Halil Dalkılıç: Proje û çokê kurdan

Pergal û sîstemên dewletî ên ku sed sal berê bi awayekî ‘çêkirî’ û wekî proje li serê xelkan hatine honandin, îro jî xwe nagirin. Piştî Şerê Cîhanî ê Yekemîn (1914-1918) dewletên ku li Rojhilata Naverast hatibûn avakirin (Tirkiye, Iraq, Sûriye, Libnan û ên din) hemû wekî projeyên dewletên serdest ên wê çaxê (wekî Îngîltere, Fransa, Îtalya û hwd) hatine damezrandin. Bi sînorên ne gorî rastiya civakan pir dewlet hatin avakirin.

Ax û warên xelkan bi sînorên çêkirî wer ji hev hatin veqedandin, ku bi taybetî civakên kurd û ereb hatin parçe parçe kirin. Ew dewletên wekî proje hatine avakirin (Tirkiye, Iraq, Sûriye û yên din) îro hê jî tam nebûne wek dewletên nûjen. Pergal û saziyên van dewletan bi şiklî mane û naxebitin. Bi destê malbat, kom û rejîmên zordest bi darê zorê û bi piştgiriya dewletên serdest ên cîhanî li ser pê têne hiştin. Enerjiyên xelkan jî bi pevçûnên ‘plankirî’ tê tunekirin. Îro jî rejîmên Tirkiye, Iraq, Sûriye û ên gelek dewletên din li serê xelkan bûne wekî bela…

Projeyên netewdewletê li her derê tim bi qirkirin û jenosîdan pêk hatine. Li Ewropayê jî wer bûye, li Tirkiyê, li Rojhilata Naverast, li dewletên ereb, li Pêşasya û li Afrîkayê jî… Di dema avabûna Komara Tirkiyê de (1923) rastiyeke civakî ya ku pê netewdewletek ava bibe, tune bû. Di bin desthilatdariya Dewleta Osmanî de bi dehan xelkên ji dehan etnîsîte û olan hebûn. Ji ber vê yekê, Komara Tirkiyê jî wek projeyekî hatiye dîzaynkirin.

Hemû sazî û hişmendî yanî îdeolojiya împaratoriyê bi giştî hate hilweşandin û bi hişmendiyeke nû (netewdewlet) dewletekî xwedî pergala komarê hate avakirin. Ne tenê hêzên navdewletî, herwiha komên desthilatdar ên tirk jî damezrandina komara nû bi awayekî pêkanîna projeyekî siyasî û civakî hilanîn dest.

Benzer haberler

Hasbey Köksal: Yadîn

Desthilatdariya tirk a wê çaxê, projeya avakirina dewleta nû li ser bingeha paşguhkirin û jiholêrakirina kultur, etnîsîte, ol û hemû nirxên civakî ên ‘netirk û nemisilman ê sûnî’ amade kirin û paşê bi vî awayî bi rê ve birin. Xwediyên rejîma nû li şûna rastiya civakî a wê çaxê bi nirxên ‘çêkirî’, avakirina civakeke ‘nû’, kirin wek armanca dewleta nû. Lê ew projeya ji rastiya gelan dûr, helbet gorî dilê desthilatdarên tirk pêk nehat.

Kirasê netewdewletê li xelkan, bi taybetî jî li Kurdan nebû. Projeya netewdewleta tirk-sûnî heta îro tam negîhiştibe armanca xwe jî, ev proje li serê xelkan teqiya; siftê li serê yên ne misilman (ermen, rûm, asûrî-sûryanî, kurdên êzîdî û elewî) û paşê li serê kurdên din. Plana Islahkirina Şerqê (1925) hûrgilîyên gavên ji bo pêkanîna netewdewletê yên ku li Kurdistanê û li dijî kurdan bêne avêtin nîşan dide. Ji berxwedana Şêx Seîd (1925), paşê a Agirî û heta berxwedana Dêrsimê (1937-38) ji bo sazîkirina netewdewleta tirk-sûnî bi dehhezaran kurd hatin qurbanîkirin.

Wekî ku lêkolîner-nivîskar Mehmet Bayrak formûle dike; Plana Islahkirina Şerqê, yanî jiholêrakirina hebûna kurdî û kurdayetiyê bi ‘Heft T’yan (Tedîb (terbîyekirin), Tenkîl (bi cezakirin), Taqtîl (qirkirin), Tehcîr (koçberkirin), Temsîl (asîmîlekirin), Temdîn (medenîkirin) û Tasfîye (jiholêrakirin) hatiye pratîzekirin. Dewleta nû belkî li hemberî berxwedanên Şêx Seîd û Agiriyê hê tam organîze nebûyîbû, lê êrîşa li ser Dêrsimê tam bi amadekariyeke ji bo jenosîdekê hatiye bi rê ve birin.

Metodên jiholêrakirin, qirkirin, cezakirin, koçberkirin, terbîyekirin, asîmîlekirin û medenîkirinê bi hev re li dijî kurdên Dêrsimî û hemû kurdan hate tetbîqkirin. Di sed salan de rastiya kurdî û kurdewariyê heta radeyekê hatiye tarûmarkirin, çilmisandin û lewazkirin, lê projeya netewdewletbûna Tirkiyê hê jî bi giştî pêk nehatiye û nîvçe maye.

Wekî ku pîr Seyîd Riza gotiye; li hemberî her curê zilmê wan kurdan “çok danenîne erdê!” Proje ‘neteweke tirk a nûjen’ dernexist holê û êdî ji projeyekî netewdewlet bûnê wêdetir, tenê wekî projeya tunekirin û jiholêrakirina hebûna kurdan û kurdewariyê tê pratîzekirin. Lê wer xuya ye; ku çokê kurdan hê saxlemtir e û bi hêsanî nayê erdê…

İlginizi çekebilir