Günay Aslan: Kurd hewceyê yekitiyê ne

Rojnameger Günay Aslan, diyar kir ku serdana Bafil Talabanî ya Rojava nîşan dide ku YNK û PYD ji bo serkeftina kurdan a li Rojhilata Navîn hevgirtina Rojava û Başûr dixwazin.

Kadir Esen / Xwebun 

Rojnameger û nivîskar Gunay Aslan, der barê pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê û serdana Talabanî ya Rojava de ji rojnameya me re axivî û nirxandin kirin. Gunay Aslan, diyar kir ku li ser meseleyên aboriyê di navbera PDK û YNK’ê de pirsgirêk hene û ji hewldanên diyalogê yên di navbera wan de tu encam dernakevin. Her wiha Aslan serdana Talabanî ya Rojava jî weke gaveke pîroz dît.

Bersivên ku Gunay Aslan dane pirsên me yên der barê mijarê de wiha ne:

Di hilbijartinên dawîn ên Iraqê de li başûrê Kurdistane rêjeyeke kêm gel çûbû ser sindoqan û dengên xwe ji bo partiyên başûrê Kurdistanê bi kar anîbûn. Partiyên sereke yên Başûr û PDK û YNK ji vê rewşê ders derxistine, di hilbijartineke muhtemel de ev tablo guheriye yan hê jî ev berteka sergirtî ya li dijî wan didome?

Di hilbijartinên Iraqê de tu encam derneketin. Krîzên siyasî her ku çû kûrtir bûn. Piştî krîzên siyasî jî Îran û Tirkiye ketin dewreyê û bi hev re hikumeta Sûdani ava kirin. Di hilbijartinên Iraqê de partiya Muqtede Es Sadr bi ser ketibû. Li Başûr jî PDK bi ser ketibû. Weke ku hûn jî destnîşan dikin di hilbijartinan de tevlêbûn pir kêm bû. Piraniya gel neçû ser sindoqan. Belkî tu hêviyên wan tune bû. Lê dîsa jî di encamê de partiya Sadr, partiyên sunî bi peşengiya Hûlbûsî û PDK‘ê xwestin hikumeteke nû ava bikin. Lê nebû û bi ser neketin…Pisrgirêk derketin, Îranê nedixwest Sadr li Bexdayê bibe hikumet. Lewre krîzên nû derketin. Dadgeha Bilind a Iraqê ji bo Serokkomariya Iraqê namzetiya namzetê PDK‘ê Hoşyar Zebarî qebûl nekir û rê lê girt. Paşê astengiyên din jî derketin û Sadr xwe bi paş ve kişand.

Diviya ku sala borî li Başûr hilbijartin çêbûna lê ew jî texîr bûn. Parlamentoya Herêma Kurdistanê hilbijartinên li herêmê di paş de xistin. Lê heta niha jî Serokê Herêmê birêz Neçîrvan Barzanî, ev biryara parlamentoyê îmze nekiriye. Di nav PDK û YNK‘ê de pirsgirêk hene. Ji bo ku her du partî bên gel hev ji pirsgirêkên nav xwe re tu çareseriyek nedîtin. Di ser Bexdayê re di rojên dawîn de li hev rûniştin û diyalog dan destpêkirin lê heta îro jî tu emcam tune ye. Li gorî texmîna min heta ku PDK û YNK bi hev re nebin û bi hev re biryarekê nedin wê hilbijartinên herêmê pêk neyên.

Tevî rewşa xwe jî PDK û YNK ji bo yekdengiya kurdan a li Bexdayê gelek hevdîtin kirin lê bi ser neketin. Mînaka herî şênber a vê der barê de jî hilbijartina serokkomariyê bû ku bi yek namzetî tev li hilbijartinê nebûn. Ji hêla her du aliyan ve ji ber kîjan sedeman ev lihevkirin çênebû?

Serokê YNK‘ê Bafil Talabanî pir çaran gazinên xwe kirin û ji çapemeniyê re axivi; got ku PDK peşiya Silemaniyê digire. Ji aliyê aboriyê ve amborga li ser me heye, pere ji herêma me re naşînin. Birayê Bafil, Qubat Talabanî ku cîgirê serokwezirê hikumeta herêmê ye û wezîrên YNK’ê tev li civînên hikumeta herêmê nabin.

Di navbera her du hêzen sereke yên herêmê de hem ji aliyên aborî ve hem jî ji aliyên siyasî ve pirsgirêkên cidî hene.

A din jî pirsgirêka kurdên başûrê Kurdistanê ya bi Bexdayê re ye. Ev ji aliyê berjevandiyên kurdan ve pirsgirêkên jiyanî ne.

Mesela Kerkûkê heye, Xanekîn, Mexmur…Meseleya xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê heye…Meseleya firotina gaz û neftê heye ku ger kurd li dijî Bexdayê ne yek deng bin wê winda bikin. Niha Bexda PDK û YNK‘ê tîne cem hev û li pişt Bexdayê jî Îran û Tirkiye hene ku wê ji bo kurdan tu encameke baş dernekeve holê. Mixabin li herêmê rewşeke wiha heye.

Her çiqas bi çapameniyê re zêde neyê parvekirin ango çapemeniya Başûr bi zanebûn neke rojev jî piştî hilbijartina serokkomariya Iraqê nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de kûrtir bûne û dijbertiyeke dijwar li dijî hev dimeşînin. Her du partî sûcdariyên bi çi rengî li hev dikin?

Ez vê nizanim, weke çapemenî bala xwe didimê; rexneyên YNK’ê ji aliyê aboriyê ve ne û PDK jî bi awayekî fermî tiştekî nabêje. Lê raya giştî ya Kurdistanê dizane ku di 17’ê îlona 2017’an de piştî referandûma serxwebûnê tekiliyên her du hêzan ên bi hev re xira bûn…Heta îro jî ev tekiliya di navbera wan de baş nebûye.

Bi qasî ku tê zanîn di hêla aborî û dahatên Başûr de di navbera her du partiyan de problemên mezin hene. Ji bilî vê meseleyê der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr de jî problem di navbera wan de hene gelo?

Xuya dibe ku pirsgirêka herî mezin aborî ye. Ev jî xetereyeke mezin e. A din jî PDK deng ji êrîşên Tirkiyeyê re deng dernaxe. Ev jî çihê rexneyê ye. Gelê kurd vê qebûl nake. Lê deng pir ji YNK’ê jî dernakeve. PDK û YNK ji êrîşên Tirkiyeyê re bê deng in. Em dikarin bibêjin ku ev bêdengî gelê herêmê diêşîne. Ya din jî gere her du hêzên sereke yên Başûr bi awayekî tund li dijî erîşên Tirkiyeyê derkevin. Hêviya gel a ji wan ev e.

Di vê pêvajoya ku ev dubendî di navbera PDK û YNK’ê de heye de Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî serdana rojavayê Kurdistanê kir û bi HSD û Rêveberiya Xweser re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin tên çi wateyê, eleqeya wan bi van nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de heye?

Sedem çi dibe bila bibe çûyîna Bafil Talabani ya Rojava pir girîng e û rast e. Gere em piştgiriya vê hevdîtinê bikin. Kurd hewceyê yekitiyê ne. Dema ku pirsgirêkên awarte derkevin holê û hêzên kurd hezên xwe nekin yek wê  di nav xetereyeke mezin de bin. Nakokî di navbera YNK û PDK’ê de hene, herkes jî vê dizane. Ez ne di wê baweriyê de me ku serdana birêz Talabanî giradayî vê meseleyê be. Dibe ku bandora vê jî li ser çûna Talabanî ya Rojava hebe. Lê çûna Talabanî ji bo Rovaja hêzdayîn, piştgirî û peyameke girîng e. Gere em pêqayilbûna xwe bînin ziman û daxwaza berdewama serdanên bi vî rengî bikin.

Der barê hevdîtinê û encamên ku bi xwe re bîne de gelek şîrove û nirxandinên ji hev cuda tên kirin. Gelo li gorî we ev hevdîtin hem ji bo Rojava hem jî ji bo Başûr wê çi encam bi xwe re bîne?

Em dikarin bibêjin ku gaveke pîroz e lê di zûtirîn demê de jî wê encam nede. Gere têkiliyên di navbera Başûr û Rojava de xurt bin, Amerîka jî ji hêzên navneteweyî vê dixwaze. Heke Rojava û Başûr piştgiriya hev bikin wê li Rojhilata Navîn ji bo kurdan serkeftin derkeve holê. YNK vê dixwaze. Xuya dibe ku rêveberên PYD’ê jî vê dixwazin. Lê di navbera PDK û PYD‘ê de pirsgirêk hene.

Hewlêr û Qamişlo li hev nakin. Ji ber vê jî peşveçûyîn çenabe. Heta hêzên sereke yên mîna PKK û PDK‘ê li hev nekin û pirsgirêkên navxweyî bi riya diyologê çareser nekin wê destkeftiyên Başûr jî Rojava jî bikevin xetereyê. Mixabin di aliyê yekitiya kurdan de heviya gel hebe jî nezikbûna hêzên siyasî bersiv nade vê hêviya gel.

Der barê serdanê de ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Lê ji aliyê kesên nezî PDK’ê ve şîroveyên neyînî hatin kirin. Li gorî we PDK bixwe vê serdanê çawa dinirxîne?

Kes nizane ku PDK ji bo serdana Bafil Talabanî ya Rojava çi difikire. Lewre ji aliyê PDK’ê ve der barê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Kesên ku xwe nêzî PDK‘ê dibînin û serdanê rexne dikin hene lê mirov nikare bibêje ev raman a PDK’ê ye.

Dema ku PDK bi awayekî fermî tiştekî bibêje mirov dikare şîrove bike. Lê li gorî texmîna min wê bêdengiya wan a der barê mijarê de bidome. Dema ku YNK û PDK li hev werin jî em nizanin ku wê çawa bibe. Lê daxwaza gel ew e ku YNK û PDK û tevahiya kurdan di rojên awarte de Rojava bi tenê nehêlin. Kesên piştgirî nedin Rojava wê li pêşberî dîrokê sûcdar bin.

Gunay Aslan kî ye?

Rojnameger û nivîskar Gunay Aslan, di sala 1960’an de li Wanê ji dayik dibe. Di sala 1981’an de li Rojnameya Cûmhûriyetê dest bi rojnamegeriyê dike. Di navbera salên 1987-1989’an de li Kovara 2000’e Dogru dixebite. Di sala 1990’an de nûnertiye Kovara Sokakê ya bakurê Kurdistanê dike. Piştre li kovarên Halk Gerçeği û Yenî Halk Gerçegî koordînatorî dike û li Rojnameya Yenî Ulkeyê jî weke Gerînendeyê Giştî ye rojnameyê dixebite.

Di sala 1993’yan de ji ber pirtûka xwe ya bi navê “33 Kurşun/ Yas Tutan Tarih” hat girtin. Di sala 1995’an de hat berdan. Di heman salê de der barê wî de gelek doz lê hatin vekirin û  cezayên giran lê hatin birîn. Ji ber van cezayên ku lê hatine birîn neçar ma derkeve derveyî welat û li Ewropayê bi cih bibe.

Di sala 1995’an de li Med TV’yê dest bi xebatên xwe yên rojnamegeriyê kir. Ji sala 1995’an heta 1999’an li Med TV’yê weke midurê nûçeyan, moderator û çêkerê bernameyan xebitî.

Niha li Almanya dijî û gerînendetiya rojnameya înternetê ya bi navê Nûpel dike. Her wiha qenala wî ya Youtubê heye û li ser vê qenalê li ser geşedanên der barê kurdan de şîroveyan dike.

 

/xwebun/

İlginizi çekebilir