Halil Dalkılıç: Kurdbûn; karkerbûn, Mêrdînî, Dêrsimî an Mereşîbûn…

Li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê her rûdan bingehê xwe ji pirsa Kurdî digire. Li hundir û li derve siyasî, aborî, civakî her pirsgirêkên Tirkiyê bi pirsgirêka Kurdî ve dîrekt têkîldar in.

Lê dewleta Tirk wer kiriye ku partiyên siyasî jî di nav de, her kes ditirse ku bahsa pirsgirêka Kurdî bike û pirsgirêkên civakî bi argumentên bêelaqe niqaş dikin. 

Her kes serê xwe xistiye nava qûmê; an bahsê nake an bahsê bike jî; di derdora meseleyê de çerx dibe, meseleyê serûbinî dike û bi fikrên bêelaqe hişmendiya desthilatdariya Tirkî dubare dike. Rûdanên bi siyaseta dewletê ya dijkurd ve girêdayî tev bi argumentên şaş û xapînok tên analîzkirin. 

Wekî ku dema pirsgirêkên Kurdên Êzdî û Kurdên Elewî tên niqaşkirin nasnameya wan a Kurdî tê paşguhkirin û pirsgirêkên wan wekî ku tenê pirsgirêkên olî ne, tên analîzkirin, hinek pirsgirêkên din ên civakî jî bi argumentên çînî yanî sinifî tên analîzkirin…

Ji ber siyaseta dewletê li bajarên Tirkan êrîşên li dijî Kurdan êdî bûne wekî bûyerên asayî. Ne tenê li bajarên Tirkan, herwiha li bakurê Kurdistanê jî çi erkdar, çi neerkdar; kesekî bi eslê xwe Tirk jî êrîşî Kurdan bike, ew ji hêla dewletê ve tê parastin, nayê darizandin û xwe hewceyî veşartinê jî nabîne…

Desthilatdarên Tirk civaka Tirk bi nijadperestiyê jehrî kirine û wer li civakê kirine ku êdî êrîş, lêdan, destavêtin û hemû hovîtiya li Kurdan tê kirin wekî pêkanîna peywîreke netewî tê pêşwazîkirin. Kesên êrîşî Kurdan dikin di çapemeniya Tirkî de wekî qehremanan tên nasandin û dijînsanetiya wan wekî serkeftineke netewî tê pêsindan û di serî de Wezîrê Karên Hundirîn, hemû erkdarên dewletê xwedî li êrîşkaran derdikevin..

Wer xuya ye ku berdevkên siyaseta Kurdî ya legalê jî carinan dikevin bin bandora vê siyaseta nijadperestiyê… 

Çend roj berê li Sakaryayê xwediyên dar, bax û zeviyan ên ku ji bo karkeriya demsalî Kurdan didin xebitandin, êrîşî karkerên Kurd kirin û hinek ji wan birîndar kirin. Dîmenên wan ên ku ew êrîşî jinên kedkar dikin di çapemenî û medya civakî de hat belavkirin. Wekî her carê; dîsa walî, parlamenterên desthilatê û erkdarên din ên dewletê êrîşkar parastin û jin û mêr, Kurdên ku rastî êrîşê hatin sûcdar îlan kirin.

Ji xeynî Komelaya Mafên Mirovan, ji tu saziyên aliyê Tirkî deng derneket. Ji partî û organîzasyonên din ên ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî û pirgirêkên din ên li Tirkiyê bi siyaseta Kurdî re hevkariyê bikin jî deng derneket. Wekî her caran CHPê dev, guh û çavê xwe girt. Ji Partiya Çepê Alper Taş, êrîş wekî “êrîşa li dijî însanên me yên kedkar, hemû kedkaran û mirovahiyê” binavkir û got “bes ji bo zilm, xizanî û cihêtîkarî.” 

Di daxuyaniya HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) de jî nijadresetiya li dijî Kurdan bi zelalî nehate aşkerekirin û mesele bi “êrîşeke çînî” hate binavkirin. Cîgira Hevserokatiyê û Berpirsiyara Komîsyona Kedê ya HDPê Şaziye Kose got; “sîle û şeqama ku li wê jinê hate dan, li tevahiya civakê û çîna karkeran hate dan!..”

Helbet belkî HDPê ji bo bilindkirina hestyariya sendîka û karkerên Tirk a bi pirsa Kurdî re zimanekî wisa bikar tîne. Lê aşkere ye ku gotina wan tenê digîhije guhê Kurdan.

Zilm û zordestiya li Kurdan tê kirin divê bi virde û wirde neyê kişandin û şêlûkirin. Karker, karsaz, gundî û bajarî;  ji kîjan beşê civakê dibe bira bibe, çi êzdî, elewî, çi misilman an bêdîn; ji kîjan baweriyê dibe bira bibe, çi Kurmanc û çi Kirmanc (Zaza) ji kîjan zaravaxêv û devokî be bira bibe û ji kîjan herêma Kurdistanê û li ku derê dibe bira bibe, her êrîş û zilma li Kurdekî tê kirin, bi siyaseta dewleta Tirk a dijkurd ve girêdayî ye!..

Çareseriya pirsgirêkên her rengên civaka Kurdî jî bi hev re ye…

İlginizi çekebilir