Halil Dalkılıç: Koronayê rindiyek kir!..

Ev mehek û nîv e, ku vîrûsa Covîd-19ê tekane rojeva cîhanê ye. Herkes bi wê radibe û radikeve. Berdevkên dewlet û hikûmetan nikanin gotineke zelal bikin.

Karê wezaretên tendûristiyê tenê bûye daxuyandina hejmara miriyan. Ne tenê li welatên mîna Îran û Tirkiyê ku ji hêla hikûmetên otorîter ve têne birêvebirin, herwiha li welatên pêşketî ên Yekîtiya Ewropayê û li Amerîkayê jî meriv bi gotin û daxuyaniyên bûrokratan bawer nake. 

Ji xelkê re tenê şîret têne kirin; “li malê xwe bimînin, têkiliyên xwe bi herkesî re qut bikin…” Yanî ‘bêtêkilî bimînin û tenê şîretên wan guhdarî bikin!..’

Ji ber ‘tevdîrên’ li dijî belavbûna vîrûsê, heta niha bi mîlyonan însan bêkar man. Ji bo debara jiyana asayî tu bûrokrat gotineke zelal nake. Mirov ê heta kengê di malê de bimîne, eger rewş bi mehan dewam bike, ew ê çi bixwin û çi vexwin, bedela fatûrayên xwe çawa û bi çi bidin; tu kes bahsa vê yekê nake.

Ên van pirsan dikin jî rastî ‘tevdîrên’ dewletê tên û demildest xwe li ber dadgehan dibînin. Xebata şaredariyên Kurd ên bi bûtceyên xwe yên biçûk li dijî belavbûna nexweşiyê hinek tevdîran digirin jî tê astengkirin. Dewlet di rojên koronayê de jî jiyana Kurdan ji wan re dike wek jahr…

Rast e; li hinek welatên rojavayî ji bo tevdîrgirtinê bûdceyên mezin hatine amade kirin, lê li Tirkiyê dewlet ji xelkê pereyê dixwaze.. 

Hinek dewlet wek tevdîr, ji bo pêşîgirtina belavbûna merezê, girtiyên di zindanan de serbest berdidin, lê dewleta Tirk girtiyên siyasî, bi taybetê jî yên Kurd, di girtîgehan de bi nexweşiyê re rû bi rû dihêle.

Hikûmet tenê ji bo serberstberdana girtiyên adlî, ên ji ber dizî û destavêtinê hatine girtin, qanûnan diguherîne. Yanî ji bo zindaniyên Kurd vîrûsa koronayê ji bo girantirkirina cezayê tê bikaranîn. 

Êdî hêjmara kesên ku ev vîrûs lê hatiye dîtin bi mîlyonan û hejmara ên jiber wê jiyana xwe ji dest dane jî bi dehhezaran tê îfade kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hê jî ji xelkê re dibêje, “mixabin hê pir kes ê bimire!” Di vê navberê de bûyerên balkêş diqewimin; Yekîtiya Ewropayê alîkariya ji endamê xwe Îtalyayê re red dike, Amerîka li Bangkongê dest dide ser 200 hezar maskeyên ku Almanyayê kirriye, Tirkiyê jî dest dide ser teyareya ku ji Çînê tiştên tenduristiyê dibe Spanyayê û Turkmenîstan navê vîrûsa koronayê û bahsa wê qedexe dike…

Pisporên tenduristiyê jî li ser taybetmendiyên vê nexweşiyê û bo pêşîgirtina belavbûna wê nikanin gotineke teqez bikin. Tu bûrokrat û pispor pêşbîniyeke aşkere nayîne zimên, ku mirov gorî wê planekî xwe yî ji bo çend rojan an çend hefteyan bike. 

Li hemberî daxuyaniyên lêlî mirov lal dibe. Ji gotin û ‘tevdîrên’ bûrokratên dewletan û pisporan meriv tenê wer fam dike û dikeve wê xemê; ku mirovahî bê tevger, bêhiş, bêfikir û bêhêvî tê hiştin û ji asayîdîtina van rojên merezî re tê amadekirin…  

Herkes deng dike, herkes bûye wek pisporê vîrûsa koronayê. Pir tişt têne gotin, lê tiştek ji gotin û daxuyaniyan nayê famkirin!..

Di nava vî koasî ku mirov wek gêj û bêtevger hatiye hiştin de, nêrînên cihê û balkêş ên ku mirov dike kirdar û çalakdarê jiyana xwe jî hene. Zimanzan û aktîvîstê navdar Noam Chomsky mereza koronayê mîna “krîza medeniyetê” binav dike û dibêje; “belkî jî koronayê rindiyek kir, ku mirovahî li ser siberoja xwe bifikire. Ev krîz bi hovîtiya bazara neolîberalîzmê û pirsgirêkên civakî ên ji hêla neolîberalan ve tên mezinkirin re girêdayî ye…”

Rewş radixe ber çavan, ku sedem û berpirsên nexweşiyê ji wê re çareyeke mayînde nabînin; îro covîd-19 û sibê merezeke din. Divê mirov û civak bi xwe li ser çareyan serî biêşîne, jiyana xwe tenê ji plan û ‘tevdîr’ên serdestan ve girê nede û ji bo siberojê bêxeyal û bêhêvî nemîne…

İlginizi çekebilir