Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî îsal ji bo jinê lidardikeve

Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ku her sal li gor babetekê tê lidarxistin, babeta xwe ya îsal weke “jin” neqand û dê filmên yek deqeyî yên di derbarê berxwedan jinan de bigire festîvalê. Her wiha li ser navê sê jinan jî dê xelatan belav bike.

ARDÎN DÎREN

Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ku sala çûyî cara ewil hatibû lidarxistin, dê sala 2023’an jî were lidarxistin. Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi pêşengiya Tor û Banos Film Production ve tê lidarxistin. Miracaetên ji bo festîvalê dest pê kirine. Kesên bixwazin filmên yek deqîqeyî çêbikin divê filmên xwe herî dereng heta 10’ê Mehê Cotmehê ya sala 2023’an bişînin ji tor.banos.film@gmail.com ê re. Piştî 5’ê Meha Gulana 2023’an film bi riya mailê dê werin girtin.

Tor Film Production li Amedê hat damezirandin lê niha bi awayekî fermî li Ewrûpa kar dike. Banos Film Production jî li Rojava karên sînemayê bi rêve dibe. Tor û Banos film bi hevre xebateke kolektîf dimeşînin û dibêjin xebatên kolektîf dê bêhtir bi ser bikevin.

Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî hewl dide her sal babetekê diyar bike û li gor vê babete film werin çêkirin. Sala çûyî babeta festîvalê “zimanê kurdî” bû. Festîvalê ji bo îsal jî babeta “jin” neqandiye û dixwaze di derbarê jinê de filmên kurt û bi derb werin çêkirin. Ji lewma jî xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn û ji bo her xelatekê dê 500 euro jî belav bikin.

Aloziyên civakî babeta festîvalê diyar dikin

Revebirê festîvalê û xwediyê Tor Film Production Ferat Kevir da zanîn ku wan ji bo îsal dirûşmeya “jin jiyan azadî” neqandiye û mijara filmên werin xwestin jî dê bi berxwedana jinê ve girêdayî bin. Ferat Kevir di derbarê festîvalê de axivî û got; “Xalek ji festîvala me ew bû ku em her sal li gor rewşa civaka Kurdan mijara xwe diyar bikin. Yanî babeta filmên ji bo festîvalê werin çêkirin ne em diyar dikin, aloziyên di nav civakê de diyar dikin. Jinên Kurd îsal di şexsê Jîna Amînî de li dinyayê deng vedan. Her wiha qetilkirina jinên weke Jîna Amînî, Evîn Goyî, Garibe Gezer û hevalên jin zorê da me ku em babeta festîvala îsal bikin berxwedana jinê. Duh û îro jî rola jinê ya di nav civakê de hat paşguhkirin û mafê wan binpê bûn. Li hember vê hişmendiyê jinê tim li ber xwe da û hîna jî ev têkoşîna wan dewam dike. Îro jî Jinên Kurd pêşengeyiya vê tekoşîne dikin û ji Dinyayê re dibine mînak. Em jî bi vê festîvalê, ku weke çalakiyekê jî dinirxînin dixwazin piştevaniya berxwedana jinan bikin da ku dengê wan hîn bêhtir xurt derbikeve.”

Dê juriyên îsal jî jin bin

Ferat Kevir da zanîn ku ji nav filmên hatine şandin ew ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin wan ku van kesên xelatên xwe girtin karibin bi vê xelatê filmekî baştirîn çêbikin. Ferat Kevir got; “Filmên ku hatine wê îsal ji aliye jurî ve bên nirxandin û xelat kirin. Pergala me ya îsal bi dengdayîna jurî wê pêk were.  Wê endamên juriye bi temamî jin bin. Kurt û kurmancî wê festîvala me ya îsal bi her awayî rengê jinê derxe holê û biparêze.”

Armanc çîrokên kurt û bi derb in

Ferat Kevir armanca festîvalê û çêkirina çîrokên sînemayî jî bi vî awayî nirxand; “Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên piçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirna çîrokekê. Bi derbeka kin sazkirina fîlmekî. Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Ev xwestek bi gelek kesan re peyda dibe. Xwestekek xwezayî ev yek. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên van xeman li dû çîrokên xwe digerin. Hêviya me ewe ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.

 

Şertên Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ev in;

  1. Divê film herî zêde 1 deqe be.Bê jenerîk!
  2. Divê mijara film li ser “Berxwedana Jin ê” be. 
  3. Her kes tenê bi filmekî dikare serî li pêşbirkê bide. 
  4. Piştî film hatin şandin mafê Tor / Banos film production heye ku film di malperên xwe de bidin weşandin û li ser medyaya civakî parve bikin. Bi tu awayî mafê telifê nayê xwestin
  5. Film dê ji aliyê Jurî ve  werin xelatkirin.
  6. Film bi hemû cureyên sînemayê dikare were çêkirin. Ji bo cureya film sînor tune.
  7. Divê di filman de mafê têlifan were parastin.(Mûzîk,dîmen,deng,pirtûk û hwd)
  8. Filmên ku mafên zarokan, jin, berasteng û heywanan binpê dike bi tu awayî nayên pejirandin.
  9. Şandin û qebûlkirina filman bê pere ye. Herkes dikare filmê xwe bê pere ji me re bişîne. 

Dosyeya miracaetan jî divê bi vî rengî be;

– Nav û paşnavê derhêner 

– Navê film 

– Biyografi û filmogfafiya derhêner

– Wêneyê derhêner 

– Lînka film 

-Sînopsîsa film bi Kurdî

-Sala Çêkirine

-Dema film

 

İlginizi çekebilir