Halil Dalkılıç: Helwestekî kurdî ê rasyonel…

Jiyangehên li Rojhilata Navîn û Pêşasyayê ji sed salan zêdetir e, ku ji ber şer û pevçûnan wekî kavil û wêran in. Dewletên ku sed sal berê siyaseta bêaramiyê ji xelkên herêmê re rewa dîtine, bo wan sînor çêkirine, îro jî bi heman siyasetê li hêlekê hêviyê didin xelkan û li hêla din tansiyona siyasî tim bilind dihêlin. Şer, pevçûn, kaos û bêhêvî…  

Mirov siyaset û jiyana civakî ya herêmê bêyî wan nikane analîz bike. Ji sed salî vir de xelkekî ku ji vê siyasetê aramiyeke daîmî jiyaye, tune ye. Ne kurd, ne tirk, ne ereb û ne jî faris…

Afganîstan a ku teslimî cîhadîstên hov ên Talîbanê hate kirin, mînaka dawî a encama vê siyasetê ye ku hemû mirovahî pê şaşwaz ma. Rewşa Iraq, Sûriyê, Lîbya û ya ên din ê di bin bandora vê siyasetê de çawa dewam bike, ne diyar e. Nîşaneyên ji bo aramiyê û jiyaneke bêyîşer di asoyê de xuya nake. 

Ji bo kurdan rewşeke xetere ye; yanî rewşeke weki ya her carê ye. 

Belkî analîzekî wisa hinekî hîsî û hestyarî bê dîtin û nirxandin. Lê li hemberî  rewşa heyî ya tevlîhev meriv çi bike jî, xwe nikane ji hestyariyê dûr bixe. Ku tenê bi awayekî bêhîs, analîtîk û aqilane li rewşê bê mêzekirin jî, hişê mirov jê re têre nake ku rewşê di çarçoveyekî mantiqî de binirxîne û jê encamêke ji bo aramiya kurdan û a xelkên din derêxe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lawrow ji pirseke bi rewşa Iraq, Sûriyê û bi a kurdan ve têkîldar re bersivekî wiha daye, ku qey tekane ‘dostê kurdan‘ ew in, lê kurd wan guhdar nakin: “Qasî ku em dibînin; Amerîka dixwaze Iraq û Sûriyeyê ji bo pirsgirêka xwe ya bi Îranê re bike meydaneke şer… Amerîka di pratîkê de li rojhilatê Çemê Firatê ji bo gavên cûdaxwaz zemînekî ava dike, lê ew  ji bo kurdan tu caran çareseriyekê peyda nake…“ (Rûdaw) 

Lê siyaseta ‘çareseriyê ya Rûsyayê‘ a heta niha çi ye: Pêşî vekirin û motîvekirina Tirkiyê ji bo dagirkirin û talankirina rojavayê Kurdistanê û tehdîdkirina kurdan bi êrîşên arteşa rejîma Sûriyê ve… 

Zimanzan, fîlozof û dîzokzanê Amerîkî ê navdar Noam Chomsky jî çend roj berê derbarê rewşa kurdên Rojava de wiha gotiye: “Rojava di nava şerê dijwar ê Sûriyê de, li ser pê ma. Di dema Trump de Amerîka ji hinek deveran vekişî û ev bû sedem ku êrîşên Tirkiyê ên li herême zêdetir bûn. Kurd îro di nava du dijminan de ase mane. Li hêlekê Tirkiyê û li hêla din rejîma Esad…“ (Nejla Ar, Y.Ö.Polîtîka)

Akademîsyenê Zanîngeha Dihok a başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî jî heman metirsiyê ji bo kurdên Başûr vedibêje: Li Iraqê bûyerên ku di qadê siyasî de pêk tên encama pevçûna hêzên navnetewî ye. Ev rewş ji bo kurdan jî talûkeyeke mezin dihundirîne. (S.Evran, ANF)

Wer xuya ye; ku kaos û hewayê bi mij dê zû bi zû herêmê neterikîne û ê tim tansiyona kurdan bilind bike.

Tirkiye û DAÎŞ di nava ahengekê de bênavber êrîşî kurdan dikin. Lê bertekên ‘dostan‘ (Amerîka û Rûsya) gorî dilê xwe ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye, ku di du hefteyên serê vê salê (2022) de arteşa tirk û çeteyên cîhadîst ên girêdayî wan 225 caran êrîşî xelkê Rojava kirine. Di êrîşên li ser xeta ji Eyn Îsa heta Efrînê hatine kirin de 31 kesên sivîl birîndar bûne û kesekî sivîl jî canê xwe ji dest daye. 

Aşkere ye, ku statûkoya heyî ya li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê û êrîşên Tirkiyê ên li dijî kurdan gorî berjewendiyên Rûsya, Amerîka û dewletên mezin ên rojavayî ne. Belavkirina vî kaosî û rizgarbûna ji vê cendereyê ji hunera kurdan a siyasî û civakî re dimîne. An bi parçeyî an jî bi giştî helwesteke kurdî a rasyonel lazim e, ku bandorê him li jiyana civakî û him jî li siyaseta hêzên serdest bike…

İlginizi çekebilir