Halil Dalkılıç: Banga Rojhilatê

Xelkê rojhilatê Kurdistanê ev heftiyeke li ser pê ye. 13ê mehê jina kurd a 22 salî Jîna Mahsa Amînî ji hêla polîsên Îranê ve, ji ber ku porê xwe bi giştî negirtiye, hate kuştin. Li ser vê yekê li seranserê rojhilatê Kurdistanê ji bo protestokirinê dikan û kargeh hatin girtin û xelk daket kolanan. Paşê di serî de li Tahranê, li hinek bajarên din ên Îranê jî xelkê bi sloganên “bimre dîktator”û “Îran ê şûnda bibe a me” çalakiyên bi girseyî lidarxist. Êrîşên dijwar ên polîsan nikanî xelkê bide sekinandin.

Li rojhilatê Kurdistanê berteka xelkê pir mezin bû û hê jî berdewam e. Ji ber zordestiya hêzên rejîma mollayan hêrsa di hundirê xelkê de kombûyî teqiya û bi dehhezaran kesî nerazîbûna xwe ya li dijî rejîmê qîriyan. Protestoyên ku bi slogana “jin, jiyan, azadî” û “bimre dîktatorî” hatin kirin û ji heftê heta heftêyî kurd tevlî bûn dîsa rastî zordestiya polîsên rejîmê hatin. Gorî agahiyên rêxistina Mafên Mirovan Hengawê di çalakiyên li Seqiz, Sine, Diwandere, Mahabad, Bokan, Kamyaran, Pîranşar, Şîno, Nexede, Dehgulan, Merîwan, Tikab, Qurwe, Bicar û Bane da di nav da zarokeke 10 salî, herî kêm 5 kes hatine kuştin û sed kes jî birîndar bûne. Hinek çavkaniyên din ên herêmî jî daxuyandin, ku di çalakiyan da 10 kes ji hêla hêzên rejîmê ve hatine kuştin û bi sedan kes jî hatine binçavkirin.

Li Îran û li Rojhilatê saziyên mafên jinan, xwendekarên zanîngehan û hinek saziyên civakî banga çalakiyên protestoyî kirin. Jinan li kolanan çarşefên reş şewitandin û herwiha di medya civakî de jî wek çalakiyeke protestoyî dîmenên ku porê xwe diqusînin, belavkirin.  

Li hemberî zordestiya rejîma Îranê vê carê jî wekî bûyerên din ên bi kurdan re elaqedar pêk hatî, ji raya giştî ya navnetewî helwestekî berbiçav nehat dîtin. Ne tenê ji raya giştî ya navnetewî, xeynî hinek çalakiyên jinên bakurî, wek awayekî pir balkêş, mixabin ji hêzên siyasî yên kurd ên mezin jî zêde deng derneket. Ev ‘bêhelwestî’ jî helbet dilê hinek rojhilatiyan şikenand. Derhênerê kurd ê bi navûdeng Bahman Gobadî jî yek ji ew rojhilatiyên dilşikestî bû. Gobadî berteka xwe bi vîdeoyekî bi rêya twîtterê da weşandin da wiha aşkere kir û gilî li siyasetmedaran, bi taybetî jî li yên Başûr kir: “Hûn çima bêdeng in? Hûma li dijî rejîma faşîst a Îranê xwedî li kurdên Rojhilatê dernakevin?!.” 

Li hemberî kuştina keça kurd Jîna Mahsa Amînî helwest û berteka kurdên Rojhilatê careke din potansiyela kurdan a ji bo jiyaneke azad raxist pêş çavan. Ev potansîyel û enerjî di kurdên bakur, rojava û başûr de jî heye û di her firsendî de xwe dide der. Mixabin ev potansiyela hişyar, bihêz û bihêvî pir belavele ye. Wekî ku di protestoyên kuştina Jîna Mîna Amînî de xwe da der, dema werdigere dînamîzmeke girseyî jî, nagîhije encameke bi destkeftineke mayînde a netewî. 

Helbet dema bela û karesatek were serê kurdên beşekê, çavê wan li rêya kurdên parçeyên din digere. Ev psîkolojî ji bo kurdan ne nîşana zeîftiyekê ye. Dema mirov rewş, dîrok û sosyolojiya kurdan a ji hêla çar rejîmên despot û cihêreng ve hatiye parçekirin û guhertin bigire ber çavan; li bendêmayîna piştgiriya kurdên parçeyên din pêşketineke netewî ye jî.

Ev helwest ji hêlekê ve wekî psîkolojiyekî ‘sêwîmayîn’ê be dîtin jî, ji hêlekê ve jî hişmendî û helwestekî ‘netewbûn’ê an jî ‘xwebûn’ê ye û nîşana hêz û potansîyeleke xurt a netewbûna kurdan diyar dike.

Ê ku vî potansiyel, hêz û enerjiyê bixe dînamîzmê û dagerîne destkeftiyên giştî û netewî siyaseta kurdî û civaka sivîl a kurd a rêxistinî ye. Protestoyên kuştina Jîna Mahsa Amînî careke din raxist pêş çavan; ku enerjiyê kurdan bo avakirina jiyaneke azad û kurdewar heye û çavên kurdan li kurdên din digere. Ev rewş helbet ji siyasetên kurdî re bangeke bo avakirine vîneke kurdî û helwestekî kurdistanî ye…

İlginizi çekebilir