Halil Dalkılıç: Batmanê, Batmanê…

Di destpêka salên nodî de li welat di her çalakiyên siyasî yên kurdan, bi taybetî di yên wekî greva xwebirçîhiştinê de strana “Batmanê , Batmanê…” wekî strana sereke ya govendgirtinê derketibû pêş. Di vê stranê de navê tevahiya bajar û navçeyên Kurdistanê yek li pey yekê dihate dubarekirin û her hevoka stranê wekî “…a kurdan e” bi dawî dibû. Bi vê stranê ve hestên kurdistanîbûnê gur dibûn û çalakî hên coştir û geştir dibû. Bi rastî jî Batman yanî Êlih a kurdan di têkoşîn û berxwedana kurdan a dawî ya vê nîvsed salê de tim mîna warê welatparêzîya kurdî û kurdistanîbûnê derket pêş. Kes nikane gotineke neyînî li welatparêzî, kurdîbûn û kurdistanîbûna batmaniyan re bike. Ev meseleyeke cûda ye û bawermendiya wan jî ne mijara vê nivîsê ye…

Li Stockholma Swêdê nijadperestekî li ber konsolosa Tirkiyê wekî çalakiyeke protestokirina hikûmeta tirk a ku astengiyê li ber endamtiya NATOyê ya Swêdê derdixe, pirtûkeke Quranê şewitand. Ev çalakîya provokatîf bi çi hişmendiyê hatiye kirin; mijareke ne zelal e û hewceyî gengeşiyê ye.

Qasî ku medya civakî û çapemeniyê bahs kir; ne ji xelkê tirk û ne jî ji ereban û ne jî ji xelkên din ên ji welatên ku xwe wek misilman didin nasandin li dijî vê provokasyonê reaksiyoneke berbiçav derket. Lê li bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî li Batmanê bi hezaran kes hatin komkirin û di destê wan de alayên îslama polîtîk a radîkal û sembolên erebî yên wekî yên cîhadîst û selefîstan qaşo “xwedî li Quranê hat derketin” û welatê Swêdê hat protesto kirin.

Kî van mîtîngan organîze dike? Kîne ew organîzatorên bi navê “Platforma Nifşa Quranê”? Ew çawa û ji hêla kê ve têne fînanse kirin? Kî ne ew; bi rastî batmanî ne? Çawa digîhijin ewqas însanan û dikanin wan kom bikin? Ev pirsana û bersiva wan nehat nîqaşkirin…

Hinek kes an bi naîftiyê an jî bi dilxirabiyê meseleyê wekî ku kurdan bêhiş bibînin; wekî hestyariya olî û xwedîderketina Quranê îzah dikin! Dema meriv rewş û sosyolojiya kurdan, siyaseta dewletan û wekî îdeolojiyekî kujer bikaranîna îslamê yanî ‘îslama polîtîk’ û bûyerên li herêmê bi giştî şîrove bike; dê pir aşkere bê dîtin ku ev wekî ku tê gotin; ne hestyariyeke olî ye. Çalakîyên wisa ji serî heta binî siyasî ne û tenê bi hişmendiya siyaseta serdestan têne organîzekirin. Meriv dikane bipirse; gelo dema di kursên Quranê de dest diavêjin zarokan, keçikên şeş salî bi mêrên salên bavê wan tên zewicandin û an jî bi navê îslamê li Rojava jiyan û her jîndar tê kuştin, ev “hesasiyata olî” çima li tu deran xuya nake?!

Bi salan e, ev lîstik wekî siyaseteke kurdîkuj li Kurdistanê tê lîstin. Berê bi navê “Peygamber Sevdalilari – Dilketiyên Pêxember“, “Kutlu Dogum Haftasi – Heftiya Zayîna Pîroz“ û hinekên din çalakîyên mezin û girseyî organî kirin. Paşê ew qaşo wekî kevneşopekê tenê ya kurdan, kirin wekî pîrozbahiyeke daîmî û li Amed, Batman, Sêrt û çend bajarên din ên kurdan kirin navendên van çalakiyan. Tiştekî pir ecêb e, ku ev çalakiyên girseyî ji bo tirk, ereb, faris û xelkên din ên misilman nayên organîze kirin; bi taybetî bo kurdan! Mirov dipirse; ma tenê kurd misilman in?! Gelo “rizgarkirina ûmmeta îslamê” tenê barê pişta kurdan e û qaşo xwedîderketina Quranê tenê ji kurdan re hatiye “ferzkirin”?!..

Çalakiyên wisa yên bi bikaranîna mijareke hesas a wekî olê, bi hişmendiya serdestiya tirk, ereb û farisî û ji bo berjewendiya wan û berdewamiya siyaseta wan a dijkurd tên organîzekirin. Hişmendiya van çalakiyan ne kurdewarî û ne jî kurdistanî ye û ew ne kultur, ne dîrok û ne jî rastiya sosyolojiya kurdan e.

Kê jiyan bi deng û rengê xwe dagirt, jiyan dibe a wî. Mixabin kurd, rêxistinên siyasî û civakî yên kurdan qadê civakî ji serdestên tirk, ereb, û farisan, ji hevkarên wan û ji hişmendiya wan re hiştine û encam jî dîmena Batmanê ye…

Bi sosyolojî û sosyopsîkolojiya kurdan ve dilîzin. Bi reng, sembol, rîtuel û hişmendiya serdestên tirk û ereb kurdewariyê hildiweşînin. Armanc hem dûrxistina kurdan ji rojeva wan a esasî ya civakî û siyasî, hem tirsandin û hem jî wekî ku li 55 welatên “misilman” tê jiyîn; li hemberî serdestên zordest neçarhiştina kurdan ji bindestiyê re û bêparhiştina wan ji mafên civakî, însanî, netewî û ji jiyaneke nûjen û demokratîk e…

İlginizi çekebilir