Halil Dalkılıç: Înternet, dîjîtalîzasyon û kurdî…

Gorî lêkolîneke Zanîngeha Oksford a Îngîltereyê di nava deh salên pêşiya me de ‘hişên çêkirî’ (artificial intelligence) ê wekî karkerên serdema nû derkevin pêş. Bi pêşketina teknolojî û înternetê hişmendî, helwestên danûstandina civakî û navgînên hilberînê diguherin. Êdî her kar tê dîjîtalîzekirin. Ji bo vê yekê jî pîşeyên wekî endezyariya hişê çêkirî û endezyariya robotan wekî pîşeyên dahatuyê roj bi roj balê dikişînin ser xwe…

Berê teknolojî wekî sembolê bajarîbûnê û wekî navgîn û mijareke jiyana bajêr bû. Lê îro bi saya înternetê cûdahiya gund û bajêr ji holê rabûye. Şivanekî li serê çiyê jî qasî kesên li bajêr ji pêşketinên teknolojiyê haydar e, ji wan fam dike û wan bikar tîne.

Înternet ne tenê sînorên di navbera gund û bajaran, herwiha sînorên di nava civak, welat û parzemînan jî ji holê rakir. Li kîjan parzemîn û welatê be bira bibe, ji kîjan netew û olê be bira bibe; hişmendiya jiyanê ya li seranserê cîhanê her diçe hê zêdetir nêzî hev dibe..

Înternet û dîjîtalîzasyon wekî jiyana her civak û xelkê, helbet hişmendî û helwestên Kurdan jî diguherîne. Bêrî her tiştî, êdî haya Kurdên her çar parçeyan û ên li seranserê cîhanê belav bûne, ji hevdu heye. Astengîyên ku dewletên serdest li ber pêşketina nirxên kurdî û kurdewariyê danîne, bi saya înternetê bêbandor têne hiştin û ew li hemberî hewildanên Kurdan bêwate dimînin.

Kes, kom, rêxistin û saziyên Kurdan ji bo nasandina xebatên xwe înternetê bikar tînin. Dewletên serdest çiqas bixwazin xebatên Kurdî asteng bikin jî, pir aşkere tê dîtin; ku nivîskar, stranbêj, hunermend, berhem, xebat û saziyên ziman û çanda Kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Kurd rastiyên siyasî jî ji medya civakî fêr dibin.

Mirov dikane li ser feydeyên înternet, dîjîtalîzasyon û medya civakî gelek tiştan binivîse, lê mijara vê nivîsê ne tenê ew e…

Her çiqas sazî û rêxistinên kurdî jî bixwazin hinek tiştan bi rêya înternetê bipêş bixin û bandorê li civakê bikin jî, bandora piraniya xebatên wan tenê ferazî û di çarçoveya takekesî yanî şexsî de dimîne. Helbet ew xebatên pir hêja ne, lê ji bo ku înternet û medya civakî di mijarên perwerdekirina civakê û pêşxistina çanda kurdî de bandoreke berbiçav li xelkê bike, pêwîstiya bi zêdekirina serîêşandin, lêgerîn û lêkolînan heye.

Li hinda gelek feydeyên bikaranîna înternet û medya civakî, bi şêweyê bikaranînê ve girêdayî, encameke wekî ‘otoasîmîlasyonê’ jî xwe dide der. Ji ber ku Kurd, bi taybetî jî ên bakurî, bi kurdî nehatine perwerdekirin û ew di medya civakî de bi piranî zimanê ‘tirkî’ bikar tînin. Helbet kurdiya di medya civakî de tê bikaranîn îlhamê dide gelek kesan, ku ew jî hewil didin bi kurdî xwe îfade bikin; mesaj û nêrinên xwe bi kurdî binivîsin û vebêjin…

Lê hinek kes (bi taybetî jî Kurdên nexwende) ji ber nezaniyê; hinek kes jî (bi taybetî ên zana, rewşenbîr û xwende an jî ên ku xwe wer dihesîbînin) ji ber popûlîzmê israr dikin û nêrîn û daxwazên xwe bi tirkî îfade dikin.

Ez dixwazim ji bo vê mijarê mînakeke balkêş a ku pê rast hatime bidim: Gundiyên me yên ku berê tirkî nedizanîn û neçûne mekteba tirkan, niha di medya civakî de bi hevdu re bi tirkî dinivîsin.

Tirkî berê zimanê bajarîbûnê bû, îro jî wekî zimanê înternet û medya civakî tê bikaranîn. Helbet sedemê sereke ê vê yekê qedexebûn û tunebûna perwerdeya bi zimanê kurdî ye, lê li hinda wê sedemekî din jî heye, ku wer xuya ye ew hişmendiya ku pê tirkî wekî zimanê pêşveçûnê û kurdî jî wekî zimanê paşdemayînê tê dîtin, hê jî di zindî ye…

Helbet hemû Kurd nikanin bi kurdî binivîsin û belkî şert û zirûfê wan, wan ji bo vê yekê mecbûr jî nake. Lê zindîhiştin û bipêşxistina kurdî û nirxên kurdewarî divê xema her kurdekî be. Înternet û medya civakî îmkaneke mezin radixe ber Kurdan û Kurd dikanin wê wekî dibistan bikarbînin. Ji bo vê mijarê jî lêgerîn û hewildanên rêxistinî û giştî divê…

İlginizi çekebilir