Erdelan Hewramî: Macron eniyeke nû dijî Tirkiyeyê ava kir

Li ser gelek mijaran têkiliyên navbera Franse û Tirkiyeyê alozin, li Ewrûpayê welata ku herî zêde dijatiya siyasetên militarîstî yên Tirkiyeyê û xewnin Erdogan yên bo ava kirina xelafetê dike Franse û Nemsane.

Nemsa li ser asta navxweyî ya Ewrûpayê mişxûlî bihêztir kirina hizr û eniya dijî Tirkiyeyê ye, beriya çend rojan rayedarên Nemsayê diyar kiribûn ku sîxorên Tirk girtine ku îstîxbarat bo Erdogan kom kirine û li ser fermana Erdogan hewl didin nakokî bixin navbera pêkhateyên Nemsa û welatên din yên Ewrûpayê.

Lê rola Franseyê gelek mezintir û bi bandortire ji rola Nemsayê, jiber ku Franse hem li ser asta Ewrûpa, hem li ser asta cîhanî û him jî li Rojhilata Navîn, mixûlî ava kirina eniyên gelek bihêz û bi bandore li dijî Tirkiyeyê.

Franse ku yekem welat bû komkujiya Ermeniyan qebûl kir, niha li Lîba, Rojhilata behra Spî, li Sûriye û Îraqê jî mixşûlî dîplomasiya ava kirina eniyeke nûye li dijî siyasetên milîtarîstî û xewnin Erdogan yên ava kirina xelafetê.

Franse yekem welatê Ewrûpiye ku bi sedan belgeyên taybet yên hevkariya navbera Tirkiye û DIŞIê di destê wî dene, Franse bi sêya wan belgeyan têgehêştiye ku Erdogan dixwaze bi rêya DIŞI (DAIŞ) û komên din yên radîkal û cîhadî, li Sûriye, Îraq, Lîbya Yemen, Libnan û çend welatên din, meydana siyasî bo bicîh anîna xewnên xwe çê bike. Jiber wê çendê Franse li Sûriye, Îraq, Libnan, Yemen, Lîbya û welatên din de, bi tundî li dijî siyasetên Tirkiyeyê diweste.

Di şerê Tirkiyeyê ya li dijî Kurd li Rojavayê Kurdistanê, rayedarên Franseyê bi taybetî Serokkomar Emmanuel Macron bi eşkere got: Erdogan bi cîh anîna xewnên xwe, dijî hevpeymanên me yên Kurd dike, ku karîne dawî bi DIŞIê bînin.

Herwiha Franse dibêje Erdogan mişxûlî belav kirin û bihêztir kirina radîkalîzima îslamiye li Ewrûpayê lewre li Lîbya û Rojhilatê behra Spî mişxûlî rê çê kirinê ye.

Bi pêşengiya Franseyê li Lîbya û Rojhilata bera Spî eniyeke gelek bihêz li dijî Tirkiyeyê hatiye avakirin. Ew eniya han ji Yûnan, Misir, Îsraîl û Başûrê Qubrisê pêk tê. Ew di demekê deye ku hin welatên Kendavê yên weke Îmaratên Yekgirtî yên Erebî û Siûdiye ku li dijî siyaset û xewnên Erdoganin bi pere û cebelxane piştîvaniya ew eniya han dikin.

Li Sûriyeyê jî dîsa bi pêşengiya Franseyê li dijî Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê eniyeke din yê nû û bi bandor hatiye avakirin. Ew eniya han ji Kurd, Ermenî, Tirkmen û mesîhiyên Rojavayê Kurdistanê, Îmaratên yekgirtî yên Erebî û Siûdiyeyê pêk hatiye.

Hin welatên din yên cîhanî û Ewrûpayî jî weke Holenda, Nemsa, Beljîka û Swêd jî piştîvaniya dîplomatîkî û locistîkî ya vê eniya han dikin.

Serokkomar Franseyê Emmanuel Macron beriya du rojan serdana Îraqê kir, gelek şîroveyên curbicur li ser vê serdana han hatin kirin. Ya rast ewe ku mirov bêje Macron di çarçoveya hewldanên xwe yên bo ava kirina eniyeke din ya bihêz li dijî Tirkiyeyê serdana Îraqê kir.

Gotinên Macron yên derbarê Mûsilê de li Bexdayê nîşan didin ku Franse, ku yek ji dîzaynerên nexşeya Rojhilata Navîn bûye di demê şerê cîhanî de, bi ti awayî naxwaze Tirkiye destwerdana karûbarên Îraqê bi taybetî Mûsilê bike ku Tirkiye îdîa dike axa Tirkiyeyê ye.

Macron li Bexdayê li gel her sê Serokatiyên Îraqê ( Serokkomar, Serokwezîr û Serokê parlementoyê) û li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di civînan de yek ji wan mijaran ku zêde li ser hatiye senkinandin êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser deverên sînorî yên herêma Kurdistanê û destwerdaniyên Tirkiyeyê di karûbarên Îraqê de bûye.

Macron ji aliyên Îraqî re bi eşkere gotiye ku lazime hun bi eşkere û bi tundî li dijî operasiyon û destwerdanên Tirkiyeyê bin û em jî li ser asta Ewrûpa û cîhanê piştîvaniya we dikin û li dijî wan êrîş û destwerdanan diwestin.

Macron ku dixwaze bi her awayî li dijî siyaset û pilanên Erdogane, dixwaze Îraqê jî bike endamê eniya dudiyan ya dijî Tirkiyeyê ku ji Kurd, Mesîhî, Tirkmen, Ermenî li Rojavayê Kurdistanê û herwiha eniya erebî ya dijî Tirkiyeyê ku pêk hatiye ji Urdin, Îmaratên Yekgirtî yên Erebî, Siûdiyeyê.

Erdoganê ku ji hemleyên Franseyê hem li Lîbya, hem li Sûriye, Îraq, rojhilatê behrê spî û Qerebaxê de gelek ditirse, derbarê mijara aloziyên xwe yên li gel Yûnanê de hêdî hêdî gavan paşve davêje û ji pozisiyona gef xwarin li Yûnanê, niha daxwaza diyalogê li Yûnanê dike.

Herwiha Erdogan li Enqereyê jî pêşwaziya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir Erdogan dixwaze bizane li Bexdayê Macron çi gotiye û dixwaze çi bike, lê Macron bi rêya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew peyam daye Erdogan ku, Franse bi tê awayî rê nade Erdogan bo gehêştin bi xewnên xwe, siyasetên dagîrkerî û milîtarîzimê li deverê bicîh bîne û Franse cidiye li ser mijara pêşî girtin ji Erdogan û xewnên Erdogan.

Macron ku 3 eniyên bihêz li deverê de li dijî Tirkiyeyê ava kiriye ( Lîbya, Misir, Yûnan, Îsraîl- Kurd, mesîhî, ermenî, Tirkmen (li rojavayê Kurdistanê) û Îra, Yemen, Urdin, Siûdiye û Îmaratên Yekgirtî yên Erebî) niha di sê cîhên din li dijî Tirkiyeyê hewlên xwe zêdetir kiriye. Franse dixwaze Komkara Erebî jî razî bike daku ew jî weke Komkar bibe endamê eniyê dijî Tirkiyeyê û navê eniyê bike eniya Erebî ya dijî Tirkiyeyê.

Macron li NATO jî berdewame li ser hewldanên xwe yên li dijî Tirkiyeyê û dixwaze bi rêya NATO û Yekîtiya Ewrûpayê razî bike daku jiber hevkariyên navbera Tirkiye û DIŞIê de, dorpêçên gelek tund li ser Tirkiyeyê deynin.

Herwiha li konseya ewlekarî ya Netewên Yekgirtî de jî Franse mişxûlî amadekirina dosyeyekê ye ku tê de belgeyên hevkariyên Tirkiyeyê yên bo DIŞI û komên din yên cîhanî hatine amadekirin û Franse dixwaze bi rêya dosyeya han, konseya ewlekarî ya NY neçar bike daku jiber hevkarî kirina radîkalîzim û cîhadîzima îslamî, dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyne.

 

İlginizi çekebilir