Erdelan Hewramî: Rêkeftina Şingalê û sedemên vê

Duhê înê li Bexdayê şanda herêma Kurdistanê bi Serokatiya wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li gel hikûmeta Îraqê rêkeftinek derbarê rewşa Şingalê û normal kirina rewşa Şingalê de îmze kirin.

Ew rêkeftina han yaku îro şemî 10ê Cotmehê dikeve meriyetê, bêgoman hem bo Îraqê û him jî bo herêma Kurdistanê gelek girînge, jiber ku ew rêkeftina han dibe weke nîşaneyeke dubare çê bûna baweriyê di navbera her du aliyan de.

Herwiha ew rêkeftina han derfetê bo normal kirina rewşa deverên din yên Kurdistanî yên dagîrkirî xweş dike û mimkune bibe zemîneyeke baş bo cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingahîn ya Îraqê a derbarê navçeyên Kurdistanî de.

Di wê rewşa han de yaku Amerîka amadekarî bo daxistina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dike, Bexda û Hewlêr gelek mihtacî hev û dune. Amerîka dixwaze, senariyoya 2003an li Îraqê, li dijî Îran û çekdarên heşda şebî dubare bike, lewre ji aliyekê ve amadekarî bo daxistina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dike û ji aliyeke din ve jî zextan li Hewlêr û Bexdayê dike daku lihev bikin û kêşeyên heyî yên di navbera xwe de çareser bikin.

Şingal yek ji wan deveran bû ku hem di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêşe bû û him jî derfet dida Tirkiyeyê daku pilanên xwe yên li deverê cîhbicîh bike.

Tirkiye bi hinceta hebûna PKKê dixwest operasiyoneke leşkerî li ser Şingalê pêk bîne û deverê dagîr bike û pişt re jî deriyê sînorî yê Ovakoyê veke daku Tirkimanên Mûsil, Tilefer û Kerkûk û derdorê li dor xwe kom bike û hêzeke din ya çekdarî a radîkal li deverê de bo wan ava bike û bi wê rengî bi asanî bikarêbe destwerdaniya karûbarên navxweyî yên Îraqê bike.

Bi îmze kirina wê rêkeftina han  yaku li ser daxwaza Franse û Amerîkayê bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye îmzekirin, rê li ber operasiyona muhtemel ya Tirkiyeyê bo ser deverê, dagîr kirina deverê ji aliyê Tirkiyeyê ve û herwiha destwerdaniya Tirkiyeyê di nava karûbarên Îraqê de hate girtin.

Ew pêngaveke ku hem Hewlêr û him jî Bexda bo avêtina wê gelek hewl dan û hewldan jî gehêştin encam.

Çareser kirina kêşeya Şingalê netenê dibe sedema vegera Şingaliyan bo warên xwe, belku hêzê dide hikûmeta Mistefa Kazimî daku baştir bikarêbe, destê heşda şebî û komên çekdar yên ser bi Îranê li Îraqê de kurt bike.

Li gor rêkeftina han wê Şingal di warê ewlekarî, îdarî û xizmetgozariyan de bi hevbeşî di navbera Hewlêr û Bexdayê de were îdarekirin.

Herwiha her du alî tevahiya hêz û karînên xwe yên bo pêşkêş kirina ximzetgozariyên curbicur bi Şingal û Şingaliyan bi tevger bikin û Şingal hêdî hêdî ji nûve were avakirin.

Li gor rêkeftinê lazime çekdarên heşda şebî û hêzên YPŞ jî ji deverê derkevin, heşda şebî ser bi Îranê ye û weke xelqeyeke zincîra Îranê ye bo gehêştin bi Sûriyeyê, Amerîka, Îraq, û Kurdistan dixwazin ew helqeya han qut bikin.

YPŞê jî ku ji şêniyên deverê pêk hatiye ser bi PKKê ye û ew yek jî bûye hincet daku Tirkiye car car Şingal û derdorê bordiman bike û gefa lidar xistina operasiyonê bo ser Şingalê bike.

Formula ku bo hêzên YPŞê tê payîn ewe ku hêzên xwecîhî yên YPŞê di çarçoveyeke qanûnî de li gel hêzên din yên leşkerî yên fermî li Şingalê de, bimînin û di bin fermana merceên qanûnî yên îdareya Şingalê de bin û ewin ku ne xwecîhne, wê ji herêmê werin derxistin.

Xelkê Şingalê ku ji rêkeftinê dilxweşe herî zêde daxwaza der kirina çekdarên heşda şebî li deverê de dikin, lewre Hewlêr û Bexda komên çekdar yên heşda şebî li deverê der dixin û îdareya Şingalê dikeve destê sivîl ji şêniyên deverê lê ewlekarî Şingalê bi awayekî hevbeş ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve tê parastin û ew yek jî dibe weke gerentiyeke ewlekarî û qanûnî bo parastina jiyan û canê şêniyên Şingalê.

 

İlginizi çekebilir