Halil Dalkılıç: Diyaloga Kurdî-Kurdî

“Eger Kurd êdî têne cem hev û li ser pirsgirêkên navxweyî guftûgoyê dikin, ev gaveke pir girînge.“ Xwediyê vê gotinê siyasetmedara Kurd, rêvebera Tevgera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEVDEM) Îlham Ehmed e.

Ev vegotina ku Îlham Ehmed li ser guftûgoyên di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) gotiye, di heman demê de rewşa trajîk a Kurdan jî radixe pêş çavan…

Yanî çi heyf e, ku ji bo li ser pirsgirêkên niştimanî, civakî û dîplomatîk hatina cem hev û nîqaşkirina Kurdan a bi hevre, bi serê xwe serkeftinek mezin e! Mirov nikane çi bêje; trajedî, drama an jî hêvî…

Tenê li ser vê rewşê û sedemên wê pêwîstî bi xebat û lêkolînên akademîkî heye.

Rewşa te jiyîn, gotina Mûsa Anter tîne bîra me. Apê Mûsa ji gazinc û rexneya ciwanekî ya wekî “kal û pîrên me tiştek bikirana, rewşa me îro cûdadir dibû“ re bersivekî wiha dabû: “Me jî têkoşîn ji biniya sifirê anî sifirê, ji ber wê we jî ji sifirê dest pêkir!..“

Têkilî û helwesta Kurdan a li ser pirsgirêkên navmalî, piştî têkoşîna dehan salan û bedelên pir giran diviya îro di astekî hê baştir de bibûya. 

Di derbarê pirsgirêka yekîtiya netewî de Kurd hê jî li derdora “sifirê“ çerx bibin jî, ji bo vê yekê keda tê dayîn pir hêja ye. Pêşketinên li Rojava ên derbarê vê yekê, ji bo tevahiya Kurdan gaveke pir girîng û gurkirina hêviya yekîtiyê ye…

Helbet ji Amerîka û Rûsyayê bigire heta rejîmên Tirk û Sûriyê, destê pir hêzan di nav meseleyê de ye û ev hêzana bi xwe sebebê bêparmayîna Kurdan a ji azadiyê û parçebûn û dagirkirina Kurdistanê ne.

Ew ji bo yekîtiya Kurdan jî ne jidil in û li hemberî wan teqez hişyarî divê. Danûstandinên wan ên bi Kurdan re jî di serî de ji bo berjewendiyên xwe ye. 

Li ber çavan e, ku di dîplomasiyê de zeîfbûna destê Kurdan jiber hê pêknehatina yekîtiyê ye. Hêzên navdewletî jî vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û ji bo berdewamiya rewşê ji her hêza Kurdî re bi siyaseteke cûda têkiliyê datînin.

Lê di siyaset û dîplomasiyê de divê mirov di her hal û rewşê de, bi bixwebawer bi her hêzan re têkilî deyne û tim destketî û berjewendiyên netewî û civakî bişopîne, bi perspektîfeke fireh, nêrîneke pragmatîk û îradeyeke serbixwe tevbigere…

Wekî ku siyasetmedar Nûrettîn Demîrtaş diyar kiriye; “ne dijderketina Amerîkayê, ne jî teslîmbûna Tirkan divê. Yekîti ji bo Kurdan pirsgirêkeke jiyanî ye û eger yekîtî nebe em nikanin bi vîn û nasnameyeke azad derkevin pêşberî hêzên cîhanî. Siyaseta me ya wek netewa demokratîk ne li dijî Amerîkayê û ne jî li dijî Îsraîlê ye…“

Eger pêvajoya hevdîtinên yekîtiyê bi encameke serkeftî bidawî bibe, ew ê bandorê li ser parçeyên din û siyaseta her hêzên Kurdî jî bike, ê sînerjiyekî Kurdistanî derêxe holê û destê Kurdan ji her hêlan ve bihêztir bike. 

Tê aşkerekirin ku piştî hevdîtinên sê heftiyî, du aktorên rojavayê Kurdistanê (PYD û ENKS) li ser çarçoveyekî rêgezî lihevkirine û derbasî gava duyemîn bûne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî pêşketinên di hevdîtinan de wek mizgîniyekê diyar dike û dibêje: “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn. Hêviya me ji herdû aliyên siyasî ku berjewendî, paşeroj û bendewariyên gel esas bigrin. Em ê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.“ 

Îro li parçeyê herî biçûk ji bo tevahiya Kurdan deriyek tê vekirin û tîrêj û ronî xwe didin hundirê mala Kurdî.

Tu heqê Kurdekî tuneye ku li guftûgoyên ji bo yekîtiyê li Rojava tên li darxistin, bi pozbilindî mêzeke, rû jê bade, biçûk bibîne û dijderkeve…

İlginizi çekebilir