Firat Cewerî: Çîrok, yek ji şaxên edebiyatê yê herî kevin e.

Bi salan e ku li Tirkiyeyê Roja Çîrokê ya Cîhanê tê pîrozkirin û her carê nivîskarek di derheqê rojê de daxuyaniyekê dinivîse. Daxuyaniya 2023an ji aliyê Firat Cewerî ve hatiye nivîsandin. Mijara îsal; Azadî, Serxwebûn û Berxwedan e.  

Wê Daxuyanî bi pênc zimanan were weşandin; bi kurdî, tirkî, farisî, ermenîkî û îngilîzî.  

Ev kurdiya daxuyaniyê ye 

Çîrok, yek ji şaxên edebiyatê yê herî kevin e. Bingeha wê destan, vegotin, serpêhatî û kilam e. Berî hunera romanê bi sedsalan e. Formeke çîrokê ya taybetî hebe jî, çîrok di şaxê xwe de azadiyekê jî dihewîne. Kurt e, dirêj e, reşbîn e, xweşbîn e. Wek mirovan û kulturên cihê ne. Lê dîwarên di navbera kulturan de radike, sînoran gav dike û kulturên cihê digihîne hev. Aliyên hevbeş ên mirovatiyê raberî me dike. Geh kêfxweşî, geh jî êş û jan e. Geh li dijî zilmê serîhildan e, geh destnîşankirina bêedaletî û neheqiya civat û sîsteman e. Çîrokbêjên ku serî hildane, an jî wek desthilatdariyê negotine û nebilandine, bûne hedefa êrîşên wan. Hatine girtin, zîndanî bûne, ji cih û warên xwe hatine derxistin, dûrî av û hewa welatê xwe ketine. Lê bi riya çîrokê ew êş û jan gihandine me, em bi çîrok û serpêhatiyên xwe serwext kirine. 

Hezretî Mûsa çawa li dijî zilma Fîrewnan serî hilda, Deryaya sor gav kir û ber bi welatê Kenan kete rê; Sokrates çawa di demên kevnare de hewl dida ku bi dû kûrahiya ramanê bikeve û felsefeyê pêk bîne û loma rastî êrîşên desthilatdarên Atînayê hat; Ovidius çawa ji aliyê rêveberiya Romayê ve hate sirgûnkirin; zilma Xaçperestan û dilovaniya Selahedînê Eyubî; Cihûyan di dema desthilatdariya Naziyan de çi êş û zilm dîtin; weke berdewamiya qirkirina ermeniyan, çawan bawermendên jirêderketî bawer dikirin ku ew ê bi kuştina du ermeniyan têkevin ser riya bihiştê; êzdî ji ber baweriyên xwe çawa hatin çewisandin; awirên manedar ên serokên kurdan li ber sêpêyên îdamê; jin û keçên ciwan ên ku li dijî dîktatoriyê serî hildan çawa bi gotinên jin, jiyan, azadî, çarikên serê xwe avêtin nav êgir û li dora êgir govend gerandin; keçên ku dan dû dilê xwe çawa bûn qurbanên kuştinên namûsê… 

Ev hemû bi riya çîrok û vegotinan gihîştine me. Em bi çîrokan fêrî serpêhatiya mirovan bûn, bi çîrokan bûn şahidê serîhildan û berxwedana wan. Loma em bi dû azadiyê ketin, me serî hilda û em ji bo serxwebûnê qîriyan.  

Çîrok bîranîn e, bîranîna mirovahiyê ye, doh gihand îro, wê îro jî bigihîne sibehê.    

 Berê gotin hebû, çîrok ji gotinê zaye. Lê gotina me li me qedexe bû. Me nikarîbû çîroka xwe bi zarê xwe binivîsanda… 

 Bi hêviya ku wê her kes çîroka xwe bêyî sansûr, azad û serbixwe bibêje û binivîse, ez Roja Çîrokê ya Cîhanê li we pîroz dikim. 

 

 

İlginizi çekebilir