Erdelan Hewramî: Muherem Înce teqlîda Mistefa Kemal dike

Di wan rojan de mijara parçe bûna CHP û ava kirina partiyeke nû ji aliyê Berbijêrê berê yê Serokkomariya Tirkiyeyê yê CHP Muherem Înce ve gelek tê nîqaşkirin.

Di hat gotin ku Înce partiyeke nû ava dike û ji CHPê vediqete, pişt re Înce ew yek red kir û anî ziman ku partî ava nake belku hereketek dide destpêkirin.

Roja 13ê Tebaxê Înce li Enqereyê daxuyaniyek da û got: Dest bi ava kirina hereketek bi navê tevgera 1000 rojan de welat dike û di 4ê Îlonê de bi fermî destpê dike.

Înce ku di nava CHPê de hinek pêgeha wî heye, ji basikê Kemalîstên Neteweperest di nava CHPê deye, lewre li gel basikê sosiyal demokratên nava CHPê bi Serokatiya Kemal Qilêçdaroglû nakokiyên wî  hene.

Qilêçdaroglû ku hewl dide neteweperestên kemalîst yên nava CHPê lawaz bike, li hember guhertinên wê dawî yên di nava artêşa Tirkiyeyê de jî bêdenge.

Erdogan di civîna dawî ya (YAŞ) Şûraya bilind ya leşkerî ya Tirkiyeyê de di çarçoveya hewldanên xwe yên bo ava kirina xelafetê û herwiha îslamîze kirina artêşa Tirkiyeyê de, 600 generalên artêşê ku tevahiya wan Kemalîst bûn, teqawîd kir.

Ew pêngava Erdogan pêngaveke girînge bo îslamîze kirina artêşa Tirkiyeyê û avakirina Komara îslamiya Tirkiyeyê ku beriya niha Serokê SADAT û çend kesên din yên derdorê Erdogan, weke amadekariyek bo xelafetê, destûreke îslamî ya nû bo Tirkiyeyê amade kiribûn.

Qilêçdaroglû, li hember wan guhertinên nava artêşa Tirkiyeyê bêdenge, jiber ku têşta ku tê kirin, lawaz kirin û nehêştina Kemalîstane di nava artêşa Tirkiyeyê de, lê Muherem Înce ku neteweperestekî kemalîste, li dijî wan guhertinane.

Înce ku di dema hilbijartinên berê yên Serokkomariya Tirkiyeyê û herwiha Kongreya berê ya CHPê de li gel Serokê CHP Kemal Qilêçdaroglû navbera wan têk çû bû, li dijî hin siyasetên CHPê yên weke nizîkatiya CHPê li gel partiya Seadet, IYI partî û HDPê ye.

Înce ku xwe weke faktereke bihêz ya di nava CHPê de bilêv dike, dibêje lazime CHP ku niha bi giranî li ser xeta sosiyal demokratane, vegere ser xeta neteweperestiya kemalîstî.

Di rastî de Înce di warê siyasî de xudan hizr û bîrdoziyeke gelek aloze, jiber ku ji aliyekê ve, li dijî siyasetên AKPê ye lê jiber gulenciyan, xwe hinek nêzî AKPê dike û li dijî AKPê jî xwe hinek nêzî gulenciyan dike.

Ince ku hewl dide daku piştîvaniya her du balên Avrasiyacî û NATOcî ya dewleta kûr ya Tirkiyeyê bidest bîne, bi wê yekê hesiyaye ku Erdogan û Baxçelî di warê siyasî de lihev kirine û eger di hilbijartinên pêş de dengên pêwîst bidest bînin, wê komareke neteweperest ya îslamî weke hin welatên Erebî ku îslamiyet û ol xistine xizmeta berejwendiyên etnîkî yên xwe, li Tirkiyeyê ava dikin ku ew yek jî bi wateya vegerandina xelafetê ye bo Tirkiyeyê.

Qilêçdaroglû heta niha li hember wê pilanê ti steratejiyeke xwe tuneye, mimkune pilanên wî hebin lê heta niha tiştek bi eşkere diyar nekiriye.

Jiber wê çendê Înce niha ew rewş bi derfeteke baş dizane ku teqlîdê Mistefa Kemal bike û dest bi têkoşîna xwe hem li hember hewldanên vegerandina xelafetê bo Tirkiyeyê û him jî li dijî girîngî dana CHPê bi xeta sosiyal demokratan, bide meşandin.

Hilbijartina Sîwasê jî ya bo destpê kirina têkoşînê ji aliyê Înceyê ve, heman wateyê digehîne ku Înce dixwaze teqlîdê Mistefa Kemal bike û xwe bike Mistefa Kemalê sedsala 21an ya Tirkiyeyê.

Li pirs ew gelo Înce dikare serkeftin bidest bîne an na?

Bêgoman, her hereket anjî her partiyeke siyasî ya li Tikiyeyê heta ku piştgîriya Kurdan û Kurdên Elewî bidest nexe, gelek zehmete bikaribe serkeftineke berçav bidest bîne.

Tişta ku tê xuyan ewe ku Înce heta niha ne derbarê pirsa Kurd û ne derbarê daxwazên Elewiyan de û ne derbarê rewşa abûriya welat de ti pilan û projeyeke ber çav amade nekiriye û zehmete bikaribe tişteke wisa jî bike.

İlginizi çekebilir