Halil Dalkılıç: Li bazara dîplomasiyê qîmeta kurdan

 

Di siyaset û dîplomasiya navnetewî de pir guherîn û pêşketin çê bibin jî, ê ku dikeve para kurdan heman tişt e; zilm û zordestî. Dewletên ku Kurdistan dagir kirine di her rewşê de her guherîn û pêşketinê ji bo berdewamiya zordestiya li dijî kurdan, binpêkirina mafên kurdan û tunekirina kurdewariyê bikar tînin. Wekî balanseke dojehî; zordestiya Tirkiyê, Îran û a serdestên din û li hemberî zordestiya wan êşa kurdan wekî çarenûsekê her berdewame.

Kurd ji ber bêstatûmayînê, ji mekanîzmayên ku bandorê li têkilî û pêşketinên navnetewî dikin, bêpar in. Helbet ne tenê bêstatûbûn; herwiha tunebûn û pêşneketina vîneke netewî a ku nûnertiya piraniya kurdan bike jî hêza kurdan tim lewaz û bêbandor dihêle. Jixwe yek ji sedemên mezin ê bêstatûbûnê jî bi xwe pêşneketina yekîtî û  îradeyeke netewî ye… 

Dewletên serdest ên cîhanî, bi taybetî Amerîka û Rûsya, li Rojhilata Naverastê, hewldidin pirsgirêkên xwe bi dewlet û komên taşeronî çareser bikin û berjewendiyên xwe bi bikaranîna van hêzan ve biparêzin. Tirkiye belkî ji damezrandina xwe ve heta niha ji xwe rolekî wer dilîze. Lê di bin rêveberiya Recep Tayyîp Erdoganî de taşeronî di rolê dewletê de bûye wekî siyaseta tekane. 

Li qadê navdewletî rejîma tirk di nava Amerîka û Rûsyayê de diçe û tê. Bi her du dewletan re û hevkarên wan re dide û distîne. Him Amerîka û him jî Rûsya li hêlekê ev siyaseta Tirkiyê ya dualî li hêlekê tolere dikin û li hêla din wê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Tirkiye ji ber vê siyasetê wekî ku di çiravê de ase bimîne; tim wekî dewletekî ku li destê dewletên mezin dinêre dimîne û ne pirsgirêkên wê yên hundirîn û ne jî yên derveyî çareser dibin; berovajî wê her kûrtir dibin.

Recep Tayyîp Erdogan ji bo dirêjkirina emrê vê rejîmê, siyaseta derveyî wekî amûrekî sereke bikar tîne. Tundî û zordestiya li dijî kurdan jî him li hundir û him jî li derve mijareke bingehîn a siyaseta rejîma tirk e. 

Ji ber ku her dewlet êdî vê rastiyê baş dizane; ew jî di dîplomasiyê de ji bikaranîna vê meseleyê ji hêla Tirkiyê ve kêfxweş in: Hinek demokrasiyên nûjen ên wekî Swêd û Fînlandê kurdên pênaber pêşkeşî Tirkiyê dikin; Rûsya ji bo êrîşbirina ser kurdan Tirkiyê motîve dike û Amerîka jî ji êrîşên Tirkiyê re an derîyan vedike, an jî li hemberî van êrîşan xwe wekî ewropîyên demokrat kerr û lal dike.  

Encama her têkilîyên dîplomatîk ên Tirkiyê demildest wek êrîşbirina ser kurdan û canêşandina wan xwe dide der. Belkî ev ê wekî analîzeke pir ecayîp bê pêşwazîkirin; lê zordestî û tundiya li ser kurdan êdî tê maneya pêkhatina daxwazên Rûsya, Amerîka û a dewletên din ên serdest jî!.. 

Îro li rojava, li başûr û bakurê Kurdistanê jiyan û çarenûsa kurdan ji hêla Tirkiyê ve bi daxwazên Rûsya û Amerîkayê ve hatine girêdan. Helbet ne tenê Rûsya û Amerîka; Erdogan di her bazartiya bi herkesî re de jiyana kurdan pêşkeş dike.

Ew niha bahsa lihevhatina bi rejîma Suriyê re dike û herwiha ev bazartî jî li ser tunekirina vîna kurdan û rijandina xwîna wan tê kirin. Her roj li Rojava zar û zêçên kurdan ji hêla arteşa tirk û cîhadîstên girêdayî wan ve têne kuştin. Kurd jî li şûna ku hal û helwesta xwe binêrin; li bendê ne; ku ka kîjan dewlet ê ji Tirkiyê re tiştekî bêje?!.

Di bazara dîplomasiyê de Tirkiye hebûn û canê kurdan wekî malekî erzan pêşkeşî herkesî dike û pir mişteriyan jî dibîne. Xuya ye; ku di siyaseta navnetewî de qîmeta hebûn, nirx û jiyana kurdan jî zêde nîn e.

Ê ku qîmeta kurdan evqas dadixe helbet helwesta kurdane bi xwe ye jî. Ma kurd ên ku qîmetê nadin hev û hê nikanin bi hevdu re deng bikin, ê çawa hurmetekî ji cîhanê bibînin û xwedî gotineke bibandor bibin?!.. 

İlginizi çekebilir