Halil Dalkılıç: Dawiya rê bo siyaseta kurdkuj…

Ji nîşaneyên li qadê dîplomasiyê xwe didin der, meriv wer fam dike, ku Hikûmeta Tirkiyê êdî nikane tu kesî îkna bike û qaşo ‘serkeftinên’ li derve, di siyaseta hundirîn de ji bo berdewamiya rejîma xwe ya otorîter bikarbîne. Çûnûhatina di navbera Amerîka û Rûsyayê de nema kêr tê û qada livûtevgera rejîma R.T. Erdogan her diçe tengtir dibe.

Ji bo bêstatûhiştina Kurdan, siyaseta Tirkiyê a di serî de li Sûriyê û ji Lîbyayê heta Kafkasya û Kirimê bi rêve dibe, li lingan diherbilî.

Ji pêşketinên li Tirkiyê wer tê famkirin, ku bikaranîna ziman û şêwaza îslamî bandora xwe hinekî wenda bike jî, bikaranîna şêwaza nijadperestîya tirkperest hê jî heta radeyekê bandorê li civakê dike. Hikûmeta Tirk bi vê siyasetê him civakê ditirsîne û him bala civakê ji pirgirêkên esasî dûr dixe û emrê desthilatdariya xwe dirêjtir dike.

Hedefa siyaseta nasyonalîst jî helbet jiholêrakirina vîn û hebûna Kurdan e û ji ber vê yekê her saziyên dewletê bi rojanê li dijî Kurdan di êrîşê de ne. Di destê rêveberiya hikûmeta Tirk de tekane siyaset, a ku bi taybetî li hundir hê jî bi kêr tê, siyaseta dijkurd û siyaseta kurdkuj e.

Aboriya Tirkiyê têk diçe, xelk hinek nerazîbûna xwe tîne zimên; tavilê başûrê Kurdistanê tê bombarankirin. Erdogan di dîplomasiyê de destvala vedigere; tavilê Rojava û Şengal tên bomberankirin, an jî ava Firatê tê birrîn ku xelkê Rojava tî bimîne. Karên nelirêtî û ên dijqanûnî yên rayedarên hikûmetê deşîfre dibin; tavilê di heman rojê de bi sedan HDPî têne girtin…

Heta ku hêzên navnetewî ji siyaseta şer û tevlîhevkirinê ya hikûmeta Tirk (AKP-MHP) a îslamîst-tirkperest re deng dernedixistin, ji opozîsyona Tirk jî dengeke cidî li dijî kiryarên hikûmetê dernediket. Wekî tê zanîn; xeynî HDPê, hemû partiyên muhalîf (CHP, ÎYÎP û hwd.) piştgirî dabûn her hewldanên AKP-MHPê ên dijdemokrasî ên li hundir û ên ji bo şerên li derve. Êrîşên Tirkiyê ên li Sûriyê, li Lîbya û ên li Karabag a Ermenîstanê di parlamentoyê de ji hêla partiyên muhalîf jî hatibû erêkirin. Yanî AKP heta demeke nêz, xeynî siyaseta Kurd, tevahiya siyaseta Tirkiyê dixist dûv siyaseta xwe û li bi xwe re kaş dikir.

Herwiha heta demeke nêz, xeynî Erdogan û hikûmeta wî, tu hêzên din ên siyasî nedikanîn mohra xwe li rojevê bixin û meseleyên rastîn bikin rojev.

Lê li van rojan wekî ku bayê siyaset û dîplomasiyê ne li pişta Erdogan û rejîma wî ye! Erdogan û derdora wî ya ku heta îro xwe hewceyî bersivandina rexneyên opozîsyonê nedidîtin, êdî bi psîkolojiyekî xweparastinê, xwe hewcedar dibînin ku bersivê bidin her rexneyan.

Wer xuya ye, ku hinek tişt ne wekî berê ne. Lê pêşketin bi serê xwe pêk nayên. Gereke hinek kes, kom û hêz mil bidin guherînê. Ev demek e him CHP û him jî partiyên mîna DEVA ya Alî Babacan pirsgirêkên Kurdan tînin zimên û HDPê jî deklerasyonek aşkere kir. Lê opozîzyon hê jî belavele ye û partiya Erdogan AKP herçiqas gorî berê lewaztir be jî, gorî ankêtan hê jî partiya hêztirîn a Tirkiyê ye!..

Hewildanên rejîma Tirkiyê êdî bandorê li tevahiya Kurdan dike. Siyaseta hikûmeta Tirk ne tenê li Bakur, herwiha li Başûr û li Rojava jî jiyana Kurdan di bin metirsiyê de dihêle. Rejîma Tirk ji bo aramiya tevahiya Kurdan problema sereke ye.

Rejîma AKP-MHPê ev çend sal in, tevahiya şêwazên zordestiyê, yên ku ji sed salan vir ve ji hêla her hikûmetên Tirk ên berê ve jî li dijî Kurdan hatine bikaranîn, bi giranî bikar tîne. Tenê Kurdan diêşînin, lê nagîhijin armanca xwe. Êdî derya miçiqî û siyaseta îslamîst a tirkperest xitimî!..

Belkî aktorên siyaseta Tirkiyê neguherîne, lê ne kemalîst û ne jî îslamîst ên tirkperest êdî nikanin heman siyaseta dijkurd dubare an jî çendbare bikin. Ji ber vê yekê; têkçûna rejîma îroyîn ê pêşiya Kurdan jî veke. Bi perspektîfeke berfireh, siyaseteke pirrengî, pirdengî û demokratîk belkî hêviyê geştir bike…

İlginizi çekebilir