Halil Dalkılıç: Kurdan ji Lozanê çi fam kir?

Dema meriv bi giştî li helwesta Kurdan a siyasî a li hemberî pêşketinên dîplomatîk dinêre, pir aşkereyî pê dihese; ku ji hiş û aqil zêdetir, hîsî û naîftîyek wan motîve dike û dixe tevgerê.

Ev rastî sed sal berê wisa bûye û îrô jî di pirsgirêkên siyasî û dîplomatîk de hê jî ev motîvasyon bandorê li helwesta Kurdan dike. Ev helwest jî dibe sebeb ku enejiyê civakî di kanalên bêfeyde de bên herikandin û firsendên dîrokî ji dest bên revandin…

Helbet pirsgirêk, şert û zirûfên her çax û demê xwedî taybetmendiyên cihê ne. Helwesta kes, kom û gelan jî di nava wê rewşê de şikil digire.

Di siyaset û dîplomatîk de hiş û aqil; dersa ji tecrûbeya jiyanî hatiye girtin e. Di pêşvebirina siyaset û dîplomasiyê de hiş û helwestekî pragmatîk divê. Ji ber ku lewazî û di biryarekî şaş de xwe ase kirin ê zirarê bide berjewendiyên tevahiya civak û netewê.

Sed sal berê, di salên hilweşîna Împaratoriya Osmanî û damezrandina Komara Tirk de Kurdan ji Tirkan re wek aktorê tifaqeke jiyanî rolek lîstin. Di wê dem ê de Kurdan ji desthilatdariya Tirk a di rewşeke pir dijwar a wekî man û nemanê de bû, wekî piştevanên herî jidil helwest nîşan dan. Desthilathariya Tirk heta ku bingehê dewleta nû zexim bikin, Kurd bi hêviya jiyaneke xweser û rûmet mijûlkirin û xapandin…

Xelata piştevanî û alîkariya Kurdan a di damezrandin û li ser pê sekinîna dewleta nûjen a Tirkî de siftê li Koçgiriyê, paşê di berxwedanên Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê de bi qirkirin, bi dehan hezaran qurbanî û talankirina Kurdistanê bû…

Di sala 1923yan dema li Lozan a Swîsreyê desthilatdarên Tirk bi xelk û alemê biryar li ser çarenûsa Kurdan didan, nûnerekî Kurdan ê ku mafê wan biparêze di civînan de tune bûye. Deng û mafê Kurdan jî nebûye rojeva civînan. Dîplomatên hinek dewletan bahsa Kurdan bikin jî, bi gotinên çend parlementerên Kurd ên ku hatibûn xapandin bersiv hatiye dayîn û atmosferekî wer derketiye holê ku “Kurd qet doza mafên siyasî nakin û desthilatdariyaTirk çi ji wan re rewa bibîne, ew ê wê yekê qebûl bikin.”

Serdestên Tirk ên ku heta wê çaxê di her daxuyaniyên xwe de bahsa Kurdan dikirin û digotin; “sînorên dewleta nû ji qadê ku gelên Tirk û Kurd li ser dijîn pêk tê.” Lê li Lozanê û paşê gotina Kurd û Kurdistanê ji lîteratûra xwe derxistin…

Kurdistan a ku di sala 1639 an li Qasrê Şîrînê di navbera Safevî û Osmaniyan de hatibû du parçe kirin, di 24ê Tîrmeha 1923yan de jî li Lozanê, bêyî nûnerên Kurdan, ji hêla desthilatdarên Tirk û çend dewletan ve hate çar parçe kirin. Vîna Kurdan bi giştî hate binpê kirin. Dengê Kurdan li her qadên jiyanê, di siyaset û dîplomasî û di jiyana civakî û kulturî de hate birrîn.

Kurd tenê bi dilînî, hestiyarî û naîftiya xwe ve man û hê jî wisa ne…

Meşa Kurdan a ji bo azadiyê bi bedelên pir giran didome. Lê ew hê jî di siyaseteke bi hîs û hestan tê motîvekirin de xwe ase dihêlin û bi argumentên nûjen, bi ên aqlî û analîtîk ji bo mafên netewî ziman û siyaseteke netewî ya pragmatîk û dîplomatîk nikanin bipêş bixin…

Lê li gel vê yekê; Kurd di têkiliyên navxweyî de wekî têkiliyên bi neyaran re, diltenik, hestiyar û naîf nîn in. Bi zimanê nerm ê ku ji xelkê re bikar tînin, nikanin bi hev du re biaxivin. Şik û gumana ji hev re nîşan didin, nikanin li hemberî neyaran û biyaniyan nîşan bidin. Ji hevdu re pir hişk û pragmatîk in.

Retorîk û hişmendiya siyaseta navmalî nîşan dide ku Kurdan hê jî ji Lozanê dersek negirtine. Belkî jî ji bo Kurdan metirsiya herî mezin jî ev e…

İlginizi çekebilir