Halil Dalkılıç: Kurd ji hev direvin!..

 Kurd li seranserê cîhanê bi nasname û têkoşîna xwe bên naskirin jî, siyaset û dîplomasiya navdewletî hê jî di platformên dîplomasiyê de kurdan wekî vîneke meşrû û serbixwe qebûl nake. Rêveberên hikûmeta Başûr tim bir nûnerên dewletan ve wêneyan biweşînin û berdevkên hêzên koalîsyona navdewletî tim bir rêveberên pergala xweser a Rojava re dîmenan ji çapemeniya cîhanî re belav bikin jî, ew ne wê maneyê ku vîna Kurdî a siyasî tê qebûlkirin!..

Her dewlet siyaseta xwe a bi kurdan re têkîldar, bi piranî bi awayekî pragmatîk, gorî daxwazên dewletên ku Kurdistan dagir kirine (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) dikin. Ji ber belavelebûyîn û lewazbûna vîna siyasî ya kurdî ya li her çar parçeyan, siyaset û dîplomasiya bi kurdan re tê kirin, dîrekt li ser bingeha esasgirtina vîna kurdî pêk nayê. Ji xwe li Başûr, belkî komeke marjînal a rêveberiyê jê feyde dibîne, lê jiyana civakî bandoreke erênî ya berbiçav ji vî dîplomasiyê zêde nabîne.

Eger wer nebûya; ji ciwanên başûrî hinek li dora têlên sînora Belarûs û Polonyayê ji ber sermayê nedimirin, hinek di navbera Fransa û Îngîltereyê di deryayê de nedifetisîn û bi dehhezaran xwendekar ji ber feqîriyê û marjînalbûyîna rêveberiya herêmê, bi rojan nediherikîn kolanan… Li Rojava jî danûstandinên dîplomatîk ji hêla hêzên navdewletî ve tenê di çarçoveya têkîliyên leşkerî de tên asê kirin.

Li Bakur li hemberî siyaseta Tirkiyê ya kurdkuj, berdevkên dewletên xwedîhêz ên rojavayî tenê xemên xwe vedibêjin. Ji Rojhilatê jî tenê xeberên kuştin û dardekirina kurdan tê bîhistin… Lêbelê eger bi giştî li rewşê bê mêzekirin; a rastî kurd qet ne zeîf in jî! Rewşa heyî wer nîşan dide; ku îro potansîyelekî kurdan ê siyasî, leşkerî, kulturî û civakî ku di dîrokê tu caran pêk nehatiye û xwe nedaye der, heye…

Lê kurd nayên cem hev. Tecrûbeyên xwe yên ku bi bedelên giran xwedîbûne, nakin hêzeke mezin a netewî. Pirsgirêk; helbet terz û şêweya siyasetkirinê û tercîhên rêxistinên siyasî yên kurd û pratîka wan e. Li welêt ji xwe enerjiyê ku li dijî hevdû xerc dikin, ji enerjiyê ku li dijî neyarên Kurdan xerc dikin zêdetir e.

Ji ber rewşa kurdan a belaveleyî û parçe parçeyî, danûstandinên dîplomatîk ên dewletan, bi giranî di çarçoveya mesajdayîna ji dewletên din re bisînor dimîne. Yanî ji helwestekî wekî karkirina bi vîneke serbixwe re wêdetir, helwestekî bo berjewendiyên xwe, bikaranîna hêz û potansiyela kurdan derdikeve pêş. Her çiqas siyaseta navdewletî nehêle ku kurd pêşiya xwe bibînin û wek hêzeke serbixwe xwe bi rêxistinî bikin û bi pêş bikevin; li hinda vê yekê, rewş û helwesta kurdan û a serkêşên kurdan jî ji bo vî helwestî zemînekî pêşkêşî wan dike.

Siyaseteke kurdî a ku kurdan bi giştî nêzî hev bike, tune ye. Kurd di platformên medya ferazî û înternetê de çiqas hevdu hê baştir nas bikin û ji hev hê pirtir haydar bin jî, qasî wê jî bi fîzîkî ji hev dûr disekinin, ji hev direvin û qet nayên cem hev. Di şîn û şahiyan de jî êdî nayên cem hev. Li derveyî welêt, bi taybetî li Ewropayê, her kes rojên şahî û şînî ên netewî jî tenê bi koma xwe, tenê bi sembolên xwe û gorî hişmendiya xwe pîroz dike û bibîrtîne. Ji hev wer direvin, ku Newrozê jî bi hev re pîroz nakin. Bo çalakiyên netewî, bang li herkesî dikin, lê li kurdên din ên ne ji siyaseta xwe nakin.

Her derdor û siyasetên kurdî di nava derdor û komên xwe de kurdayetiyeke gorî hişmendiya xwe ava dike. Tenê li Almanyayê bi sedan komalên kurdan ên siyasî, kulturî û baweriyê hene, lê xeberê tu kesî ji ên din tune ye. Hêz û potansîyelekî mezin e, lê parçe parçe ye!..

Belkî hê bandorekî berbiçav dernexistibe holê jî, xebatên mîna platforma partîyên siyasî ên kurd ên li Bakur divê li her parçeyî û bi taybetî jî li Ewropayê û li tevahiya diyasporayê jî bê bipêşxistin. Kurd eger bi hev re kar û xebat û siyaseteke netewî bi pêş nexin, civaka kurd ê her ji hev dûr bikeve û siyaset û dîplomasiyê li Kurdistanê tê kirin ê her tim tenê xizmetî berjewendiyên dewletên serdest bike…

İlginizi çekebilir