Ferît Uzun li Rihayê hat bi bîranîn

Bi minasebeta  43yemîn salvegera şehadeta welatperwerê kurd, kedkar û kadroyekî sereke yê doza azadiya Kurdistanê Ferît Uzun li ser gora wî merasîmeke bi bîranînê hat sazkirin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku li navçeya Sêweregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê îro Duşemê 22yê Mijdara 2021ê bi minasebeta 43yemîn salvegera şehadeta welatperwerê kurd Ferît Uzun, li ser gorî wî hat bi bîranîn.

Hejmareke siyasetmedar û rewşenbîrên kurd  û welatperwerên Sêweregê beşdarî bi bîranînê bûn.

Benzer haberler

Hasbey Köksal: Yadîn

Ciwanê Kurd Cemîl Karahan bû şampiyonê judoyê yê cîhanê

Helbestvan û siyasetmedarê Kurk Ferid Uzun 1ê Çileya 1950ê li Sêwergê ji dayîk bûye. Damezrînerê Dengê Kawa bû.

Di 22ê Mijdara 1978an de, dema ku ligel  çend hevalên xwe û  hevjîn û keça xwe ya du salî Yekbûn ji bo nîşana hevalekî xwe diçin Amedê bi guleyan tê kuştin.

/rudaw/

İlginizi çekebilir