Halil Dalkılıç: Berî her tiştî demokrasiyekî Kurdî ê navmalî

Hilbijartina parlamentoya giştî ya Iraqê careke din trajediya Kurdan raxist ber çavan.

Di hilbijartina 10ê Cotmehê de Kurdan hêza xwe ya hejmarî ya di parlamentoya Iraqê de parastin. Gorî encamên ne fermî, ji lîsteyên partiyên Kurdan 61 parlamenter hatine hilbijartin (di hilbijartina 2018an de 62 parlamenter bidestxistibûn).

Gokî encamên ne fermî; Partî Demokratî Kurdistan (PDK) hejmara parlamenterên xwe 7 zêde kir û 32 parlamenterî bidest xist. Hejmara parlamenterên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daket 17an. Li hinda van herdû partiyan, Nifşê Nû wekî tevgereke nû, di parlamentoya Iraqê de, bi 9 parlamenteriyê bû hêza sêyemîn a Kurdistanî . Encameke balkêş a din jî ev yek bû, ku Tevgera Goranê wekî ku emrê xwe xilas bike, hemû parlamenteriyên xwe wenda kirin. 4 namzetên Tevgera Azadî ku li Silêmanî û Kerkûkê bi awayekî serbixwe tevlî hilbijartinê bûne, bi têra xwe deng bidest nexistine ku bikevin parlamentoya Iraqê.

Herwiha gorî encamên ne fermî; li Kerkûkê Kurdan 6, Ereban 4 û Tirkmenan jî 2 parlamenterî bidest xistin.

Radeya beşdarbûna hilbijartinê li Iraqê û li Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav kêm bû. Gorî daneyên ku hatin aşkerekirin; radeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41ê de ma (di hilbijartina 2018an de ji sedî 45,5 bû).

Bo asayîbûn û asayîdîtina Kurdistanê û dewletên ku Kurdistan parve kirine, hilbijartin pêvajoyên girîng in. Helbet di nava şer û pevçûnan de pêkhatina hilbijartinan watedar be jî, mirov nikane encamên van hilbijartinan bi giştî wekî diyarbûna vîna gel bihesibîne.

Bo Kurdan, di parlamentoya Iraqê de xwedî hêz û giranîbûn, pir girîng be jî, helbet birêvebirina pêvajoyên wekî hilbijartinan, bi taybetî jî ji bo Kurdan, ji bo pêşketina çanda demokrasiyê, hê girîngtir e.

Li Başûr demokrasiya Kurdan hinekî dişibe demokrasiya Iraqê. Hêzên siyasî û leşkerî parlamento û saziyên rêveberiyê di nava xwe de parve kirine û çiqas hilbijartinan lidar bixin jî, li şûna vîna gel, mohra hêzên wan ên leşkerî li encamên hilbijartinan dixe…

Mixabin ji tecrûbeyên dehan salên vê dawiyê nîşan dide, ku Kurd nizanin an jî nikanin pêvajoyên demokratîk ji bo rejîmeke şefaf, pêşxistina kultura demokrasiyê, aramiya civakî û mayîndekirina destkeftiyên siyasî û netewî bikar bînin.

Ev sî sal in, ewqas hilbijartin û referandûm hatin kirin, lê hê jî rêveberiyeke şefaf û zelal, a ku ji hêla xelkê ve bê kontrolkirin û rexnekirin li holê nîn e. Hê jî rejîma Başûr ji gel, ji demokratîkbûnê û ji netewîbûnê pir dûr e. Heta îro ji bo pêşxistina rejîmeke demokratîk sazîyên netewî yên demokratîk jî nehatin bipêşxistin û birêvebirin.

Partiyên siyasî li şûna ku demokrasiyê, çanda demokratîk û saziyên demokratik bipêşbixin, tevahiya enerjiyê xwe ji bo lewazkirin û parçekirina hêza reqîbên xwe xerc dikin. Herkes desthilatdariyeke tenê bo xwe ya heta hetayê dixwaze û tu raqîban qebûl nake.

Di vê hilbijartinê de jî hêzên Kurd ên siyasî ji bo lewazkirin û parçekirina hêzên din ên siyasî her cûre dek û dolap lidarxistin. Ne wekî reqîbên demokratîk, wekî ku dijminên hevdu ne, helwest nîşanî hevdu dan. Helbet encamên van helwestan jî zirara mezin dide xelkê, dide statûya Kurdistanê û destkeftiyên giştî ên netewî…

Helwesta Kurdan ji derve wer tê famkirin; ku Kurd dê qet nikanin demokrasiyekî bipêş bixin, nikanin bi hev re bi kultura demokrasiyê bidin û bistînin. A herî xirab jî ev e; xelk û alem ê wer fam bikin, ku Kurd qe nikanin wekî netewekê tevbigerin û pirsgirêkên xwe di nava xwe de bi diyalog û demokrasiyê çareser bikin!..

Nebûna demokrasiyekî navmalî ê Kurdî him siyaseta Kurdî û him jî civaka Kurdî û Kurdistanî lewaztir dike û hêza wan tune dike. Berovajî vê yekê; demokrasiyekî navmalî ê Kurdî hebûya, ew ê li her derê destê Kurdan bihêztir û bibandortir bikira.

Helbet Kurd yek hişmendî, yek fikir, yek deng û yek reng nîn in; lê divê di meseleyên netewî de yekhelwest bin! Berî her tiştî demokrasiyekî navmalî, demokrasiyekî Kurdî…

İlginizi çekebilir