Halil Dalkılıç: Cihêtiya zarava, devok û alfabeyê: Pirsgirêk an zengînî? 

Prof. Dr. Celîlê Celîl di lêkolîna xwe ya li ser stranên Kurdên Xorasanê de sêxişteyên Kurdên herêmê şîrove dike û bahsa cihêtiya kurmanciya herêmê tîne zimên. Prof. Celîl di pêşgotina lêkolînê de helwesta zimanzanên kurdî a di tomarkirina devok û zaravayên herêmî de rexne dike:

Zimanekî ku tê axavtin dema bi nivîskî tê tomarkirin gereke neyê guhertin. Di derbarê vê yekê de helwesta me ev e; li deverên ku pirzimanî lê heye û mercên xwendin û nivîsandinê lê tune ne, gereke ziman bêyî guhertinê ji xizmeta zanîstiyê re bê raberkirin. Lêkolîner dema zimanekî derbasî nivîsê dike, gereke wî zimanî gorî dilê xwe neguherîne û ‘rast’ neke!..” (Sêxişteyên Kurmancî Xorasan, Înstîtûta Kurdzaniyê, Wîen 2012)

Van rojan, li ser malpera Twîtterê tangekî wek #JiboBaşûrAlfabeyaLatînî tê belavkirin. Bi taybetî hinek kesên Bakurî ên dikanin kurdî bi alfabeya latînî bixwînin û binivîsin û ji alfabeya aramî fam nakin, bang dikin ku li Başûr jî alfabeya latînî derkeve pêş û bê bikaranîn. Ev yek bi navê jihevfamkirina kurdan û yekkirina alfabeyeke netewî tê kirin. 

Çend sal berê jî li Başûr kampanyayek hatibû pêşxistin ku perwerde tenê bi zarava soranî bê kirin û bi pêşvebirin. Ên xwedî vê pêşniyarê, îdia dikirin ku soranî ji kurmancî hên ‘pêşketî’tir e. 

Ez ji helwesta li dijî devoka herêma me (Bakurrojavayê Firatê: Meletî, Mereş, Semsûr, Dîlok û parçeyekî Kayseriyê) dizanim; dîyalekta ku wek ‘devoka Mereşê’ tê binavkirin, li bakur ji hêla hinek kurdên ji herêmên din ve wek ‘devokeke şaş’ dihate pêşwazîkirin. Ev yek mijara nivîseke din e…

Helbet ne tam gorî dil be jî bi kurdî nivîsandin û xwendin her diçe belavtir dibe. Çapkirin û weşandina pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî her zêdetir dibe. Li Bakur û li derveyî welat pir kêm be jî, bi kursan xwendin nivîsandin belav dibe. Li Başûr û Rojava perwerde heta radeyekê bi kurdî ye. Lêkolînên zimannasiyê ji ên her demê zêdetir in û herwiha hunera kurdî bipêş dikeve… 

Lê rastiyek jî heye; ku her parçeyê welêt, her siyaset, her lêkolîner, her nivîskar, her hunermend gorî hişmendiya xwe bi serê xwe hinek tiştan diceribîne û pêş dixe û ji ber vê yekê pîvanên giştî û netewî hê jî zêde pêş neketine…

Helbet hewldana ji bo pêşxistina pîvanên zimanekî netewî ne şaş e, lê wer xuya ye, ku di metod û rêbazê de nezelaliyek û aloziyek heye. Her kes ê xwe baştir û rasttir dibîne, ê xwe dixe navenda giştan û dixwaze tûrê xwe bixwe serê her kesî.

Her devok, her zarave û helbet her alfabe zengîniya zimanê me ye. Ji bo pîvanên giştî rê û rêbaz li ser perspektîfek û bingeheke giştî bê gerandin û giştan bihundirîne. Bi pêşketina saziyên netewî, bi hê nêzîhevbûna kurdên her çar parçeyî re pîvanên bi giştî ê bêne pejirandin ê di nava demê de derkevin pêş. Yanî av ê biherike û rêya xwe bibîne…

Wer xuya ye ku di 11/12ê çileyê de li Amedê di komxebata Tora Ziman û Çandan de nêzî 300 kesên nivîskar, akademîsyen, hîndekar, weşanger û nûnerên saziyan ji bo zelalkirina vê rewşê û lêgerîna metodên çareserkirina pirsgirêkên zimanê kurdî serî êşandin. 

Wekî ku zimanzan Zana Farqînî anî zimên; “rewşa ziman û çanda me dilê me hemûyan disoje. Em hemû jî dizanin ku pêdivî bi hevgirtineke xurt û helwesteke zelal heye.“ 

Herwiha edîtorê bianetê Murat Bayram jî gotiye; “kurdî ne tenê zimanekî çandê ye, her wiha zimanê tibê, kimyayê û ragihandinê ye. Divê li ser taybetmendiyên beşên cûda lêkolîn bê kirin û paşê nexşerêyek were çêkirin. Li gor encamên van munaqeşeyan em ê bibêjin ka li pêşiya me bernameyeke çawa heye, kîjan kêşe hene û em ê çareseriyên çawa ji bo van kêşeyan pêşniyar bikin?..”

Yanî pirsgirêkên zimanê kurdî tenê ji pirsgirêkên alfabe, devok, zarav û nivîsandinê pêk nayên. Bi serê xwe mijareke civakî a pir berfireh, pirbeş û pirşaxî ye…

İlginizi çekebilir