Halil Dalkılıç: Ozgur Ulke û çakêtê min…

Ez di heft saliya xwe de ji bo xwendinê hatime Dîlokê. Heta wê çaxê min bajar nedîtibû. Ji ber wê, saziya yekemîn a dewletê ku ez lê rast hatim, dibistan bû. Paşê mamosteyan, kesên mîna ku dewletê temsîl dikin di mêjiyê min de cih girtin.

Wê çaxê bi wan kincên ku me li xwe dikir jî hîseke xerîb li min peyda dibû. Heta ku min zanîngeh xwend, di dorhêla dibistanê de ez tim û tim mîna kesekî xerîb bûm. Ji ber wê yekê ye, ku ta ji wan çaxan heta îro ji fermîbûn yanî ji resmiyetê hez nakim.

Ji cihên resmiyetê û ji kesên resmî direvim û li derên werga û li hemberî kesên werga xwe nikanim rind bînim zimên. Ji lîseyê şunde, xeynî çend caran fotograf kişandinê, min tu caran kincên resmî, çakêt û qerewat jî li xwe nekiriye… 

Piştî ku ez ji zanîngehê mezûn bûm û dîplomaya endezyariya makîneyê wergirt, bavê min mîna diyariyekê kincekî resmî, çakêt û pantorek ji min re da dirûtin. Hingê min qeyda xwe ya wek endamê Odeya Endezyaran kir û ji wir karteke nasnameyê ya endamtiya saziyê wergirt. 

Çend meh şunde, di destpêka Hezîrana 1994an de, bona li navenda rojnameya Ozgur Ulkeyê bixebitim, çûme Stenbolê.

Ji bo rêwîtiyê ji Dîlokê heta Stenbolê, min ew kincê ku bavê min ji min re dabû dirûtin li xwe kir û karta nasnameya ezdezyariyê jî min xiste bêrika xwe. Bi wî halî heta ku hatim avahiya rojnameyê, ez di nava xwedanê de mabûm.

 Ji ber ku tu nasên min ên ku ez biçûma li hinda wan bimama nebûn, hevalan di mêvanxaneya rojnameyê ya li qatê jor ê avahiya rojnameyê de cihek dane min. Min ew çakêt û pantor ji ser xwe avêt û êxist dolaba kincan a mêvanxaneyê. Ji ber ku tu karê min pê tune bû, ew karta endamtiya Odeya Endezyariyê jî min di bêrika wî çakêtî de hişt…

Paşê min wek Midûrê Berpirsiyar ê Karê Nivîsaran ê Ozgur Ulkeyê dest bi kar kir; lê di mehekê de li dijî min ji sedî zêdetir doz hatin vekirin û zêde dem derbas nebû, di dawiya Tîrmehê (1994) de hatim girtin. 

Mîna girtiyekî siyasî yê ku ‘propagandaya rêxistina ku hewldide welatê parçe bike, kirî’ tevlî dora şeşsed girtiyên din ên Kurd di Girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê de mam. Ne derew e; ji ber ku li Stenbolê min tu kes nas nedikir, piştî du mehan cara yekê bû ku stresa min belav bû û min di nava hevalan de hinekî rehetî dît…

Parêzer ji min re gotibû di nava du mehan de tu ê derkeve; lê pênc meh di ser re derbas bûbûn hê jî ez di zîndanê de bûm. Di serê sibeha roja 3yê Berfanbara 1994an di nav hevalan de livandinek çê bû. Paşe bi belavbûna xeberê ‘Ozgur Ulke hatiye bombekirin’ re herkesî xwe avêt holê.

Bi dengeke ku, dîwarên girtîgehê nikanîbû asteng bike, slogana ‘Kurdistan ê bibe goristana faşîstan!’ gîhişt ezmên. Mîna ku her kes hewlbide dengê xwe bigihîne dûmana ji avahiya Ozgur Ulkeyê bilind dibû û li ezmên belav dibû… 

Du hefte şunde ji girtîgehê hatim serbestberdan û bi hevalekî re çûm avahiya rojnameyê ya hatibû bombekirin. Ji ber ku destûrname ji qadê jor ê dewletê hatibû, encama êrîşê pir serkeftî xuya dikir!.. Stûnên bi şewatê reşbûyî yên xaniyekî û her der, her tişt şewitî; parçeyên kompûteran, xweliya kaxezên rojnameyan, dîwarên hilweşiyayî…

Ew çakêtê min ê ku ji ber ku diyariya bavê min bû, min li xwe kiribû û karta min a nasnameya emdamtiya Odeya Endezyaran jî şewitîn. Bi wan re, wek Kurdekî ku nirxên xwe yên însanî, xwezayî û Kurdewarî tim û tim di dilê xwe de parastî, têkîliya min a bêdil a di heft saliyê de bi dewletê re destpêbûyî jî hilweşiya û şewitî!..

*

Jêrenot: Ev nivîs di roja 05.12.12an di rojnameya Yeni Özgür Politikayê de hatibû weşandin…

İlginizi çekebilir