Halil Dalkılıç: Saleke Kurdistanî

Bi hatina dawiya salê re her kes analîzên bûyer, rûdan û pêkhateyên sala çûyî û pêşbîniyên sala têyî dike. Dema mirov xwe ji detayên nerênî rizgar bike û pêşketinan bi giştî bîne ber çavên xwe, destketî an jî wendahiyan baştir dibîne.

Di pirsgirêkên civakî de car caran aktorên di rûdanên detayî de wek binketî, lewazbûyî xuya dibin, di tabloyê giştî de wek ê serketî derdikevin pêşiya mirov. Rewşa giştî a Kurdan jî wer xuya dike…

Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê her biêşin jî, di tabloyê giştî de wek aktorê serketî derdikevin pêş. Meriv tenê li bûyer û rûdanên sala çûyî (2019) mêzeke, ê vê rastiyê çêtir bibîne. 

Rast e, mirov nikane bahsa bûyerek, lihevhatinek, garantîyek an jî peymaneke navnetewî a ku dilê Kurdan giştan şakirî bike. Êrîş û zulma dewletan û ên hevkarên wan, têkoşîn û berxwedana giranbedel a li her çar parçeyan, tevlîheviya siyasî a li her çar dewletên serdest û pragmatîzma dewletên serdest ên cîhanî a kurdkuj û pêşerojeke şêlû…

Di nava vî tabloyî de Kurd wek aktorê neserketî xuya bin jî, tiştê ku analîzên reşbînî bêbandor dihêle, Kurdistanîbûna Kurdan e! Kurd êdî bi Kurdistanî hîs dikin, bi Kurdistanî bertekê nîşan didin, bi Kurdistanî difikirin, bi Kurdistanî diêşin û bi Kurdistanî şa dibin… Li ku derê be bira be, ji kîjan parçeyî be bira be, bûyer an rûdanek li kîjan parçeyî û li dijî kîjan Kurdekî be bira be; Kurd di heman demê de bi heman hestan û heta radeyekê mîna hev bertekê nîşan didin.

Li gel vê yekê; Kurd belkî di dîrokê de ev cara yekê ye ku ewqas dibin rojeva cîhanî û her kes bahsa têkoşîna wan dike. Bi aktorên serdest ên cîhanî; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê û herwiha bi dewletên di bin sîwana Yekîtiya Ewropayê (YE) de re di her radeyê de dîplomasî tê kirin.

Siyasetmedarên Kurd li parlamentoyên cîhanê derd û kulên Kurdan tînin zimên. Têkoşîn û berxwedana Kurdan a ji bo azadiyê li seranserê cîhanê ji hêla xelkan ve bi sempatîyeke mezin tê pêşwazîkirin û ev sempatî bandorê li siyaseta dewletan dike.

Sîstemên dewletên ku Kurdistan parve kirine ji bingehê ve dihejin. Rejîmên her çar dewletan sala çûyî bi rewşeke lewaztirîn û bêhêztirîn a dîrokî re rû bi rû man û ev rewş her diçe kûrtir dibe. Li Iraqê sîstema dewletê xitimîye, alozî û şerê navxweyî her berdewam e, pergala dewletê pîne nagire. Rejîma Sûriye bêyî Rûsyayê ê çiqas wek dewlet li ser pê bimîne û bi dawîhatina şer re rewşeke çawa ê rûbide, ne diyar e.

Rejîma mollayan a Îranê tevlîheviya li hundir, nerazîbûn û bertekên xelkê bi zulm û zordestiyê vedimirîne û vedişêre. Tirkiye êdî ji pergala dewletbûnê derketiye, her saziyên rejîma dijkurd gorî gotin û daxwazên Serokkomar R.T.Erdogan ê ku desthilatiya xwe ya bêhêztirîn û lewaz bi rê ve dibe, tevdigere û eger tiştek were serê wî, kaosekî çawa ê rûbide û rejîm ê çawa li ser pê bimîne, tu kes nikane tiştekî pêşbibîne…  

Belkî cara yekê ye ku Kurdên ji her parçeyî û ji her siyasetên cihê bahsa yekîtiya Kurdan dikin. Ev xwestek hemû partî û organîzasyonên siyasî xist bin bandora xwe. Ber bi dawiya salê ve ji bo lihevhatina navxweyî li Bakur û Rojava hewldanên berbiçav pêk hatin. 

Tabloyê ku di sala 2019an de rûdaye, nîşan dide ku ji bo destketiyên mayînde têrî xwe potansîyel heye û ê mayî girêdayî huner û behremendiya Kurdane.  Partî û organîzasyonên Kurd gişt neçar in ku siyaset û pratîka xwe gorî vî tabloyî ji nû ve binirxînin û ev firsendê dîrokî ê rûdayî ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê bikar bînin. 

Sala 2020, sala nû bi xêr were, hêviyê bilind bike, deriyê azadiyê veke!..

İlginizi çekebilir