Erdelan Hewramî: Hêdî bajo xelîfe te minêj nekiriye

Xelîfeya Tirkiye û cîhadiyên Radîkal di dawî de gehêşte encama siyasetên xwe yên li Sûriyeyê û ew encama han jî ji bilî îflas û reviyan ji Sûriyeyê tişteke din nîne.

Di destpêka şerê Sûriyeyê de, xelîfe Erdogan digot di nava 24 seatan de diçin mizgefta Emewî nimêjê dikin.

8 sal derbas bû lê hîn jî 24 seata xelîfeyê bi dawî nehatiye.

Piştî îdîaya nimêja mizgefta Emewî, Xelîf got emê artêşek bi navê artêşa nîştimaniya Sûriyeyê ava bikin û Esed ji desthilatê bavêjin û împeratoriyeta radîlak ava bikin.

Du me pê neçû, artêşa nîştimanî jî îflas kir, jiber her kes ji niyet û niyaza xelîfe Erdogan tê gehêşt lewre dev ji artêşa han ku dawî de bû mirîşk diz berdan.

Pişt re xelîfe, xwe avêt bexta DIŞIê û daxwaz ji DIŞIê kir daku zemîneya xelafetê jê re xweş bike, lê xelafet û DIŞI jî bi destê Kurdan hatin tarûmarkirin.

Xelîfe ku bi tenê ma, dîsa berê xwe de kom kirina paşmayiyên Qaîde û DIŞIê, xelîfeya DIŞIê hate kuştin, gelek berpirsên paşmayiyên Qaîdeyê jî hatin kuştin û xelîfe ma û radîkalên bê pêşeng.

Erdogan di çarçoveya rêkeftina astanayê de ew yek qebûl kir ku bûye, garantor û pêşengê komên çekdar yên radîkal û cîhadî li Sûriyeyê.

Ew komên han li Îdlibê hatin komkirin, Tirkiye weke çawe hevkariya DIŞIê dikir, hevkariya wan cîhadiyan jî kir. Hin deverên Rojavayê Kurdistanê dagîr kir, piştî dagîr kirinê dest bi kuştina sivîlan, dizîna mal û milkê xelkê û guhertina demografiya wan deveran kir.

Lê bo neçû serî, jiber ku tevahiya tawanên ku li deverên dagîrkirî kiribûn, hatin belgekirin û radestî, netewên yekgirtî, dadgeha tawanên navdewletî, yekîtiya Ewrûpa û dadgeha mafên mirovan ya ewrûpayê hatin kirin û Erdogan bû tawanbarê cenê û niha li hêviya demê ne bo darizandina Erdogan.

Pişt re Erdogan dîsa bi rêya paşmayiyên DIŞI û Qaîdeyê xwest, beşeke mezin li axa Sûriyeyê bike malê xwe, bi taybetî li Îdlib, Hema û Helebê.

Bo wê yekê xelîfe Erdogan artêşa Tirkiyeyê şande wan deveran û li gel komên cîhadî cîhê xwe xweş kir.

Lê dîsa rejîma Sûrî û Rûsî êrîş kirin û beşeke zêde ji axa deverê rizgar kirin, 12 xalên çavdêriya leşkerî yên Tirkiyeyê ketin deverên di destê rejîma Sûriyeyê de.

Beriya 9 mehan Erdogan gefa wê yekê kir ku eger rejîm ji wan deveran venekêşe, wê heta Tirkiye êrîş bike û hêzên rejîmê heta Şamê paş de bibe.

9 me derbas bûn, Tirkiye ne tenê nikarî êrîş bike belku bo xwe neçar ma ku ji Sûriyeyê bireve û derkeve.

Artêşa Tirkiyeyê ku beriya demeke siwar hatibû başûrê Îdlibê, niha bi pêya ji başûrê Îdlibê direve. Erdogan ji tirsa her 12 xalên xwe yên çavdêriya leşkerî vala kir û hêzên rejîmê ketin nava wan xalan.

Paşmayiyên DIŞI û Qaîdeyê yên li Idlibê ku hevpeyman û birayên îdeolojîkî yên Erdoganin, heta beriya hefteyekê digotin wê Tirkiye ser bikeve û emê amadene bo Tirkiyeyê her tiştekê bikin, lê niha ew komên han dibêjin Tirkiye îxanet li me kir û ji tirsa Esed û Pûtîn me bi tenê hêla û reviya.

Erê siyaseta dagîrker ya Erdoganê yaku dixwest di nava 24 seatan de biçe mizgefta Emewî û nimêjê tê de bike, ne tenê encam neda belku bû sedema serşoriya Erdoganê xelîfe, niha bi bêdengî ji deverê direve û hêzên xwe vedikêşe û çapemeniya Tirkiyeyê jî li şikesta han têgehêşt û şerm dike behsa vekêşîna han bike.

Li Lîbya, Heftenîn, rojhilatê behra spî û li Qerebaxê jî siyasetên dagîrkerî yên Erdoganê bi mehan encamê bi dawî bûn, îflas, îflas û reviyan.

Şingal mabû ku Erdogan dixwest dagîr bike û deriya ovakoyê li gel Bexdayê raste rast veke daku Hewlêr û başûrê Kurdistanê jî bifetsîne, lê bi pilan û daxwaza Amerîkayê rêkeftina Şingalê hat îmzekirin û bi wê rengî jî ew pilana ku Erdogan pişta xwe pê girê dida hat pûçkirin.

Rêkeftina Şingalê ne li dijî ti aliyeke siyasî ya Kurdiye, belku rêkeftineke bo pêşî girtin ji cîhbicîh kirina pilanên dagîrkeriyê yên Erdoganê ku li mizgefta Emewî nimêj nekir û siwar çû bû Sûriyeyê lê niha bipêya ji Sûriyeyê direve.

İlginizi çekebilir