Halil Dalkılıç: Kobanê êdî nakeve…

Êdî pir aşkere bûye, ku ‘rejîma serokatiyê ya tirkî‘ di sê salan de xeynî tundî, zordestî, xizanî, pûçbûna nirxên civakî, dizî, şêlandin û siyaseta şer tu encam bi xwe re neaniye. Him saziyên dewletê û him jî nirxên ku ahengiya civakî pêk dianîn, gişt bêbandor mane û riziyayîne. Di dawiya sê salan de wekî encama hewildana avakirina rejîmeke serokatiyê, îro tenê dewlet û civakbûneke riziyayî li holê ye û tirsandin û gefxwarin di destê desthilatdaran de wekî tekane siyaset maye…

Hikûmeta Tirkiyê bi gefên li dijî Kurdan û hêviya hevdîtineke bi Serokê Amerîkayê re wekî ‘bihêzbûna’ xwe dide diyarkirin û pê dixwaze piştgiriya civakê bi dest bixe. Ev dora du mehan e ku rayedarên hikûmetê û çapemeniya Tirk rojevê tenê bi van herdu mijaran dadigirin. Di dawiyê de, Erdogan û Joe Biden li Roma ya Îtalyayê di çarçoveya civîna G20an de hevdîtinek pêk anîn, lê jê çi encam derket, zêde nehat famkirin. Rayedarên hikûmetê û çapemeniya ku ji sedî 90î zêdetir girêdayî hikûmetê ye, tenê hevdudîtina Erdogan û Bîdenî wekî serkeftineke mezin diyar kirin û pê propagandaya ‘bihêzbûn û mafdarbûna‘ xwe kirin.

Qaşo ‘bihêzbûneke‘ wan hebe, ew jî tenê li dijî Kurdan e. Gefên rayedarên Tirk ên li dijî Kurdan her berdewam in. Leşkerşandina ser sînora Rojava û bi rêya çapemeniyê gurkirina propagandaya dagirkirina axa Rojavayê tim wekî mijara sereke ya siyaseta Tirkiyê tê pêşkêşkirin.

Xeynî gefxwarin û êrîşên li dijî Kurdan, niha tu siyaseteke xuyayî ya Tirkiyê ya li herêmê tune ye. Ji xwe tezkereya ji bo berdewamkirina êrîşên li Rojava û Başûr jî bo 2 salan hate dirêjkirin. Di dengdana di parlamentoyê ya ji bo tezkereyê de ev cara yekê ye ku CHPê herkes heyirî hişt û negot erê. Helbet ev helwest di taxa Kurdî de bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin, lê di mijara rewşa Kurdan de li şûna siyaseta klasîk a ‘gefxwarin û êrîş’ê çi siyaset û hêza wê ya çareseriyê heye, hê jî zêde ne diyar e.

Benzer haberler

Hasbey Köksal: Yadîn

Erdogan û berdevkên wî her çiqas di van rojên 7. salvegera berxwedana Kobanê de gefxwarinên dagirkirina Rojavayê hê zêdetir bikin jî, wer xuya ye ku şert û zirûfên konjûnkturî ne gorî dilê wî ne. Li ser gefên hikûmeta Tirk, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wiha gotiye; “em bala herkesî dikişînin ser pêwîstiya parastina xetên agirbestê û sekinandina êrîşên dersînorî.“

Helbet ne helwesta Amerîkayê, ne ya Rûsyayê û ne jî helwesta dîplomasiya navdewletî garantiyeke ji bo ewlehiya Rojava ye. Helwest û durûtiya raya giştî navdewletî ya li hemberî dagirkirina Efrînê hê jî ji bîra Kurdan neçûye.

Lê ji bo Kurdan û Tirkiyê konjûnktûr ne mîna ê berê ye. Wê çaxê Tirkiyê him ji hêla Amerîkaya Trumpî û him jî Rûsyaya Pûtînî ve dihate tolere kirin. Tirkiye wê çaxê di pozîsyoneke ‘êrîşkar‘ de bû. Heta wer bûyî bu, ku Rûsyayê bi xwe Tirkiye ji bo dagirkirina Efrînê motîve kiribû. Lê îro hikûmeta Tirk him li hemberî siyaseta Amerîkayê, him li hemberî siyaseta Rûsyayê û him jî li hemberî jinûve avakirina ahengiyeke navdewletî ya dewletên herêmê di pozîsyoneke ‘xweparastinê‘ de ye. Tirkiye hewldide ku ên di destê xwe de wenda neke…

Dema meriv ji hêla Kurdan ve meseleyê hilîne dest; rewşeke berovajî pozîsyona Tirkiyê xwe dide der. Li ser serkeftina Kobanê re 7 sal derbasbûne û hê jî garantiyeke navnetewî û mîsogerbûna statûyê xweseriyê pêk nehatiye. Lê li hêla din; pergala xweseriyê ya Rojava ji her demê zêdetir rêxistinîbûyî û şidandî ye û heta radeyekê deriyên dîplomasiyê jî jê re hatine vekirin.

Nirxên moralî ne xema siyaseta navdewletî be jî, Rojava û Kobanê nûnertiya nirxên mirovî û pergaleke ‘nû‘ a ji bo azadî û aramiya civakî dikin. Li hemberî Rojava, rejîma Tirk nûnertiya nirx, siyaset, îdeolojî û hişmendiya dijînsanî dike û tiştekî ku ji bo aramiya mirovahiyê bide tune ye.

Ji ber wê yekê ye ku Kobanê neket û êdî nakeve jî…

İlginizi çekebilir