Halil Dalkılıç: Di tûrikê Biden de ji bo Kurdan çi heye?

Li Amerîkayê piştî êrîşa alîgirên Donald Trumpî ya li ser avahiya Kongreya Amerîkayê (Kapîtol) çavên cîhanê vegeriya ser rewşa siyasî ya Amerîkayê. Di roja ku Kongreya Amerîkayê serokatiya Joe Biden pesend bike de bi motîvekirina Donald Trumpî, bi sedan kesan, hinek jî çekdar bûn, êrîşî avahiya Kongreyê kirin û di pevçûnan de 5 kes mirin.

Ev êrîş ji hêla raya giştî ya cîhanî ve wekî ‘hewldana darbeyekê‘ hate pêşwazîkirin û mirovahî xiste gumaneke wisa; ku ‘gelo eger li Amerîkayê jî li dijî demokrasiyê darbeyek pêk bê, wê çaxê halê cîhanê ê çawa be!?‘

Raya giştî  ya cîhanî bi vê ‘şokê‘ kete nava gumaneke wisa; ku eger Trump an jî hişmendiya wî careke din li Amerîkayê desthilatdar be, li seranserê cîhanê pêşiya rejîmên dîktorî ê vebe û cîhan ê bi krîzeke hê kûrtir re rû bi rû bimîne.  

Piştî êrîşa li ser Kapîtolê berdevkên dewletên cîhana rojavayî, endamên Yekîtiya Ewropayê bi yek dengî li dijî hewldana ‘darbeya‘ Trumpî bertek nîşan dan. Wezîrê Karên Derveyê yê Almanyayê Heiko Maas ‘bi hev re têkoşîneke ji bo demokrasiyê‘ pêşniyar kir û got; “Divê em ji dijminê demokrasiya lîberal re cihêkî vala nehêlin.

Em amadene ku bi Amerîkayê re ji bo demokrasiyê planekî Marshallî bipêş bixin. Eger li Amerîkayê demokrasî nebe, li Ewropayê jî demokrasî nabe… “ Xuya ye, xema Heiko Maasî ne aramiya tevahiya cîhanê, tenê aramiya Ewropa û Amerîkayê ye…

Kurdan ji siyaseta Amerîkayê ya bi serokatiya Trumpî pir zirar dîtin û hêvî bi çûyîna wî ve girê dan. Him daxuyaniyên Joe Biden û yên ekîba wî yên derbarê mafê Kurdan de û him jî rexneyên wan ên li siyaseta Trump a ku piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê ya li Rojava dikir, hêviya Kurdan a bi çûyîna Trump û hatina Joe Biden ve bilindtir kir.

Hêvî an dilxwazî hinekî bi vî rengî be jî Kurdnas û nivîskar Davîd McDowall ji niha ve hişyar dike ku Kurd divê pişta xwe bi giştî bi siyaseta  Amerikaya bi Bidenî ve jî girê nedin. Dawîd McDowall dibêje; “Tu armanceke sereke ya Amerîkayê ya ji bo azadî û aramiya Kurdan tune ye û nabe jî.

Amerîka ê li bakurrojhilatê Sûriyê namîne. Di dawiyê de Biden jî ê di demek şûnde Kurdan biterîkîne. Lê ew ê gorî siyaseta Trumpî, bi siyaseteke hê naziktir, bi siyaseteke bi hesab û asayî vê yekê pêk bîne.“ (gazeteduvar.com.tr)

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD – bi tirkî DTK) Bedran Ozturk jî meseleyê bi çavê Kurdan dinirxîne û balê dikişîne ser têkoşîna Kurdan. Ozturk li Wanê di çalakiya bi navê “Dem dema avakirina yekîtiya netewî û pêkanîna azadiyê ye“ de tespîteke wiha kir: “Ji ber polîtîkaya netew-dewletên herêmê û ya dewletên mezin ên cîhanî hebûna Kurdan hate înkarkirin. Ew hêzên mezin ku tim piştgirî dan komkujiyên  Kurdan, îro bi Kurdan re hevkariyê dikin. Ev pêşketin helbet encama têkoşîna Kurdan a dused salî ye…“

Kurdan ne bi siyaseteke libendêmayînê, berovajî bi têkoşîna xwe siyaseta înkar û qirkirinê heta radeyekê bêbandor hiştin û li ser pê man. Û di encama têkoşînê de bûn wek aktorekî xwedîhêz ê li herêma xwe. Ji ber vê yekê ye ku îro hêzên mezin ên wekî Amerîkayê bi Kurdan re di derbarê hinek pirsgirêkên herêmî de hevkariyê dikin.

Cîhan di serdemeke kaotîk re derbas dibe. Bi siyaseta Amerîkayê ya bi serokatiya Trumpî kaosa heyî hê kûrtir bû û wekî li Tirkiyê pêk hatî, pêşiya rejîmên dîktatoriyê vebû. Lê bi tenê çûyîna Trumpî jî ne wê wateyê ku cîhan ê êdî bibe wek gulistanekê û li her derê, bi taybetî jî li Kurdistanê pirsgirêkên siyasî û civakî ê çareser bin û aramî ê pêk were… 

Kurd helbet ê tim bi Amerîkayê re bidin û bistînin. Ji xwe ew li herêmê di şerê li dijî DAÎŞê de wekî hevkar tevdigerin û divê hevkarî û danûstandina Kurd-Amerîkayê hê xurttir be. Lê dîplomasî qadê pragmatîzmê ye û bo wê danûstandinên pragmatîst û hêzbûneke rêxistinî, yekgirtî û rêkûpêk divê.

İlginizi çekebilir