Halil Dalkılıç: Efrîn derdê kê ye?

Heftiyek berê(26ê çileyê) 6. salvegera rizgarbûna Kobanê bû û çend roj beriya wê jî (20ê çileyê) 3. salvegera destpêka dagirkirina Efrînê a ji hêla Tirkiyê bû.

Wekî tê zanîn; Tirkiye wan rojan pir dixwest ku Kobanê bikeve destê DAÎŞê û ji bo têkçûna berxwedana Kurdan kampanyayeke pir mezin a siyasî, psîkolojîk û dîplomatîk dida meşandin.

Hê di dema dorpêçbûna bajêr a ji hêla terorîstên DAÎŞê de, serokkomarê Tirkiyê R.T.Erdogan bi dilxwaziyeke mezin ‘mizgîniyek‘ dida ku Kobanê êdî dikeve destê DAÎŞê! Le wer nebû. Têkçûna DAÎŞê û rizgarbûna Kobanê şabûna rêveberiya Tirkiyê di qirikê de hişt û şabûna Kurdan ji wan re bûbû wek derdek…

Paşê, 3 sal şûnde (2018), vê carê Tirkiyê bi alîkariya Rûsya, bi pêşîvekirina Amerîka û dewletên rojavayî Efrîn dagir kir û çeteyên cîhadîst li wir bicî kir. Gorî rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) 300 hezar Kurd ji şûn û warên xwe hatin derxistin û koçberkirin. 

Rojnamevan Medya Sarya dibêje; ku “beriya dagirkirina Efrînê nifûsa bajêr dora 500 hezarî bû û ji sedî 95-96ê wê Kurd bûn. Berê hezar Kurd û Ermenên xirîstiyan, 15 hezar Kurdên Elewî  û 25 hezar jî Kurdên Êzîdî li Efrînê dijiyan.  Pîştî dagirkirinê 400 hezar Ereb li bajêr hatin bicîkirin. Îro nifûsa bajêr ji sedî 70 ji Ereban pêk tê û hejmara Kurdan jî tenê dora ji sedî 23 maye. Xeynî 3-4 malbatên xirîstiyan û du hezar Êzîdiyan tu kesên ne misilman li bajêr nemane…

Li Qamişloyê bi mijara encamên dagirkirina Efrînê komxebateke durojî (30-31ê çileyê) hat lidarxistin. Di komxebatê de hovîtiya di sê salên vê dawiyê de li Efrînê û li Efrîniyan hatiye kirin, wiha hat aşkerekirin:

“Binesaziya herêmê û saziyên sivîl hatin rûxandin, bi hezaran sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, bi sed hezaran şêniyên herêmê hatin koçberkirin û bi dehan komkujî hatin pêkanîn. Qirkirina etnîk hate kirin û hemû pîvan û rêgezên navneteweyî hatin binpêkirin. Nêzî ji sedî 80 ji şêniyên Efrînê koçberî herêmên Şehba, bajarê Helebê, kampa Şehba û bajarokê Til Rifetê bûn. Nêzî 400 hezar kesên biyanî yên ji herêmên cûda yên Sûriyê û bi taybet ji gundewarên başûrê Idlibê, gundewarên başûr û rojavayê Helebê û koçberên ji Xûtayê, li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin…“

Helbet ne tenê koçberkirin, jiyana civakî ya kurdewarî jî hat/tê kuştin. Şopên Kurdan ên civakî, kulturî û dîrokî ji holê hatin/têne rakirin…

Di raporê komxebatê ev yek wiha hatiye rêzkirin:“Ji ber êrişên Tirkiyê 64 dibistan wêran bûn. Beriya êrişê hejmara xwendekaran 50 hezar û 855 bû, niha tenê 13 hezar li herêmên Şehbayê tên perwerdekirin. Zanîngeha Efrînê hate girtin, materyalên zimanê kurdî hatin betal kirin û li şûna wê zimanê erebî, tirkî û pirtûka şerîeta îslamê hate ferz kirin(…) Zêdetirî 28 cihên dîrokî û 15 cihên olî hatin hilweşandin,(…) zêdetirî 300 hezar darên zeytûnê hatin qutkirin û şewitantin…

Di encamnameya komxebatê de bang li Yekîtiya Neteweyan û raya giştî ya cîhanî hate kirin ku, sûcê dewleta Tirk û cîhadîstên girêrayî wê yê li Efrînê bê dîtin û gorî hiqûqa navnetewî û hevpeymanên navdewletî ew bêne darizandin…  

Dagirkirina Efrînê him gorî hiqûqa saziyên navnetewî, him gorî hevpeymanên navdewletî û him jî wijdanî û însanî; ji her hêlan ve sûcekî mezin e. Lê xeynî Kurdan deng ji tu kesî derneket û piştî sê salan jî rewş heman rewş e. 

Bi guhertina serokê Amerîkayê ve pêşketineke çawa ê li herêmê pêk bê, hê ne diyar e, lê Efrîn ji bo Kurdan ne mijareke ku tenê ji Yekîtiya Neteweyan û ji helwesta wijdanî ya aktorên navnetewî re bê hiştin e. 

Dagirkirina Efrînê; komkujî, hilweşandin, talan, guhertina demografiyê û paqijiyeke etnîkî ye. Kuştina bajarekî, civakekê, xwezayekê, kulturekê, dîrokekê û kuştina paşeroj û pêşerojê Kurdan û kurdewariyê ye… 

Belkî rizgariya Kobanê ji dewleta Tirk re bû derdek, lê dagirkirina Efrînê ji Kurdan re bû derdekî hê mezintir. Ji ber vê yekê jî, ew ne tenê pirsgirêka Kurdên Rojavayê ye û ew îro li benda helwestekî giştî yê Kurdî û Kurdistanî ye…

İlginizi çekebilir