Halil Dalkılıç: Dema li kolanên Cizîrê Kurdî neyê bihîstin!..

Ev demek e, dîmekene wer xwe dide der:  Pirsgirêka Kurdî di bin êrîşên Tirkiyê û di nav lîstikên siyasî û dîplomatîk ên dewletên serdest de ase maye.

Helbet sedemê vê yekê ne Kurd û hêzên Kurdî bi xwe ne. Şûna cografya Kurdistanê û planên jeostartejîk ên dewletên mezin, Kurdan û Kurdistanê neçar bi çarenûseke wisa re rû bi rû dihêle.

Kurd û siyaseta Kurdî bi xwe belkî li dijî êrîşan di nav berxwedaneke bênavber de ne, lê hewildan û kiryarên serdestan nahêlin ku Kurd rojeva xwe ya civakî û siyasî bi xwe tayîn bikin. 

Bêyî dewletên serdest ên wekî Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE) Kurd ê bi xwe bikanin pêşketineke çawa pêk bînin; ew jî ne diyar e. Belaveleyî û hişmendiya ji yekîtiyê dûr a hêzên Kurdî hêviyê di qirika Kurdan de dihêle…

Herçiqas ew jî bi siyasetên dewletên serdest re girêdayî be jî, pêşketinên li Rojava hinekî behna vedike û hêviyê zindî dihêle. Hevdîtinên ji bo yekîtiya hêzên Kurdî, hêviya Kurdan a ji bo statûyekî siyasî jinûve zindî kir û ev gav Kurd xistin heyecanekê. 

Gaveke din a hêviyê geş dike jî peymana di nava rêveberiya Rojavayê û şîrketên petrolê ên Amerîkî ya ji bo derxistin, bikaranîn û firotina petrolê ye. Ev her du gav jî li pey hev tên avêtin. Herçiqas Amerîka van gavan motîve bike jî, bikaranîna van firsendan û bidestxistina destketiyên mayînde hinekî jî ji hunera siyasî û dîplomatîk a Kurdan re dimîne.

Wer xuya ye ku rewşa Rojavayê piştî hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê ya ku di 3yê Mijdarê de pêk bê, ê bikeve qonaxeke nû û hêvî ev e ku ew ji bo Kurdan firsend û pêşketinên nû bi xwe re bîne…

Lê bi rastî, yê ku ez dixwazim di vê nivîsê de bahsê bikim, ne ev in. Li hinda van pêşketinên giştî, bi taybetî jî êrîşên Tirkiyê ên di qadê civakî de hê zêdetir bala min dikişînin.

Ji bo Kurdan, ji bo pêşerojê, ji bo Kurdî û kurdewariyê metirsiyeke pir mezin li dar e. Kurd belkî bi êrîşên leşkerî û siyasî ve tên mijûlkirin, lê civaka Kurdî, jiyana kurdewarî û nirxên Kurdî bi planên pir hûrûkûr di bin êrîşên hê dijwartir de ne. Tirkiye her roj êrîşî ziman, kultur û nirxên Kurdî dike. 

Belkî di nava rojevên giştî de qey nabe wek mijareke sereke, lê çend pêşketinên di rojên vê dawiyê de pêk hatine, nîşan didin ku Kurdî û kurdewarî li kolanan û li bazarê ji jiyana Kurdan tê derxistin, tê lewazkirin û qedexekirin. 

Dema ev sê bûyerên ku di rojên vê dawiyê de pêk hatine, li dû hev bên xwendin, wê çaxê xema min a di derbarê vê metirsiya ku zimanê Kurdî pê rû bi rû ye, ê hê rindtir bê famkirin:

Li gundê Hazarşax ê girêdayî Bongilan (Solhan) a Çewlîgê ciwanên ku çûne dîtina Gola Hazarê ji ber ku mûzîka Kurdî guhdarî kirine, rastî êrîşa cerdevan û leşkerên Tirk hatin…“ (Ajansa Mezopotamyayê (MA), 01.08.20)

Li Cizîrê ji xebatkarên Navenda Danûstandinê ya Parkê re bi muşteriyan re axavtina bi Kurdî hate qedexekirin…“ (MA, 06.08.20)

Li gundê Satya yê girêdayî Sûr a Amedê leşkerên Tirk nehiştin ku mele bi Kurdî mewlîdê bixwîne û zordestî li meleyî kirin ku ew mewlîdê an bi Tirkî an jî bi Erebî bixwîne. Li ser zordestiyê mele dev ji xwendina mewlîdê berda…“ (MA, 09.08.20)

Ziman û hinek helwestên kurdewarî tenê di destê Kurdan de man e û ew jî ji hêla dewleta Tirk ve bi planên pir hûrûkûr ji jiyana civakî ya Kurdan tê derxistin û tunekirin.

Erê êdî li bazara Cizîrê, li Cizîra Botan jî Kurdî tê qedexekirin!.. Kurdî tekane mertalê di destê Kurdan de mayî ye. Ziman jî ji dest biçe, Kurd ê xwe bi çi biparêzin?..

İlginizi çekebilir