Halil Dalkılıç: Dersa kurdî; “Di dîwarê kolonyalîzmê de kolana bi derziyê“

Li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê bi vekirina dibistanan re mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî careke din hate rojevê. Ji bo serdema perwerdeyê ya 2022-2023yê di dibistanên navîn de kurdî (kurmancî û kirmanckî-zazakî) jî wekî derseke hilbijartî ê bê hilbijartin û xwendin. Malbat di navbera rojên 3-21ê çileyê de dikanin ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin.

Dersên kurdî ên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî-zazakî  di bin bernameya ‘ziman û zaravên zindî‘ de têne dayîn û di heftiyekê de 2 saet in. Ji bo vebuna dersê pêdivî bi 10 xwendekaran heye. 

Li Tirkiyê kurdî wek derseke hilbijartî di sala 2012yan de ji bo mufredata perwerdeyê hatibû qebûlkirin. Wê çaxê li 28 bajaran dora 19 hezar xwendekaran dersa kurdî hilbijartîbûn. Lê vê dersê ji ber gelek sedeman di nava salan de pêwendî wendakir. 

Sedemê pêşneketina perwerdeya bi kurdî û dersa kurdî helbet di serî de astengiyên dewletê ne. Lê bêpewendmayîna kurdan a pê re jî qasî astengiyên dewletê bandor li pêşneketina vî mafî kir. 

Herçiqas kurdî bi awayekî fermî wek derseke hilbijartî di mufredata perwerdeyê de cih bigire jî, saziyên dewletê ji bo ku dersên kurdî di nava gel de elaqeyê nebîne û kurdî di perwerdeyê de  pêşnekeve, bi her awayî astengî danî pêşiyê. Jiber ku dewlet ji bo perwerdeya kurdî binesaziyekî saxlem ( materyal û mamoste) amade nake, dilnexwaz e û xwedî ferasetekî dijî vê yekê ye. Dewlet ji bo dersên kurdî mamosteyan tayîn nake, lê dema malbat ji bo zarokên xwe vê dersê hildijêrin, ji rêveberiya dibistanan bersiveke wiha dibihîsin: “Mamosteyên dersên kurdî tune ne, derseke cûda hilbijêrin!..“ Yanî erkdarên dewletê bi vê hişmendiya dijkurd û dijkurdî di nava salan de, bi awayekî de-facto, dersên kurdî ji mufredata perwerdeyê derxistine.

Helwesta dewletê ya di derbarê kurdî û nirxên kurdan de aşkere be jî, kurdên Bakur bi xwe jî nikanin xwe ji sûcê pêşneketina dersên kurdî û perwerdeya bi kurdî rizgar bikin. 

Saziyên kurd ên wekî Platforma Zimanê Kurdî (PZK), Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), Tora Çand û Zimanê Kurdî, Instîtûya Kurdî, hinek sendîka û gelek komal û rewşenbîrên kurd ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî tim bang li rayedarên dewletê û ji bo hişyarbûnê bang li kurdan dikin. Lê kampanyayên sazî, komal û kurdîhezan ji ber ku belavele tên rojevê û bi tevlîkirina xelkê ve bi awayekî rêxistinî nayên birêvebirin, jê encameke berbiçav jî dernakeve holê. 

Heta îro li Bakur ji bo pêşxistina kurdî û bi dewletê ve daneqebûlkirina perwerdeya bi kurdî pir kar û xebatên hêja hatin kirin. Lê ji bo encamgirtinê, berî her tiştî pêwîstî bi organîzekirina motîvasyon, pêwendî û elaqeya xelkê ya bi ders û perwerdeya bi kurdî re heye…

Ne tenê saziyên kurdan ên sivîl, her wiha rêxistinên kurdan ên siyasî jî divê mijara perwerdeya bi kurdî tim di rojeva xwe de bigirin û xelkê ji bo vê yekê motîve bikin. 

Ne tenê li welat, herwiha li derveyî welat jî xemsariyeke kurdan ji dersên kurdî û perwerdeya bi kurdî re heye. Kurd bi bêxemiyeke mezin ji bikaranîna mafên xwe yên xwezayî yên ku bi bedelên pir giran bi dest xistine re nêzîk dibin. 

Bidestxistina mafê dersa kurdî ya hilbijartî ne gaveke biçûk e. Ji bo zindî mayîn û pêşketina xwendin û nivîsandina kurdî divê her derfet bê nirxandin û bikaranîn. 

Nivîskarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê  Helîm Yûsif vê meseleyê di hesabê xwe yê twîtterê de wekî “di dîwarê kolonyalîzmê de kolana bi derziyê“ dinirxîne û wiha dibêje: “Mafê hilbijartina ‘dersa kurdî‘ mîna qulikeke biçûçik be jî di dîwarê kolonyalîzmê de, derfeta kolana bi derziyê be jî, divê ev maf bê bidestxistin. Îro kolana bi derziyê, dikare sibe rê li ber şûjinê veke. Herwisa dikare rê li ber hilweşandina wî dîwarî ji kokê ve veke…“

İlginizi çekebilir