tevlî tîfaqa xwe dike. Herwiha Almanyayê ji bo arastina arteşa xwe 100 mîlyar dolar amade kir. Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baebock a ji Partiya Keskan (Die Grünen) bi gotinên; “divê aştî û azadî bi leşkerî jî bê parastin!” xwedî li vê biryarê derket. Ev gotinana li guhê mirov çiqas xweş tên; ne wisa!?.

Siyaset û dîplomasiya dewletên rojavayî û li hemberî wan siyaseta Rûsyayê, ne demokrasî û pêşxistina mafên mirovan û ne jî têkbirina nasyonalîzmê û pêşxistina aramiya cîhanê pêk anî. Lê, li şûna wê yekê; siyaseta serdestan bû sedema totalîterî, dîktatorî, zêdebûna rejîmên dijdemokrasî û li seranserê cîhanê berfirehbûna bêaramiyê…

Mîlîtarîzm tu caran ji siyaseta Tirkiyê kêm nebûye û îro jî ne tenê saziyên dewletê û qadê siyasetê, herwiha civak jî him bi fermî û him jî nefermî tê mîlîtarîzekirin. Ne tenê rêxistinên wekî Jitem, Sadat û gelekên din ên ji hêla rejîma Erdoganî ve bêhiqûqî û tenê bo parastina xwe û hevalbendên xwe hatine sazkirin; herwiha civak jî tê biçekkirin. Di nava civakê de jî kirrîna çekên şexsî roj bi roj zêdetir

dibe. Parlamentera CHPê Tuba Torur aşkere kir, ku ji 2018an vir de hejmara kesên ku destûra xwedîçekbûnê girtine, ji sedî 100 zêdetir bûye. Helbet him fermî û him jî nefermî; hedefa van çekan kurd û hinek kes û komên muhalîf in.

Xûrtbûna mîlitarîzmê hêviya mirovahiyê ya ji bo ‘cîhan û jiyaneke aram’ şêlo dike. Ev rewş ji bo kurdan û xelkên bindest metirsî û tirsê hê mezintir dike.

Îro siyaset û dîplomasîya navdewletî piranî xizmetî mîlîtarîzmê; yanî xizmetî bazara çekan dike. Wekî qurbaniyên vê siyaset û diplomasiyê, pêwîstîya kurdan bi hêzêke xûrt a siyasî û dîplomatîk heye, ku pê bikanin xwe ji hedefa çekan dûr bixin û xwe biparêzin…

İlginizi çekebilir