Halil Dalkılıç: 2023; Bo kurdan saleke dîrokî

Di sala çûyî de hikûmeta Tirkiyê wekî ên berê hem li hundir û hem jî li derve piraniya siyaset û dîplomasiya xwe ji bo têkbirina vîna kurdî û jiholêrakirina destketî û nirxên kurdî bikar anî. Helbet ev siyaseta dewleta tirk a sereke ye û ji damezrandina wê ve li dijî kurdan bi awayekî bênavber tê kirin. Lê jiber, ku hikûmeta îroyîn ya AKP-MHPê ya nijadperest-îslamîst wateyeke sembolîk a dîrokî li sala 2023yan bar dike; dixwestin ku heta dawiya sala 2022yan siyaseta xwe ya dijkurd û kurdkuj a komara sed salî bigîhinin armancê û beriya salvegera 100emîn a komarê vîna kurdî bi giştî tune bikin û hemû nirxên kurdewariyê ji holê rabikin. Ji bo vê yekê dewleta tirk bi hemû saziyên siyaset û arteşê û bi hemû çavkaniyên aboriya dewletê li sê parçeyên Kurdistanê bi awayekî dagirkirinê êrîşeke dijwar li dijî kurdan, li dijî siyaseta kurdî û li dijî xwezaya Kurdistanê bikar anî. Tirkiyeyê ji bo gîhiştina vê armancê ji DAÎŞê bigire heta dûvikên El Qaîdeyê (El Nûsra û yên din) hemû komên hov ên cîhadîst û selefîst berda ser kurdan û dewletên herêmê jî motîve kir ku êriş û tundiya li ser kurdan hê zêdetir bikin.

Tirkiye di nava dewletên ku Kurdistan parve kirine de rolekî wekî organîzetoriya êrîşên dijkurd dilîze. Heta ku bikane; bi xwe êrîşî kurdan dike û zemînê dagirkeriya xwe berfirehtir dike. Eger hinek astengî li pêşiyê derkeve; wê çaxê dewletên herêmê (Îran, Sûriye, Iraq) motîve dike ku êrîşên li dijî kurdan zêdetir bikin. Ku ji ber hiqûq û peymanên navdewletî bi astengiyan re rû bi rû bimîne; wê çaxê jî bi dîplomasiya şantajê bandor li siyaseta hêzên mezin ên navdewletî (Amerîka, Yêkitiya Ewropayê û Rûsya) dike û helwesta wan ji bo êrîşbirina ser kurdan bikar tîne…

Îsal 100mîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyê ye. Serokê Tirk Recep T. Erdogan û hikûmeta wî bahsa bidawîhatina rejîma sed salî û temambûna damezrandina rejîma ‚serokatiyê‘ ku wekî ‚rejîma sultantiyê‘ tê binavkirin, dikin. Ji bona vê yekê; Erdogan û hikûmeta wî dixwestin pirgirêkên rejîma sedsalî jî bi wê re di dîroka kevin de bihêlin û rûpelekî nû vekin. Hemû enerjiyê xwe xerc kirin, lê xeynî zordestiyê di destê wan de gotineke ku xelk cidî bibîne û guh bide ser nemaye.

Benzer haberler

Kemal Okutan: Bitiriyoruz diyenlerin kendileri bitti

Mihyedîn Nahrîn: İdeolojîya Korbawerî Malxırabî ye

Xuya ye, ku Erdogan û hevkarên wî jî wekî desthilatdarên berê di bin giraniya ‚doza kurdî‘ de man û ew têk diçin. 2023 li Tirkiyê sala hilbijartineke dîrokî ye. Ev hilbijartin belkî ji kurdan wêdetir dê çarenûsa tirkan û Tirkiyê aşkere bike. Di kovara Amerîkî Foreign Policyê de wiha hatiye nivîsandin; ku „bi gotinê an jî bi leşkerî siyaseta êrîşbirina ser kurdan li Tirkiyê ya nijadperest tim wekî stratejiyekî garantî hatiye bikaranîn. Ev tê wê maneyê; ku dibe Erdogan ji ber hilbijartina ku dê di havîna îsal de bê kirin de pir bi stres e. Dibe ku dawiya kariyera siyasî ya Erdoganî bê! û dibe ku opozîsyona Maseya Şeşî ji bo desthilatê ji destê Erdogan û hevkarên wî yên nijadperest MHPê bigirin, di mijara mafên kêmahiyan (kurdan) de tawizan bidin…“

Hikûmeta tirk di sala çûyî (2022) de wekî salên berê dîsa her rê û rêbaz, her cûre navgîn û çekên şer û her siyaset û dîplomasî li dijî kurdan bikar anî û ji bo êrîşên xwe her cûre alîkarî hem li hundir ji siyaseta tirk û raya giştî ya tirkî û hem jî li derve ji têkîliyên xwe yên navdewletî wergirt; lê dîsa jî nikanî kurdan têk bibe. Di destpêka sala 2023yan de jî kurd û hêviyên wan li ser pê û zindî ne…

Di sala çûyî (2022) de careke din aşkere bû; ku kurd bi berxwedana xwe li hemberî siyaseta dijkurd a Tirkiyê, dewletên herêmê û hêzên navdewletî wenda nakin. Lê ji ber kêmahiya hevkariya siyasetên kurdî, nebûna siyaseteke kurdistanî û li hemberî hev siyaseta neyartiyê tim li hemberî pêşketinan bêbandor û lewaz dimînin, yanî wenda dikin. Belkî kurd jî dê sala 2023yê bi helwestekî dîrokî yê netewî pêşwazî bikin û ew ê hem ji bo xwe û hem jî ji bo herêmê rolekî aştî, demokrasî, aramî û azadiyê bilizîn. Belkî ew ê bo xwe dîrokeke nû binivîsin. Çima nebe; hêvî…

İlginizi çekebilir