Halil Dalkılıç: Jiyan û jîndarî dimire, xweza diqîre… 

Îro li seranserê cîhanê ji ber siyasetên desthilatdaran, rewşeke wekî ku mirovahiyê hişê xwe wenda kiriye, li dar e. Xweza, xwezahî, jiyan û ahengiya jîndariyê bênefes maye…

Him taybetmendiya xwezayê û him jî taybetmendiyên mirovahiyê yên wekî ziman, etnîsîte û bawerî ji hêla serdestan ve wek çekên kûjer têne bikaranîn. Bona berjewendiyen kom û kesên serdest xwîn tê rijandin, însan û xweza tên kuştin û jiyan tê hilweşandin. 

Desthilatdarên paşverû û dîktatorên li dewletên paşdemayî û desthilatdarên qaşo demokrat ên li dewletên pêşketî ên rojavayî bi hevkarî û ahegiyeke xurt xweza û jiyanê ji holê radikin.

Di nava vê hengameyê de, têkîliyên mirov û civakan wateya xwe wenda dike û kulturên mirovî ji hole radibin. Jiyan bi giştî bêwate tê hiştin û xweza wekî navgîneke bo rehetiya hinek kom û kesan tê bikar anîn. Şer û pevçûn him çand û kultura ku însan û xelkan digîhijine hevdu û jiyanê dixemilîne, tune dikin û him jî bingeha avakirin û pêşxistina jiyaneke rengîn û watedar ji holê radikin.

Îro mirovahî di nava çemberê jiyaneke ku her tiştî wê gorî berjewendiyên serdestan tê dirûstkirin de bi nirxên nû, bi têkîliyên nû, bi rengên nû û bi hest û helwestên nû, lê bêvîn û bi neçarî him xwe û him jî nirxên xwezayî û civakî di destarê modernîzmê de diherîne, tune dike…

Mirov ji xwe dipirse; mirovahî ber bi ku ve diçe û ji xeynî xweza û nirxên me yên mirovî û civakî çi yê me ma ye?!..

Têkîliyên mirovan ên ku di çîrokên demên berê de têne vegotin, êdî nema têne jiyîn. Ew ketine ber ava çemê rastiyê û berav berav çûne. Em jî di her firsendî de bi bahskirina wan, bi jinûve vegotina wan dilê xwe hênik dikin û bo çend deqîqeyan be jî, ji bandora kaos û stresa jiyana îroyîn xwe dûr dixin…

Piraniya wan hestên jidil, pak, nerm, sivik, dilovan, xwezayî, civakî û evînî yên ku ji dema jiyana me ya berê di bîra me de mane ne. Kaniyên ku me av jê vedixwar, darên ku me di bin siyê de bêhna xwe distand, çemên ku me tê de avjênî dikir, heywanên ku me xwedîtî lê dikir, tirbên ku me beriya cejnan ziyaret dikir, şîn, dîlan, cejn, pîrozbahî û dawetên ku me hesten xwe dixist nava yên hevdu û girî û kenê ku me bi hev re dikir…

Jiyan bûye wek mijareke hejmarî û îro herkes kuştî û miriyan dijmêre;him ên ji xwe û him jî ên ne ji xwe û mixabin qîrîn û feryada xwezayê temaşe dike herkes! 

Jiyan û jîndarî tên kuştin!..

Lê ev çavbirçîtî, bêhişbûn, çavsorî, şer, pevçûn, kuştin, mirin, şîn, tirs heta kengê?!..

Divê mirovahî çavê xwe vegerîne ser nirxên jiyanî û xwezahî. Wargeha nirxên jiyanî xweza bi xwe ye û dive mirov bala xwe bide wê cewherê. Însan, civak û hemû zindiyên din ên li xwezayê li ser bingeha ahengiyekê (ekosîstem) rû dane û jiyan bi wê ahengiyê bi pêş ketiye. Dema ku endamekî vê ahengiyê kêm bibe, xweza û jiyan ahengiya xwe wenda dike. 

Mixabin însanan ahenga xwezayê bi destê xwa xera kirin. Îro xweza û hemû jîndar bi encamên karesatî ên vê xerakirinê re rû bi rû ne. Xweza diqîre! Atmosfera cîhanê û ahengiya jiyanê êdî nikane xirabiya ku însanan lê kirî, zêdetir rabike û xweza bi felaketên mezin bertekê nîşan dide; êşa xwe a ku însan bûne sebeb, bi karesatên wekî bilindbûna germahiyê, lehiyên kujer, şewata daristanan û kêmbûna gelek cureyên zindiyan vedibêje…

Divê mirovahî xwe bihejîne û xwe ji bandora hişmendiya serdest a îroyîn rizgar bike. Û dive guh bide qîrîna xwezayê û bala xwe bide ser nirxên jiyanî û însanî. Wekî ku însanên kamil gotine; “eger tu bixwazî li çareyekê bigere, berî her tiştî li cewherê xwe mêzeke!..”

İlginizi çekebilir