Halil Dalkılıç: HDPê got ‘xwebûn‘

Ajansa nûçeyan a fînansê ya navnetewî Bloombergê di analîza xwe ya dawî de gotiye, ku “hilbijartina herî girîng a 2023yan hilbijartina ku li Tirkiyê bête kirin e!” Herwiha di heman analîzê de hatiye gotin, ku “rûdanên li Tirkiyê bandorê tenê li Tirkiyê nakin û ev rewş tevahiya cîhanê elaqedar dike…”

Jixwe ev demeke dirêj e; ku li Tirkiyê ji pirsgirêkên girîng ên ku jiyana xelkê kambax dikin nayên gengeşîkirin. Ji dagirkeriya Tirkiyê ya li başûr û rojavayê Kurdistanê û encamên neyînî yên vê siyaseta êrîşkar a li dijî kurdan û ji rewşa têkçûna aboriyê û xizaniya xelkê zêdetir hilbijartinên ku heta havîna îsal bêne kirin tên gengeşîkirin. Bi taybetî jî pirsa, li hemberî Recep Tayyîp Erdogan namzetê serokkomariyê yê opozîsyonê kî dê bibe; Kemal Kiliçdaroglu, Ekrem Îmamoglu an Mansur Yavaş?!..

Civînên nûnerên partiyên muhalîf tim wek rojeveke girîng derkeve pêş jî, hê jî li hemberî rejîma otorîter a Erdoganî û desthilata AKP-MHPê ew ê çi bikin û kê wek namzet nîşan bidin; ne diyar e. Ev rewşa xispal a muhalefetê destê Erdoganî bihêztir dike. Jiber helwesta opozîsyonê car caran di hişê mirov de pirsên wisa jî peyda dibin; gelo muhalefet ji bo jinûve hilbijartina Erdoganî dixebite an jî ajandayeke wan a veşartî heye!? Desthilata Tirkiyê ya îslamî-tirkperest AKP-MHPê li hemberî helwesta opozîsyonê ya şêlû û bêbandor rojeva siyasetê û ya xelkê tim di vî çarçovî de dihêle û mixabin dikane wê ji bo dirêjkirina temenê xwe bikar tîne.

Li hinda vê şêlûtiyê tiştekî pir berbiçav jî heye; her kes ji kurdan direve û naxwaze bi kurdan re (HDP) derkeve pêş raya giştî. Rewşeke pir ecêb e; desthilat opozîsyonê, opozîsyon jî desthilatê bi hevdîtin û têkilîdanîna HDPê re ‘terorîze’ dike. Hem desthilata AKP-MHPê û hem jî opozîsyona ku CHP û ÎYÎPê serkeşiyê dikin, bi hevahengiyê siyaseta bêbandorhiştina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikin. Her du hêl jî hem hewceyî dengên kurdan in û hem jî naxwazin di siyaseta Tirkiyê de kurd wek îradeyeke serbixwe helwestê nîşan bidin.

Belkî Serokê Partiya Devayê Alî Babacan û hinekên din bahsa mafê ‘perwerdeya bi kurdî‘yê dikin, lê ji van daxuyaniyan wateyekî mîna bi giştî wek îradeyekê pejirandina hebûna kurdan û daxwaziya pêşxistina siyaseteke ji bo nasandina mafên kurdan bi giştî nayê famkirin. Tiştekî zelal li holê tune ye. Hê jî tu beşên opozîsyonê li hemberî êrîşên li dijî kurdan tiştek negotiye. Li hemberî vekirina doza girtina HDPê jî ji wan partiyan tu deng derneketiye.

Hem AKP-MHP û hem jî CHP û yên din dibêjin; bira kurd deng û piştgiriyê bidin me; ewqas!.. Tirkiye bi siyaseta dijkurd sê parçeyên Kurdistanê dagir kiriye; kurdan dikuje; jiyanê ji kurdan re dike jahr; demografiya welatê kurdan diguherîne; siyasetmedar, çalakvan, hunermend, rojnamevan û her kesî ku ji bo mafên kurdan gotinekê dike dixe zindanê; aşkere ye, ku zilm û zordestî qet ne xema opozîsyonê ye! Wê çaxê; ew opozîsyona çi dikin? Tenê bira Erdogan biçe û ew şûna wî bigirin?

Siyaseta tirk bi giştî Kurdan bêhiş dizane û di siyaseta bêhişkirina kurdan de bi israr e…

Li hemberî vê rewşê helbet gotineke kurdan jî divê hebûya û berdevkên HDPê ji bo vê yekê helwestek nîşan dan; ku HDP dê bi namzetê(n) xwe tevlî hilbijartinan bibe. Yanî wek partiya ku bi navê kurdan jî siyasetê dike got; ‘xwebûn!‘

Eger di siyasetê de rengê kurdî biçilmise û vîna kurdan xwe aşkere neke; kurd, kurdî û kurdewarî dê tenê di siyaseta serdestên tirk de wekî lîstokan bên bikaranîn. Li Tirkiyê desthilat û partiyên opozîsyonê mixabin tim bi vê hişmendiyê nêzî kurdan dibin.

Di hilbijartinan de xuya ye, ew hewceyî kurdan in; lê kurd xwe neçarî tekane siyaseta wan a dijkurd nakin. Ji bo kurdan ‘xwebûn‘ yanî xwedîvînbûn, xwedîrengbûn û xwedîdengbûn hêja ye. Jiber vê yekê ye, ku di rewşa îroyîn de û di bin tehdîda girtinê de helwesta HDPê ya bi namzetê xwe tevlîbûna hilbijartinan jî hêja ye…

İlginizi çekebilir