Halil Dalkılıç: “Ma vî dewletî li kurdan çi kiriye?!.”

Êdî wer bûye, ku çi were serê kurdan û çi zulm li kurdan were kirin, ji hêla raya giştî ve wekî bûyerên asayî tê pêşwazîkirin. Li hemberî pratîka dewleta tirk a dijînsanî xeynî beşek ji kurdan, ji tu kesî dengeke însanî dernakeve. Li hundir û li derveyî welat teatraya sê meymûnan li dar e; “min nedît, nebihîst û tiştek negot!..”

Kurd hêjayî tu pîvanên nirxên mirovî nayên dîtin. Cîhana rojavayî ya ku dema keç û xortên kurdan li hemberî DAÎŞê bi can û xwîna xwe li ber xwe didan (hê jî didin) û DAÎŞ têk dibirin, pesna “qehremanî” û “şerkerîya” kurdan didan; li van rojan rûyê xwe badayîne asîmanê û li fîtikê didin. Ne siyasetmedar û ne çapemenîya nûjen zulma li kurdan tê kirin dibînin…

Helbet belkî tenê civaka tirk gotinên kurdan dibihîse. Jixwe ew jî bi salane li dijî kurdan têne sorkirin û bi dijminahiyeke kûr hatine polîtîzekirin. Ji ber vê yekê ye, ku ew jî ji hawara kurdan re reaksiyoneke ku hê bêtir wekî pê li birînên kurdan bikin, nîşan didin. Hê jî nijadperestên tirk, ku wekî nêrîna piraniya xelkê tirk xwe dide der; li hemberî daxwaza kurdan a mafên xwe yên însanî û berteknîşandana wan a li hember zordestiya dewletê dibêjin; “ma vî dewletê li kurdan çi kiriye?..”

Kurd êdî pir baş pê hîn bibin jî; dîsa jî li hemberî ev helwesta raya giştî ya tirk cardin şokê dijîn. Gelo kurd bi dermankirina kul û birînên xwe ve mijûl bin; an êş û jana wan a ku zordestaya dewletê dibe sedem, îspatî raya giştî ya tirk a ku bi kîn û nefretê hatiye ‘jehrkirin’ û ‘korkirin’ bikin?!..

Dewleta tirk ev demek dirêje, ku ne tenê kurdên sax, herwiha kurdên mirî jî kiriye hedefa êrîşên xwe. Kurd nikanin miriyên xwe gorî kultura xwe veşêrin. Cenazeyên kurdan tên revandin û di şevreşiyê de bi dizî tên veşartin. Hinek ji tirban têne derxistin û nahelîn li goristanên tirkan bên veşartin. Hestiyên hinekan di bin pêyarêyan de derdikevin. Hinek bi posteyê ji malbatê re tên şandin û wekî bûyera dawî jî hinek bi salan şûnde di tûrikekî de teslîmî malbatê têne kirin…

Benzer haberler

Hestiyên Hakan Arslan ê ku heft sal berê li Sûr a Amedê di pevçûnekê de şehîd bûye, di qutiyekê de teslîmî bavê wî hate kirin. Bav Alî Riza Arslan dîmena ku pê şok bûye, wiha vedibêje: “Qutiya ku hestiyên kurê min tê de bûn, ji dolabekê derxistin û dane min. Min qet tiştekî wisa nedipa. Çavên min reş bûn, bêhna min çikiya. Wê demê wekî ku Diyarbekir li ser min hilweşiya!..”

Ev heqaret û dijminahiya ku di kesayetiya Alî Riza Arslan de li tevahiya kurdan hate kirin; dîrok û kurteçîroka dewleta tirk a 99 salî ye. Helbet ne tenê hişmendiya dewleta tirk a di dîrokê de û ya îroyîn, herwiha hişmendiya wê ya pêşerojê jî radixe pêş çavan. Yanî di ferasetê dewleta tirk de ji bo siberojê jî ji kurdan û ji mafên wan re hurmetnîşandanek xuya nake.

Li hemberî rastî û hebûna kurdan hişmendî û siyaseta dewleta tirk ji her hêlan ve li ber çavan e. Tiştekî veşartî an dizîmayî tune ye. Ne tenê ji deshilatdarê, herwiha ji muhalefet, saziyên sivîl û bi giştî ji civaka tirk jî li hemberî zulm û hovîtiya li kurdan tê kirin, dengeke însanî dernakeve.

Kurd 99 sal rastî van heqaret, zulm û zordestiyê tên û wer xuya ye ku xwediyên dewleta tirk di 99 salên siberojê de jî ji bo kurdan helwestekî cûda nafikirin.

Lê divê neyê jibîrkirin, ku Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê êdî wesfa dewletbûna asayî wenda kirine û mîna berê, bi siyasetên berê berdewamiya wan pir zehmet e. Li hemberî vê rastiyê helbet pêwîste ên ku kûr û hûr bifikirin kurd û siyaseta kurdî bi xwe ye. Êdî siyasetmadarên kurd bi giştî ji bo siberoja kurdan xwedî cidîyetêkî çawa ne; pêwîst e wî aniha nîşan bidin…

İlginizi çekebilir