Halil Dalkılıç: Li ser rexneyên li Tevgera Azadî û HDPê çend gotin

Ji ber vîrûsa koronayê bi navê tevdîran, têkiliyên civakî tên sistkirin, hişmendiya civakbûnê tê guhertin û mirovahî fêrî hiş û helwestên nû tê kirin.

Belkî li seranserê cîhanê, bi taybetî jî li welatên Asya, Pêşasya û ên li Rojhilata Navînê, her desthilatdarî di nava hewildana zeximkirina otorîteya xwe de ye. 

Li hinek welatan êdî mesele ji ‘tevdîrê‘ derketiye bûye wekî meseleya zordestiyê. Bi taybetî jî li Tirkiyê…. 

Rayedarên Tirk her roj qanûnan derdixin ku xelk ji malên xwe dernekeve. Helbet Kurd jî wek tevdîrê li dijî koronayê ji malê dernakevin. Lê hêzên dewletê Kurdan di malan de jî rehet nahêlin û her roj ji bo zulmkirinê li malên Kurdan in.

Siyasetmedar, dozger, dadger, polîs, leşker û qayyûmên dewletê ji bo zulmkirinê qet  tu mesafeyê naxin navbera xwe û Kurdan.

Êrîş, zordestî, girtin, kuştin û heqareteke ku aqil û wijdan qet qebûl nake, li Kurdan tê kirin. Pîvanekî polîtîk, civakî û însanî yê zordestî û zulma dewletê tune ye. Rewşê wekî firsendekî bikartînin û Kurdan fêrî reveke ji nirxên Kurdî û ‘tunebûnê‘ dikin.

Jixwe êdî tirbê jî ji Kurdan re zêde dibînin, dixwazin Kurd berhewa bibin! Rewş wekî ku mele Nîzamettîn Kaplan tarîf kiriye ye:  “Berê ji bo dewletê Kurdê baş Kurdê mirî bû, lê îro Kurdê baş, ê bêtirb e!..“

Ne tenê li Bakur; herwiha li Başûr û li Rojava jî…

Li hemberî polîtîkayên Tirkiyê ên dijkurd deng ji tu kesî dernakeve. Xeynî HDPê, her partiyên li Tirkiyê, her dewletên cîran ên Tirkiyê û raya giştî ya navnetewî ji vî zulmî re bêdeng in. Ji bêdengiyê wêdetir, wekî ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û destketiyên Kurdan lihevhatineke navdewletî li dar e û hêzên serdest Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ji vê rewşê razî ne…

Di dem û çaxekî wisa de helwesta hinek ‘zana û rewşenbîrên‘ Kurd balê dikişîne.

Mirov dikane helwesta dijkurd a Tirkan, partiyên li Tirkiyê û herwiha helwesta dewletên serdest fam bike. A ku meriv di famkirinê de zehmetiyê dikişîne ev e, ku tam di rojên wisa dijwar de, hinek Kurd jî wekî konseptekî bi navê rexneyê êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û HDPê hê tûjtir dikin. 

Herwiha ew ên bi navê ‘Kurdparêzî û Kurdistanîbûnê‘ HDPê û Tevgera Azadiyê dikin hedefa rexneyên xwe, tu gotinekê li zulma dewleta Tirk nakin. 

Keseka/î ku nizane, qey a/ê wer fam bike; ku Tevgera Kurd bi xwe vî zulmî li Kurdan dike, nav û dengê Kurdan jiholê radike, nahêle ku Kurd ji zarokên xwe re tirbekê jî çêkin û miriyên Kurdan di bin peyarêyên Stenbolê de vedişêre! Û qey hinekan dewletek ava kiriye, lê Tevgera Kurd û HDPê li dijî wan derketiye û li pêş wan bûne astengî! 

Naxwazim niha bikevim nava niqaşa rolê HDPê. Jixwe herkes dikane bernameya wê bixwîne. Li Bakur aktorên ku ji bo zindîkirin û rêxistinîkirina nirxên Kurdî û Kurdistanî rolekî bilîzin ji HDPê zêdetir DTK (Kongreya Civaka Demokratîk) û BDP (Partiya Demokratîk a Herêman) ye.

Lê dewlet her roj çi tîne serê wan, li pêş çavan e. Eger xema kesekî a azadiya Kurdan û parastina nirxên Kurdî hebe, divê piştgiriyê bide van organîzasyonan. 

Her wiha ez wer difikirim, ku nêrîna Tevgera Azadiyê ya di derbarê ‘dewletxwestinê‘ de jî şaş tê famkirin û şaş tê niqaşkirin. Lîteratûra Tevgera Azadiyê bahsa ‘dijderketina hişmendiya dewletbûn û desthilatdariyê ya heta îro pêkhatî û xwedîîradebûna civakê‘ dike. Ha pratîk gorî vê yekê ye an na; ev meseleyeke cihê ye û helbet kesên ku vê nêrînê û pratîka heyî rexne bikin jî ê hebin.  

Ez bi xwe jî dixwazim dewletekî Kurdan hebe û piştgiriyê didim her hewildanên ji bo vê yekê. Lê xuya ye ku xwestek û rastî li hev nayên. Belkî siberojê, hêvî ye… 

Helbet Kurd ne yekdeng, yekreng û yekfikir in û divê wer nebin jî. Ji bo demokrasiyekî rengîn ê Kurdistanî pirdengî û pirrengî zengînî ye.

Lê gereke bi navê rexneyê hewayê navmalî ê Kurdî neyê bijahrkirin û vegotin xizmetî dijminahiyeke navkurdî an jî zeîfbûna destê Kurdan neke. Divê zimanê me yê rexneyê jî bi Kurdî û kurdewarî be…

İlginizi çekebilir