Halil Dalkılıç: Banga Qazî; ji Mahabadê heta Rojava…

Kurd hê xwedîdewlet nebin jî, ji sed salî vir de ji bo avakirina pergalekî wekî dewletê gelek tecrûbe kirin. Di 75 salên vê dawiyê de li sê parçeyên Kurdistanê hewildanên ‘dewletbûnê’ hatin pratîzekirin. Ew hewildanana ‘parçeyî  û herêmî’ bimînin jî ji hêla tevahiya Kurdan ve bi hestên ‘netewî’ hatin pêşwazîkirin. 

Li Mahabadê ‘Komara Kurdistanê’, li Başûr ‘Rêveberiya Federalî’ û li Rojava ‘Xweseriya Demokratîk’…

Ev her sê hewildan bi serê xwe di têkoşîna ji bo azadî û serxwebûna netewa Kurd de him ji hêla têkîliyên navmalî û him jî ji hêla têkîliyên bi hêzên derve ve xwedî gelek ders in…

Komara Kurdistanê 75 sal berê (22yê Çileya 1946an) li Meydana Çarçira a li Mahabada Rojhilatê hat ragîhandin. Komar bi serokatiya Qazî Muhammed bi hişmendî û pergala dewletekî modern hat avakirin û ji bo rêveberiyê 13 wezaret hatin sazkirin.

Di ragihandina komarê de banga Qazî Muhammed a herî girîng yekîtiya Kurdan bû. Qazî di wê gumanê de ye ku eger Kurd di bin sîwaneke netewî ya ji eşîr û êlan jortir neyên cem hev, pergaleke netewî yê wekî dewletê li ser pê nasekine. 

Di jiyana 11 mehî ya Komara Kurdistanê de rêveberî hewildide ku xelkê tevlî rêxistinîbûnê bike û jiyana civakî bikalîte bike. Ji bo sazîbûna qada civakî kar û xebateke mezin tê lidarxistin.

Li hinda damezrandina arteş û saziyên rêveberî, dîplomasî, darazî û aboriyê, di qadê civakî de ji bo avakirina saziyên perwerde, weşangerî, kultur, tenduristî, perwerdekirina civakê, tevlîkirin û bilindkirina rolê jinan gavên girîng tên avêtin. 

Dîsa jî divê neyê jibîrkirin ku Komara Kurdistanê ji dînamîkên hundirîn zêdetir bi bikaranîna firsend û dînamîkên derveyî hatiye damezrandin. Lewaziya rejîma Îranê, pêşîvekirina Yekîtiya Sovyetan û rewşa navdewletî ya wê çaxê Kurdan motîve dike ku gaveke wisa biavêjin.

Bi perspektîfeke zelal, bi dilsozî û nîştimanperweriyêke mezin gav têne avêtin, lê şert û zirûfên navmalî û yên navnetewî yên wê çaxê ji bo dirêjkirina emrê Komara Kurdistanê têrê nakin…

Wekî banga xwe ya destpêkê, Qazî li sêdarê di gava xwe ya dawî de jî bang li Kurdan dike ku “yekbin“: “Xwişk û birayên min, êdî bi gotinên dijminan nexapin. Dijminên Kurdan bêwijdan in û bi dek û dolaban ê we bikin dijminê hevdu û ê we bi destê birayên we bidin qirkirin… Hevdu bigirin, piştgiriya hevdu bikin…“

Ji bo pergaleke wekî dewletê gavek li Başûr jî hate avêtin. Ji sala 1991an vir de başûrê Kurdistanê ji hêla  Kurdan ve tê birêvebirin. Pergala federalî ya Başûr jî bi firsendên rewşa navdewletî hat damezrandin û îro jî bi taybetî bi dînamîkên derveyî li ser pê ye. Li Başûr saziyên dewletê hatine avakirin, lê rêveberiyeke di nava partiyên siyasî de hatiye parvekirin li dar e. Di pratîkê de arteşên partiyan, saziyên partiyan, aboriya partiyan û dîplomasiya partiyan heye.

Dîplomasiyekî zindî bi dewletên mezin re hebe jî,siyaseta herêmê di bin bandora rejîmên dijkurd ên Tirk û Îranê de ye. Cûdahiya pergala li Başûr ji Komara Kurdistanê, dûrbûna wê ya ji gel e. Bandora vîna xelkê li ser rêveberiyê pir lewaz e. Pergaleke ji jor ve hatiye damezrandin û ji jor ve tê meşandin e. Ji bo berjewendiyên netewî û yekîtiyê û di derbarê helwesta li hemberî dijminê Kurdan de, wer xuya ye ku banga Qazî Muhammed hê jî negîhiştiye Başûr…

Hewildana Kurdan a ji bo azadî û serxwebûnê ya herî modern û ya ku herî zêde hestên netewî derxist holê û dengek li seranserê cîhanê veda, têkoşîna li Rojava û kar û xebata civakî ya rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Helbet têkîlî û hevkariya bi hêzên navdewletî ji bo zindîmayîna Rojava garantiyek e. Lê eger têkoşîna Kurdan nebûya, ev têkilî û hevkarî jî pêk nedihat.

Ji sala 2012an vir de jin û mer, kal û pîr; her ferdên Rojavayê him ji bo parastinê, him ji bo birêvebirina saziyên pergalê û him jî ji bo avakirina jiyana civakî bi hişmendiya azad û bi bedelekî pir giran kar û xebateke bêmhempa dikin. Rojava wekî parçeyê herî biçûk banga Qazî Muhammed ji xwe re kiriye slogan û ji bo yekîtiya netewî pêşengiyê dike…

Di 75 salan de, bi Komara Kurdistanê, bi pergala federalî ya li Başûr û îro bi Xweseriya Demokratîk a li Rojava û bi têkoşîna li Bakur, Kurd ji her demê zêdetir nêzikî hevdu ne, ji her demê zêdetir birêxistinî û bihêz in.

Kanalên dîplomasiyê vebûne. Lê mixabin siyaseta Kurdî belavele û parçeyî ye. Û wer xuya ye ku banga Qazî Muhammed a ji bo yekîtiyê hê jî negîhiştiye muhataban…

İlginizi çekebilir