Halil Dalkılıç: “Kurd ê li Mereşê dewletekî ava bikin!”

41 sal berê van rojan li Mereşê komên nijadperest ên Tirk ên ku ji hêla dewletê ve hatibûn  rêxistinîkirin, êrîşî malên Kurdan kirin û çi jin û mêr, çi zarok û kal û pîr; kî kete destê wan, bi çek, bivir û dasan kuştin. 

Gorî lêkolîna nivîskar Azîz Tunç a di derbarê qirkirina Mereşê (19-26ê kanûnê 1978) de, jineke Kurd a bi navê Ummuhan Duman, dema komên nijadperest ên bi çek û bivir xaniyên wan dorpêç dikin û hewldidin ku bikevin hundir, li pêş çavên zarokên xwe ji mêrê xwe Mahmutxan re dibêje “tu min bikuje!”

Ev kurtehevok îfadeya herî watedar a komkujiya Mereşê ye. 

Wê çaxê jina Kurd Ummuhanê jî dizaniye ku ên li deriyê wan didin û hewldidin bikevin hundir, bi xwe dewlet in û ê her hovîtiyê li wan bikin. Ji ber ku xilasiya wan ne mimkûn e, ji însanê ku herî zêde jê hez dike re dibêje “tu min bikuje!..”

Dewleta ku wê çaxê bi bivir û dasan Kurd dida parçekirin, ji wê çaxê heta îro ji bakur bigire heta rojava û başûrê Kurdistanê zar û zêç, kal û pîr bi hezaran Kurd kuştin, serî jêkirin, di bodrûmên xaniyan de bi sedan keç û ciwan bi gazê şewitandin, cesedê jinan bi rojan li kolanan hiştin û bi tazî li erdê kaşkirin, bedenê zorakan dan ber tank û topan, tirb hilweşandin…

Hovîtiyeke bêsînor a ku hişê mirov qet pê nagire!..

Heman hişmendî îro jî li ser kar e! Rêveberiya Tirkiyê bi hevkariya çeteyên DAÎŞ, El Qaîde, El Nûsra û jêmayîyên wan, heman hovîtiyê li Rojava, Bakur û Başûr li dijî Kurdên êzîdî, elewî, sunî û ên ji hemû baweriyan dike û dide kirin…

Ji qirkirina Mereşê heta îro dewleta Tirk rolê xwe yî kurdkuj bi aşkereyî nebêje jî; daneyên aşkere û veşartî gişt siyaseta dewletê a dijkurd pir aşkere radixe pêş çavan.

Gorî raporên veşartî ên MÎTê (Rêxistina Îstîxbarata Netewî a Tirk) ên derbarê qirkirina Mereşê jî aşkere dike, ku dewleta Tirk li Mereşê siyaseta xwe ya dijkurd bi rê ve biriye. Armanc bêkurdkirina Mereşê ye!

“Qirkirin di buroya MHPê (Milliyetçi Hareket Partisi – Partiya Tevgera Neteweperwer) a Mereşê de bi tevlîbûna ÜGD (Ülkücü Gençlik Derneği – Komela Ciwanên Îdealîst) hate plankirin. Gorî roparê MÎTê; Akincî û Ulkucu gotinên wekî, “Elewiyên li Mereşê piranî Kurd in, ji bo dewletekî Kurd hewldidin û di mîtîng, meş û xwepêşandanên xwe de vê daxwaziyê tînin zimên” di nava xelkê de belav kirin û tansiyona li bajer bilind kirin. Yanî mesele ji pirsgirêkên çepgir-rastgir an jî Elewîtî-Sunîtiyê wêdetir, meseleya Tirkbûn-Kurdbûnê bû…”  (Kemal Göktaş, kemalgoktas@diken.com.tr

Gorî agahiyên fermî di komkujiya Mereşê a ku 19ê Kanûna 1978an dest pê kir û heta 26ê Kanûnê dewam kir de 111 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bû. 210 xanî, 70 dikan hatin şewitandin, hilweşandin û talankirin…

Li dijî 804 kesên êrîşkar doz hate vekirin, dadgehan ceza da hinekan, lê piranî bi cezayên biçûk serbest hatin berdan.

Piştî qirkirinê, Kurdan bajarê Mereşê terikandin. Piraniyan berê xwe dan xerîbiyê û li Ewropa û li çar hêlên cîhanê belav bûn.

Yanî dewleta Tirk heta radeyekê gihîşt armanca xwe û li bakur-rojavayê Kurdistanê hebûn û şopa Kurdan û kurdewariyê lewaz kir. Herêm bi komên ku îro nijadperestiya Tirkî dikin ve hate dagirtin. Di çend salên vê dawiyê de jî di nava gundên Kurdên Elewî ên mayî de bi bicîhkirina bi dehhezaran Erebên Sûrî, ên mayî jî têne tirsandin û revandin…

Hestên tenêtiyê ên Ummuhana Mereşî, wekî ên ku îsal piştî îxaneta dewletên serdest a li Rojava di Kurdan de peyda bûyî, car caran bê hîskirin jî, Kurd îro ewqas ne bêçare ne; berovajî bihêz û rêxistinî ne. Ê ku pêşiya qirkirinan bigire jî yekkirina vê hêzê ye…

İlginizi çekebilir