Halîl Dalkılıç: Ku newayên kurdî tevlî newayên Beethoven bibin…

Kurdan li qadê navnetewî heta çend salên vê dawiyê navê xwe tenê bi têkoşîna çekdarî didan bihîstin. Jixwe jiyana civakî û pêşketinên di qadê civakî de pêk dihatin, tim ji hêla hikûmetên tirk ve bi zordariyê hatin astengkirin. Ji ber vê yekê, taybetmendiyên kurdan ên kulturî û civakî, hema jiyana kurdewarî bi giştî tim di nava kurdan de ase dima û ji hêla xelkên din ve nedihate dîtin û naskirin.

Helbet siyaseta navdewletî jî tim têkoşîn û berxwedana kurdan krîmînalîze dike û hê jî di siyaset û dîplomasiya navdewletî de neheqiyeke wer a mezin li kurdan tê kirin. Lê bi berxwedana li Rojava û bi taybetî jî bi têkoşîna jinên kurd, rastiya kurdan a civakî û nirxên kurdewariyê bi awayekî ku êdî nema bê veşartin û paşguhkirin, ji hêla tevahiya cîhanê ve hate dîtin, hate pesindan û qebûlkirin.

Ji medyaya civakî meriv pê dihese ku roj bi roj hejmara nivîskar, weşanxane, komal, sazî û xebatên perwerdeyî, zanyarî, kulturî û civakî ji nû ve her zêdetir dibin. Ew xebatana wekî hewildanên rêxistinî û di nava xwe de xwedî ahengiyekê nebin jî, ew heta radeyekê bandorê li xelkê dikin, ku kultura kurdî pê di qadê civakî de zindî dimîne.

Li hinda vê yekê, di salên vê dawiyê de êdî wer bûye, ku em di qadê navnetewî de rastî pir nûçeyên serkeftin û xelatgirtina kurdên akademîker, nivîskar, karsaz û ên hunermerd tên. Kurdê ji Haymanaya Ankarayê Burhan Sonmez îsal wekî serokê Pena Navnetewî hat hilbijartin. Wekî tê zanîn; kurdê ji Merîwana Rojhilatê zanyarê matematîkê Prof. Koçer Bîrkar xelata Nobela Matematîkê, Madalyayê Fîeldsê wergirtîbû. Bîrkar dema wergirtina xelatê gotibû; “ez vê xelatê bi navê 40 mîlyon kurdan werdigirim.“

 

Hunermend Aynûr Dogan jî îsal Xelata Hunermenda 2021an a Fûara Mûzîkê Womex a Navnetewî wergirt. Ji bo xelatê Womexê wer diyar kir, ku ev xelat „ji bo ked û xebata Aynur Dogan a ji bo parastin û bipêşxistina mûzîka kurdî û elewî û li hemberî zordestiya polîtîk parastina xeta hunermendiyê û bi berxwedana li hemberî zordariya serdestan nîşandana helwesta modelî“ hatiye dayîn.

Mûzîkjenên kurd Şivan Perwer, Şahram Nazerî, Kamkaran, Dilşad Saîd, Mîkaîl Aslan, Kayhan Kalhor, Sakîna Teyna, Pervîn Çakar û gelekên din jî bi kar û hunera xwe mûzîka kurdî digîhinin guh û dilê xelkan…

Çend roj berê hunermendê kurd Mehmet akbaş jî li Almanyayê di çarçoveya ‘Beethovenfest Bonn 2021‘ê de di projeya ‘Ji Babîlê heta Bonnê Rîtîm’ê de newayên kurdî tevlî newayên Beethoven kir.

Mehmet Akbaş wek mûzîkjenekî kurd, hestên xwe yên derbarê cîgirtina di festîvalekî wisa yê navnetewî de wiha vegotiye; “Ez mûzîka gelerî nakim, lê zimanê min û kokên min bo min mijarên bingehîn in. Di mûzîkê de xwegîhandina gerdûniyê bi parastina kokên xwe ve mimkûn e. Kaniya me ax û warê ku em jê tên e. Mûzîka min çiqas modern be jî, ez dev ji kokên xwe bernadim. Divê kurd elaqeyeke hê mezintir nîşanî konser û çalakiyên navnetewî bidin. Ji bo vê yekê jî bar hinekî dikeve ser milê medyaya kurdî. Eger albûmekî kurdî dikeve lîsteyên sereke yên mûzîka cîhanê û di radyoyên cîhanê de tê weşandin, ev ne tenê serkeftina hunermendekê/î ye, herwiha ew serkeftina mûzîk û kultura kurdî ye jî…“

Serkeftinên hunermend, nivîskar û zanyarên kurd ên di qadê navnetewî de wekî serkeftinên kesên bi serê xwe bê dîtin jî, wekî ku ji mesajên wan jî tê famkirin; kaniya hestên afirîneriya wan nirxên kurdewariyê û têkoşîn û berxwedana netewî ye.

 

Deng û rengê kurd,kurdî û kurdewariyê di bin şert û mercên pir giran de be jî, roj bi roj di nava xelkan de hê dîtbar dibe û hê zêdetir tevlî deng û rengên xelkên din dibe… Ku newayên kurdî tevlî newayên Beethoven dibin, ev jî serkeftineke mezin a dîplomatîk e û helbet ew ê rêyekê ji dîplomasiya kurdî ya siyasî re jî veke…

İlginizi çekebilir