Halil Dalkılıç: Ku Kiliçdaroglû li muxatabekî Kurd bigere…

Siyaset ne helwestekî ku meriv xwe tenê di pozîsyonekê de asê bike ye. Eger kes, kom an jî partiyên siyasî xwe li hemberî pêşketinên civakî, siyasî û dîplomatîk, ên nêz û dûr, ên li hundir û ên li derve tenê di gotin û helwestekî tekane de ase bikin, wê çaxê ne dikanin hêza xwe mezintir bikin û ne jî dikanin sînorê bandora helwest û siyaseta xwe berfirehtir bikin.

Di siyaseta civakî de xweasekirina di slogan û helwestên yekdengî û yekrengî de ê him siyasetê, him rêxistinan û him jî civakê bixitimîne û him jî ê herkesî bêtevger, bêhelwest û bêîrade bihêle. Siyaseta partiyên Kurdistanî him li parçeyan û him jî di siyaseta netewî ya giştî de xwe wek dubarekirinê tê birêve birin û xitimî ne.

Siyasetên heyî enerjiyê xelkê tune dike û wan di helwestekî wekî ‘libendêmayînê‘ de bêbandor dihêle…

Siyasetên Kurdî û Kurdistanî eger civakê wekî aktorê sereke ê siyasetê nebînin, hêza xwe ji potansiyela rengîn a civakê negirin û civakê tenê neçarî hişmendî û helwesteke tekane bikin û li benda helwesta xwe bihêlin; ne dikanin gavekê bi pêşve biavêjin û ne jî dikanin bandorekê li siyaseta Tirkiyê bikin ku deriyê çareserîyê vekin…

Di rewşa îro a li bakurê Kurdistanê a ku dewleta Tirk her qadê jiyanê ji Kurdan re kiriye zindan de, çend roj berê gotinên Serokê CHPê (Partiya Gel a Komarê) Kemal Kiliçdaroglû ên ji bo belgefîlmekî (Bay Kemal û tîfaqên wî) vegotibû, bûn rojev. Kiliçdaroglû di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî de wiha gotiye: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî pêdivîya me bi organekî meşrû re heye. Dewlet aktorên nemeşrû ji xwe re muxatab nagire. Erdogan Îmrali kir muxatab, lê Îmrali ne organekî meşrû ye.

Organê meşrû kî ye? Em dikanin HDPê wekî organê meşrû bibînin. Piştgiriya gel pê re heye, ketiye parlamentoyê û li wir karê xwe dike. Eger ev pirsgirêk ê bê çareserkirin, em dikanin vê pirsgirêkê bi organekî meşrû çareser bikin…“ Gotinên Kiliçdaroglû zêde bala aliyê Tirk nekişandibe jî, di taxa Kurdî de hinek bertek hatin nîşandin.

Navenda Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) bi rêya Twîtterê bertekeke neyînî nîşanî gotinên Kiliçdaroglû da: „Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi rêyên demokratîk muxatabê sereke birêz Ocalan e. Hemû hewildanên li derveyî vê rastiyê negîhiştine encamekê û berovajî pirsgirêk hê kûrtir kirine…“

Hevserokê berê ê HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) Sezaî Temellî jî dîsa bi rêya Twîtterê bertekeke wekî a DBPê nîşan dayê û gotiye: „Tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurdî HDP nîn e. Rast e; HDP aktorê sereke ê ku siyaseta demokratîk zindî û hêsantir dike ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku adresê çareseriya demokratîk ê sereke Îmrali ye!.“

CHP partiyekî çawa ye û Kiliçdaroglû kî ye tê zanîn. Herwiha heta îro di zordestiya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin de para wan çi ye; tê zanîn. Lê di vir de mesele ne CHP ye û ne jî Kiliçdaroglu ye. Mesele tarzê siyasetkirina Kurdan e…

Kurdên ku di têkoşîn û berxwedana li hemberî zilma dewleta Tirk de zar û zêç, dê û bav, kal û pîrên xwe wenda kirine, rastî zilm û zordestiyê hatine, êş û jan kişandine, bi neçarî cih û warê xwe terikandine û qet rojeke aram nedîtine; giş muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurdî ne…

Eger Kurd di armanc û daxwazên xwe de net û zelal bin û muxatabtiyê jî bi armancên xwe ve girê bidin; wê çaxê rê û rêbaz û aktorên ku tevlî pêvajoyê bibin, nabin wek pirsgirêkekê. Ji HDPê û HDKê bigire heta DBP û DTKê, ji saziyên jinan bigire heta ên ciwan, karker, karsaz û hunermendan û hwd her aktorê civakê divê vîna xwe tevlî pêvajoyê bike…

Vîna Kurdî a siyasî divê bi hêza xwe bawer be û ji rojevbûna pirsgirêka Kurdî netirse. Divê gotinên Kiliçdaroglû jî bi vî rengî bên pêşwazîkirin û ji bo ku çareserkirina pirsgirêka kurdî bi rêyên demokratîk bibe rojeva siyaseta Tirkiyê, pêşiyê veke…

İlginizi çekebilir