Halil Dalkılıç: “Li Edeneyê berf bariye, di bin de kurd mane!”

Şerê Rûsya ê li dijî Ûkraynayê ji diramaya însanî ya xelkê ûkraînî zêdetir, bi bang û vegotinên ji bo çekşandina Ûkraynayê ya endamên Yekîtiya Ewropayê, Îngîltere û Amerîkayê ve di rojevê de dimîne. Ev dewletana ji hêlekê ve bi bicîhkirina ûkraîniyên hoste û bi kalîfiye çerxa aboriya xwe saxlemtir dikin û ji hêleke ve jî li hemberî Rûsya û Çînê ji hêla leşkerî ve zemînê hevkariya xwe zeximtir dikin. Helbet beramberî van pêşketinan bazara çekan jî pir livdar e.

Pêvajo wekî xwe jinûve organîzekirina Rêxistina Hevkariya Atlantîka Bakur (NATO) bi pêşve diçe. Piştî Ûkraynayê, ji bo Swêd û Fînlandê jî gengeşiyên di derbarê tevlîbûna NATOyê de zêdetir dibin. Herwiha piştî vexwendina NATOyê, piştî dehan salên ‘bêalîmayîn’ê Fînland dilxwaziya xwe ya ji bo tevlîbûna vê hevkariyê aşkere kir. Serokkomar Sauli Niinistö û Serokwezîr Sanna Marin daxuyandin, ku ew ê ji bo tevlîbûna NATOyê demildest gavên pêwîst biavêjin (12.05.22).

Ji pêşketinan meriv wer fam dike, ku him Rûsya û him jî NATO berjewendiyên xwe di dirêjkirina vî şerî de dibînin. Ji xwe kesek bahsa bidawîanîna vî şerî nake. Lê her roj Rûsya tehdîda gurkirina şer bi çekên nûkleerî dike û dewletên rojavayî jî di her daxuyaniyan de tenê bahsa ji bo Ûkranyayê şandina çekên giran dikin.

Helbet ji bo bihêzkirina rêxistineke leşkerî ya navdeweltî pêwîstî bi dîktator û rejîmên zordar û totalîter heye. Bi dirêjbûna şerê li Ûkraynayê re NATO him li rojavayê Rûsyayê dewletên baltikî û îskandînavî dixe bin şemsiya xwe û him jî pêşî ji êrîşên rejîma tirk a dijkurd re vekiriye.

Li hemberî êrîşkariya Tirkiyê ya li Başûr û Rojava deng ji kesekî dernakeve. Herwiha Îran a ku li Iraq û Sûriyê kaos û aloziyê hê kûrtir dike jî, van rojan ne di rojeva dewletên rojavayî de ye. Ev herdu rejîmên paşverû qedera xwe bi bêstatû û bêîradehiştina kurdan ve girêdane û li bakur û rojavayê Kurdistanê him hewldidin ku li dijî hevdu bandora xwe zêdetir bikin û him jî destê kurdan hê lewaztir bikin.

Dewletên mezin ên rojavayî ne tenê pêşî ji Tirkiyê re vekirine; herwiha ji bo firotina çekan û navgînên şer jî şerê li Ûkraynayê wekî firsendekî bikartînin. Di vê navberê de, hate aşkere kirin, ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Bidenî bi awayekî dizî û ne fermî ji Kongreyê ji bo firotina çekan ji Tirkiyê re, avêtina gavên pêwîst ên yasayî xwestiye. Wekî tê zanîn; demeke berê derketibû holê, ku rêveberiya Joe Bidenî ya ku di dema Trumpî de êrîşkariya Tirkiyê û rejîma Erdoganî bi tundî rexne dikir, niha bidil e, ku ji Tirkiyê re teyareyên şer ên F-16an bifroşe.

Di van rojên ku li Tirkiye li bi navê demokrasiyê tiştek nehatiye hiştin û bi her awayî rejîm wergeriyaye rejîmeke totalîter de Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyê re ne tenê alîkariya çekan, herwiha alîkariya diravî jî zêdetir dikin.

Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell daxuyand, ku ew ê ji Tirkiyê re ji bo penaberên Sûriyeyî 1 mîlyar euro zêdetir pere bişînin. Borell gotiye, ku “ji bo gîhandina vê alîkariya ji bakurê Sûriyê re ew ê bi hikûmeta tirk re hevkariyê bikin.”

Helbet herkes vê rastiyê dizane, ku ew alîkariya bi destê Tirkiyê tê kirin, gişt dikeve destê terorîstên îslamîst ku Efrîna kurdan kirine wek selefîstana cîhadîstan.

Him şerê li Ûkraynayê û him jî şerê li Sûriyê gorî daxwazî û berjewendiyên Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê tê dirêjkirin. Dîplomasiya navdewletî ne ji bo aramî û bidawîkirina şeran; berovajî vê yekê ji bo dirêjkirina şeran û firotina çekan li ser kar e. Tirkiye û Îran jî xwe tim dikin wek mêvanê sifreya guran û bi siyaseta kurdkujîyê jê sûdê werdigirin.

Pêşketinên heyî gotina parlamenterê berê ê HDPê Sirri Sûreya Onder tînin bîra mirov; “Li Edeneyê berf bariye, di bin de tenê kurd mane!..” Li Ûkraynayê şer pêk tê, bombe di serê kurdan de diteqin…

İlginizi çekebilir