Halil Dalkılıç: Hilbijartina Amerîkayê û Kurd

Du hefte şûnde (3yê Mijdarê) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hilbijartina serokatiyê ê bê lidarxistin. Gorî anketên têne weşandin, namzetê Demokratan Joe Biden heta ji sedî 10ê li pêş namzetê Partiya Komarê Donald Trump e.

Heta radeyekê siyaseta Amerîkayê ya derveyî gorî serokan neguhere jî, bi çûna serokekî wekî Donald Trump ê parezvanê dîktatoran û rejîmên paşverû û otorîter gengaz e ku di metod, uslup û şêweyê siyaset û dîplomasiya Amerîkayê de hinek guhertin pêk werin.

Xuya ye ku rêveberên rejîmên otorîter ên wekî Tirkiyê, piraniya rejîmên Erebî û ên din pir dixwazin ku Donald Trump li ser kar bimîne. Di serdema Donald Trump de piraniya saziyên navnetewî û yên navdewletî wateya xwe wenda kirin, hejmara serok û rêveberên ku tu hiqûq û mafê mirovan nas nakin zêde bû.

Li seranserê cîhanê retorîk û siyaseta şer derkete pêş, bêhiqûqî û binpêkirina mafê mirovan pir zêde bû û berovajî vê yekê sazî û navgînên têkoşîn û şopandina mafan lewaztir bûn û piranî bêbandor hatin hiştin. Bi belavbûna nexweşiya koronaya pandemîk jî li her welatan mekanîzmayên kontrolkirina civakê hê bêtir hatin tundkirin. Donald Trump bû kesayetê sembola vî kaosî.

Mesajên Joe Biden hinek hêviyê biafirîne jî eger ku ew were hilbijartin, nûbûneke çawa ê pêk were û mirovahî, bi taybetî jî Kurd û xelkên Rojhilata Navîn ê aramiyekê bibînin an na, hê ne diyar e.

Rejîmîn paşverû û otorîter ên Erebî ji ber siyaseta Trump a li dijî Îranê hêviyê bi Trump ve girê didin û ji siyaseta Îranê ya Demokratan a dema Barack Obama, ji ahengî û nermkirina tundiya li ser Îranê ditirsin.

Bêguman Biden bê hilbijartin jî rejîmên otorîter ê têkîliyên xwe bi Amerîkayê re bi heman ahengî berdewam bikin.

Lê jiber ku li hemberî siyaseta hêzên navdewletî û ên herêmî siyaseteke netewî a yekbûyî, xwedîhêz, bibandor û serbixwe a Kurdî li holê nîne; ji bo Kurdan rewş qasî ya dewletan ne hêsan e…

Di serdema Trump de ji bo binpêkirina mafê Kurdan, li sê parçeyên Kurdistanê dagirkirin, êrîşbirin û jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan, rejîma Tirkî her daxwazên xwe yên dijkurd pêk anî.

Bi hezaran Kurd hatin kuştin, gund û bajar hatin hilweşandin û talankirin, hinek beşên rojava û başûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiyê ve hatin dagirkirin, Kurd hatin koçberkirin û demografiya Kurdistanê hate guherandin.

Ne tenê Tirkiye, rejîma mollayan a Îranê jî di serdema serokatiya Donald Trump de him li Rojhilat û him jî li Başûr û Rojava êrîşên xwe yên li ser destkeftiyên Kurdan hê dijwartir kir.

Îran di dîplomasiya navdewletî de wek dijminê Amerîkayê bê nîşandan jî, siyaseta wê ya dijkurd di dema serokatiya Trump de di vê mijarê de bi tu astengiyar re rû bi rû nema. Îranê li Rojava bi rejîma Sûriyê ve li ber destkeftiyên Kurdan bû astengî û li Iraqê jî bi çeteyên xwe yên wekî Heşdî Şabî ji Germiyan, Kerkûk heta Şengalê êrîşî Kurdan û destkeftiyên Kurdan kir û bi lîstikên ji bo lewazkirina hêza Kurdî a siyasî berdewam kir.

Êrîşa dawî ya Heşdî Şabî ya li dijî avahiya nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê bi aşkereyî nîşan dide ku Îran ê bi hêsanî destê xwe ji axa Kurdan û ji qirika Kurdan nakişîne…

Eger ku Joe Biden bibe serokdewletê Amerîkayê yê nû, li Rojhilata Navîn belkî li şûna siyaseta kaotîk a rêveberiya Trump, dîplomasî û siyaseteke xwedîşexsiyet bipêş bikeve. Siyaseta Amerîkayê dîrekt bandorê li Kurdan û li Kurdistanê jî dike.

Lê yekîtî, xwedîhêzbûn û aramiya navmalî ya Kurdan ê ji siyasetên hêzên derve zêdetir bandorê li pêşeroja Kurdan bike. Helbet ahengiya bi siyaseta Amerîkayê û bi ya dewletên din re girîng e, lê ya herî girîng ahengiya navmalî ya Kurdî ye…

İlginizi çekebilir